Pirsa we û bersiva me – 232

Pirsa we û bersiva me – 232

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 37

1-

Nîskên min dibine rêx 

Hecî Simo barek nîsk dibe Binxetê firotinê. Barê nîskê xwe li ber derîyê mizgeftê datîne û bang dike.  

– Werne nîska, werne nîskê kelek.  

Yekî gundî hate cem Hecî Simo û pirsî: 

– Xalê Hecî, nîskên te zû dikelîn, kelek in? 

Hecî bersiva gundî dide: Dibine rêx.  

Yê gundî dibêje: Weleh ku bibin rêx ez nakirim.  

 

2-

Sedeqeya Şêroyê Mitirb  

Kurê Şêro yê mitirb nexweş ketibû. Şêro destê xwe ber bi ezmana vedike û wiha dibêje: Ya Xwedê, ez tajî, kewê gozel, serada malê û konê reş dikim sedeqe ku kurê min ji vê nexweşîyê rizgar bibe. Jina Şêro jê re dibêje: Kuro Şêro, te tiştek bi me nehişt û hemû tiştên me kirin sedeqe. Emê bê tajî û bê kew û kon çawa îdare bikin? 

Şêro weha bersiva jina xwe dide: Keçê ya dila di dila de ye, ka bila kurik rihet bibe. Keçê pepûkê, ha aha aqilê te ew aqile ku te bawer kir. Ma ji te wê ye raste ezê wan tişta bikim sedeqa.  

 

3-

Kerîyek pezê Mecîdê gundî hebûye. Xwarina wî û malbata wî sê danê rojê firdikê dew bû. Rojekê bangî jina xwe dike: Keçê Sêvê, mane dinya mirine, ma em ewqas malî ji kê re dikin? Weleh, emê îde malê xwe bixwin. Werêne werêne, emê ji niha pê de nanê xwe bi şîr bixwin. Pîyalek şîr didênin ber xwe û nanê xwe bi şîr dixwin. Kurê wan Hemîdo radije kevçî û di kevçîyê diduyan de Mecîd destê kurê xwe Hemîdo digre û dibêje; kuro lawo ev çîye? Hey malnexirab ev şîr e ne dew e. Keçê Sêvê ka were li kurê xwe binêre, tu dibe qey malê gawiraye bi kevçîya ketîye ser şîr de. Bi destê kurê xwe digire û parîyê wî yê nên di nav şîr de, sê caran diweşîne û destê wî berdide, dibêje a niha bixwe.   

4-

Duayên du sofîyan 

Du sofî li bajarê Batmanê di mizgeftê de destê xwe ber bi ezmana vedikin û dua dikirin. Yekî di duaya xwe de digo: 

-Ya Rabî, Tu min bibe bihuşta xwe. 

Ya Rabî, Tu min bike cîranê Resûlillah.  

Ya Rabî, min ji ava hewtê Kewserê têr bike.  

Ya Rabî, Tu libasê Bihuştê li min bike!.. 

Sofîyê din jî, wiha dua dike: 

– Ya Rabî, Tu dolara bide min. 

Ya Rabî, Tu texsîkê bike nesîbê min. Ya Rabî, Tu xanîyekî di ber behrê de bike nesîbê min. Ya Rabî, Tu mal û milkê dinyê bide min… 

Sofîyê pêşî li hevalê xwe zîvirî û got; kuro tu çi bîçim duayan dike? Ez ji Xwedê ne’metên bihuştê dixwazim û tu malê dinyê dixwaze. 

Sofîyê ku malê dinyê ji Xwedê dixwest got: Kuro bawerî û îmana min bi Xwedê û bihuştê heye, û şibha min ji îmana min tune lê bawerî û îmana te nebî ez çi bikim. Pêwistîya mirov bi çi hebî, mirov wî tiştî ji Xwedê dixwaze.  

 

5-

Qantirek ji mehîna mêrik re çê bûbû.  

Ewî ji kêfa got; heyla dîya minê, Wele ezê hersal dîya xwe ji kera bikşînim.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev