Nameya Şêkirdarîyê bo Yekîtîya BERBANGê

Nameya Şêkirdarîyê bo Yekîtîya BERBANGê

Kurdên Qazaxistanê bûne gula tevaya kurdan û Kurdistanê

Di vê nameya li ser wêne da ya serokatîya Komara Qazaxistanê 

keda kurdên Qazaxistanê di karê pêşketina komarê

ya di hemû dereceyan da tê qîmetkirin û şêkirandin.

Serokê Yekîtîya me – BERBANGê, doktorê aborîzanîyê Ezîzê Zîyo Bedirxan bi îmzeya cîgirê serokê Assamblêya Gelên Qazaxistanê, serwêrê Sêkrêtarîya Assamblêya Gelên Qazaxistanê Marat Almasovîç Azîlxanov bi Nameya Şêkirandinê ya Assamblêya Gelên Qazaxistanê va hate xelatkirin.

Di nameyê da keda Yekîtîya BERBANGê ya kurdên Qazaxistanê û emekê wanî giranbuha di karê pêşxistina aborîyê, dereceyên civakîyê û çandî li Komara Qazaxistanê bi taybetî hatine destnîşankirin.

Herwiha ji Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ra daxweza serketinên hê mezin hatîye xwestin di karê bihêzkirin û qewînkirina hevdufemkirina di nava civakê da.

Bira bimbarek û pîroz be!

 

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA Kurdên Qazaxistanê û bi taybetî Yekîtîya BERBANGê pîroz dike bo vê pîrozîya giranbuha û ji wan ra serketinên dih mezintir dixweze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev