Welathezî / Kurdhezî di Helbestên Qedrî Can de!

Welathezî / Kurdhezî di Helbestên Qedrî Can de!

Min ev gotar di Festivala salvegera 50î li ser koça dawî a ҫîroknivîs,

helbestvan ȗ Kurdperwer ê navdar Qedrî Can (1911 -1972),

a ku Yekîtiya giștî ya Nivîskar ȗ Rojnamevanên kurd li Sȗriyê li Elemaniya,

bajarê Essen 13.08.2022 amade kiribȗ, pêșkêșî beșdaran kir!

Dr. Ibrahim ê Mahmud (I.M.)

Bêgoman li ser jiyana mirovekî wise dewlemend bi fikir û ramanên xwe, bi helbest û wêje ya xwe, bi xebat û dersdana zimanê kurdî û herwise jî bi welatheziya xwe, gelek zehmete ku mirov bi kurtî li ser biaxivê; lê tevî wê jî ezê hewil bidim tenê weke nemûne li ser hesta wî a welathezî di hin nivîsar ȗ helbestên wî de rawestim, bi hêviya ku ez bikaribim hinek ronahî bavêjim ser vî aliyê giring ȗ hîn windayê, ango lênekolayî di helbestên vî Torevanê giring di wêjeya kurdî de a sedsala 20an; jiber hetanî vêgavê „li gorî agehdariyên min“ hîn tu kesî lêkolîna taybet li ser „pirsa Neteweyî“ di berhemên Q. Can de ҫê nekirine?!!

Berî hertişti Qedrîcan tê hejmartin yek ji nivîskarên nifşa “Hewar” ê, yê yekemîn. Êdî di yekemîn hejmara “Hewar”ê de berhemên wî çap dibin.

Ji wê çaxê de, yanî ji sala 1932 an ve Qedrîcan li pey xwe gelek çîrok, helbest û gotar hîştine.

  • Bi saya serê çend lêkolînerên weke Dilawer Zengî berhemên wî hatine berhevkirin û weşandinê…

 

  • Berî ku ez çend nemîneyan ji welatheziya wî bênim bîra we: gereke were gotinê, ku hema bêje ew hest ȗ bîna kurdayetiya resen ȗ sade di hemû helbest, çîrok û dan û standinên wî de hene!

Șêweyî(cureyî) jiyana wî bi xwe: reva ji welat (piștî kotasiya dibistanê tevî Reșîdê Kurd binxet dibe), nivîsandina bi zimanê kurdî li ser êș ȗ derdan, li ser serok ȗ ronakbiran, gera li Kurdistan u Cîhanê, xebata wî a dȗr ȗ dirêj bi welatparêz ȗ têkoșerên Kurdan re, ҫavpêketinên wî bi Serok ȗ ZaniyarênKurdan re; tenê bo nimȗne : dema Q. Can sala 1957an jibo beșdarî li Fêstîvala Navnetewyî a Xortanli Mosko (her ji bajarê Odêsa dema ku ji Gemiyê têne der, yekser telegramekî jibo Zaniyarê kurd ê mezin Qenatê Kurdo dișêne ȗ daxwaza hevdîtin ȗ hevnasînê lê dike… Li Mosko ji Q. Kurdo dixwaze, ku Serokê kurdan Barzanî bibîne!) uhw….

Bi ditina min hebuna wî, rabȗn ȗ runiștina wîhemu bi „Pirsa Neteweyî“ ȗ jiyana Kurd/Miletheziye ve hatibȗ girêdan… Heger dubarekirin di gotinên min de li cîna hebe, daxwaza leburînê dikim, jiber mirov ҫiquasî Berhemên vî Ronakbirî dixwîne, hewqas mirov di nav de winda dibe; ew weke Deryayeke (behreke) be binî ye, hemȗ wișeyên wî bi wate ne… ȗ ji hemȗyî giringtir ewe, ku her lêkolinerek yanjî xwendevanek bi șêweyekî ȗ tiștên ku jê re giringin dibine ȗ șirove dike; ev yek jî nîșana kȗrayî raman u hȗnera nivisandina wî ye…. Bêgoman gotin di vi war de pirrin, lê geloKurd/Milethezi ҫawa tê destnîșankirin ê???

Di vî warî de Zaniyarê kurd yê mezin Q. Kurdo di pirtûka xwe de a bi navê „Tarîxa edebyeta kurdî“ de wise dinvîse: „…Q. Can di kirinên xwe de, di nivîsarên xwe de, di meydana şer (Helbest. I.M.), pêşve birina ronahîkirina neteweyê kurd de, di meydana şerê azadîkirina welatê kal bavê xwe de, ewî jî cîkî layq girtiye û hiş û aqilê xwe tirxan kiriye bo xatirê serxwebûn û serbestiya kurd û kurdistanê…“ Bi dîtina min ev şehdebûneke pirr mezine!

Derdê Yekîtiya Neteweyî dabȗ dilî wî jî! Tenê bo nimȗne di ҫîroka„Buhara dêrikê“ deQ. C.şîreteke ko tu car ji bîr nabe bi zanebȗn tênê bîra xwendevanan ȗ wehadinvîse:„..Mamoste gopalê xwe diheziqîne, me ditirsîne û dibêje:

– Ez nabêjim kulîlkên xelkê me qurifînin, pê li çandinîyên wan mekin.

Şîretên dûr û dirêj li me dikir. (Eha min şîret got) Na!!! şîret ne ev in. Şîret ew e ko buhara sala çûyîn mifetişê kulî Arif Ebas beg- îro li Hesiçê ji bona felata miletê me rêberiyê dike- li me kir. Herê, şîreteke ko tu car ji bîr nabe.Rojekê Arif beg em civandin, li me şîret kirin û ev çîrok pêre got:

– Hûn mêze bikin, jiyîn wek vê buharê delal û şêrîn e. Dil dixwaze ko em bi xweşiyeke geş bijîn. Ev jî bi xebat û destgirtina hev dibe. Qenc bala xwe bidinê, di zemanê berê da padişahek di nivîna mirinê de gazî zaroyên xwe dike û ji her yekî re darikekî biçûk dide û darê her yekî bi wî dide şikestandin. Şûnda qandî wan darikan qevdeqî çêdike û dide destê wan, yek bi yek. Ji wan yek jî nikare wî qevdê darikan bişkênîne. Hingî ji wan re dibêje (Hûn jî wisan in. Hûn jî yek bi yek têne şikestin, lê hûn gihiştin hev kes nikare we bişkênîne).

Arif beg li vir gotinên xwe qedand û bi çavên zelûl xatir ji me xwest, da rê û çû…“.

Giringe, ku ez dîsan gotinê Q. Kurdo li ser vê welathezî û şîretên wî jibo xort û keçan bînim bîra we: „ …Di vî îş û karî de (yanî di hozaniya xwe de) ew jî mîna herdû şêrên serê çiyayên Kurdistanê ( mebsta wî apo Osman Sebrî û Cegerwîn e. I. M.) Qedrîcan, dengê xwe ber bi keç û xortan kiriye, di şêr, çîrok û serpêhatiyên xwe de temî û şîretan li wan dike; ku yekbin, ji xewa kibîr şiyar bin, xwendevan bin, dest bidne destên hev, bibine heval û hevkarên hev, bibin şerkerên bê tirb û xof bo xatirê azadî û serbestiya kurd û Kurdistanê.“

Berî ez werim ser felsefe u ramana welatpareziya wî di helbestan de, giringe ez du têbiniyan li ser ҫîrokên wî bi bîr bênim:

1- Piraniya ҫîrokên wî li ser rabirdu (dema buhrî), cihê li daykbȗnê ȗ zarotiya wî.

 2-Ҫîrokên wî bi zimanekî pir sade, zelal u xweș hatine nivîsandin!Zimanê ҫîrokanweke ku jibo filîman hatiye nivîsîn; ew bi hȗrgilî ȗ hostayetî, rewșa ku têde ye șirove dike?!!

Nimune: „Nêçîra Berazan“

„— Em di rê ên bi devî û bi kelem re diçûn; di gelek newalên kûr, di pir zinarên bilind, di hevraz û hevjêrên dûr û dirêj re derbas dibûn… Ez û du hevalên xwe bûn. Sehên me bi me re, tifingên me li milê me, rextên me li pişta me bûn. Destên me bi lepik, lingên me bi goreyên rîsînî û bi pêlavên xurt nixumî, bedena me bi çekên tekûz girêdayî bû. Zivistan û çele bû. Em diçûn çayê Mancêlê, nêçîra berazan.

Li cikî dî ji ciroke: dibêje, ku bi kotekîgihane șikftê lêșikeft vale bȗ:

“ me xwe da ber latekê; cî pir teng bû, têra hewîna (hewandin) me û sehên me ne dikir. Bi dişwarî me xwe bi cî kir û me agirek dada.

Piştî şîvê bayekî reş dest pê kir… peşkên baranê hatin… her ke çû ba bêtir, baran zêdetir bû. Agirê me vedimirî, canê me şil dibû… em, ji serma diqefilîn. Sehên me jî diricifîn, teriyên xwe dikirin nav lingên xwe, berên xwe ber jor ve dikirin û kûr, kûr dizûriyan. Xuya bû, înzara (agehdarî. I.M.) encameke xerab didan me…“

Beșdarên rêzdar, bi rastî ez naxwazim li ser vê mijarê zêdetir bi axivim, ji ber hin axavtin li ser vê mijarê wê werin gotin! Ezê di demên pêș de zêdetir li ser ҫîrokên wî lêkolînê bikim! Tenê min xwest dîtinên xwe -bi kurtî- li ser hȗnandina çîrokên wî diyar bikim.

Em werin ser welathezî di helnestên Q.Can de; piraniya babetên helbestan, jibilî nȗbȗna șêweyî hȗnandinê, ew bi bȗyer ȗ ramiyariya rojane ve girêdayî ne; di vê derheqê de Kamuran bedirxan weha gotiye: „… Ala helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyê hildabû (Q. Can. I.M.) jor. Toreya miletê Kurdî bi kok û rehên wê yên resen ve girêdida û ji êmîş û kaniyên welatê xwe vedixwar. Te digot qey dixwaze ji cîhanê re bibêje: (Em in xwedanê şaristaniya kevin di cîhanê de, xwediyê rewşenbîriyeke berfireh in. Em neviyê Cizîrî ne. Li hemberî dirêjahiya bejna demê ne. Em kevn in. Me rehên xwe bera xaka dîrokê dane. Em dikarin bi pêvajoya demê re afrandinên nû û pêşveçûyî di meydana tore û rewşenbîriyê de biafirînin“.

Weke ku di destpêkê de hate gotin, sala 1957an, Qedrî can bi girûpek xortên Kurd re beşdarî mehrecana ciwanên cîhanê yê şeşan li Moskoyê dibe. Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Barzanî yê nemir û helbesta xwe ya bi navê (serdarê Kurdan Berzanî) diyarî wî dike:

Serdarê Kurdan… Berzanî

Berzanî… Berzanî…

Di cenga welat de,

Di meydana xebat de,

Pehlewan…Qehreman…

Tuyî, Buyî, Hîmî Kurdistan.

Te hîmî Kurdistan, Çêtir, Bêtir, Li cî danî

***

Berzanî… Berzanî…

Kî Vî Navî Nizanî?

Her kesî dît, Her kesî bihîst,

Li rojhilat… Rojhelata navîn.

Zivistan û havîn

Ki dike ceng? Kî dike xebat?

Li hemberî çend dewletan,

Ew dijminê miletan,

Çend dewletên isti’mar,

Kî bûye kelem? Kî bûye bar?

***

Dîsa li ser çîyan,

Dîsa li nav meydan,

Deng dike, Ceng dike,

Berzanî… Berzanî…

***

Bêgoman weke ku diyar dibe, Q. Can di Kesayetiya Barzanî ȗ șoreșa wî de rizgariya Kurd ȗ Kurdistanê dibînê; weha berdwam dike:

Ordû, ordû şikandîn,

Hezar çenber qetandin,

Mîna birûsk û ewran,

Li her cî, li her deran…

Diçirise dide deng,

Mîna dawet diçe ceng

Sînoran diçirîne,

Ordûyan di dirîne

Gava jê re bû meraq

Bê perwa dajo Îraq…

Dide ser dilê Tirkan…

Diçe bakûrê Kurdan…

Dibe tîr… dibe kevan…

Xwe dirêj dike Îran…

Ew Ecemên esrarkêş,

Efyûnkêş…

Bi qalûna xwe digrin,

Dikevin taya mirin…

Û dibêjin:

Dîsa kire xuyanî,

Hat Ruh-stîn: Berzanî!

***

Bi dîtina min Q. Can jin aliyekî ve di keseyetiya Barzanî re, weke nunerê miletê kurd, rizgarkarê hemȗ Rojhelata Navîn dibîne ȗ ji aliyê din ve jî weke kesekî ȗ bi bîr ȗ baweriyên xwe ve ҫep, bang li miletên cîran dike,ku ew jî rabin ser xwe ȗ șerê dagîrkerên hêzên mezin bikin ȗ piștgirya Barzanî „Xelaskirê însanî“ weke ku wî dinasîne, bikin; weha didomêne:

Ey biraderê Ecem!

Ixwan: Ereb el-eşem!

Ey…Demoqrat Turk qardaş!

Birader! Îxwan! Yoldaş!

Em heval û cîran in,

Dijmin Amêrîkan in…

Îngilîz in…Îngilîz…

Zînhar jê re ne bin lîz.

Serdarê me Berzanî

Gerek her kes bizanî

Serdarê azadîyê ye…

Navdarê abadiyê ye…

Rabin, hûn jî bilivin,

Li doza wî bicivin…

Bêjin bijî Barzanî…

Xelaskirê însanî!

Piștî vegera Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Soviyêt sala 1958, Q. Can dîsan helbesteke pirr li Niștimanperwerî, rizgarîxwaz ȗ aștîxwaz di rêya kesayetiya Barzanî de bi navnîșana “Şêr hat welat“ pêșkêșî miletê xwe ȗ yên cînar kir: ezê tenê ҫend malikan weke nimûne bênim ser kaxezê

Şêr hat welat

Mizgîn … mizgîn…. gelî Kurdan Roja Kurdistan helat…

Barzanî hate niştiman,

Şêr hat … şêr hat welat…

Mizgîn li we, Barzanî hat…

* * *

Çiyayê Zagros bê deng mabû, Baxçe û bax bê reng mabû,

Ew meydana bê ceng mabû, Roja Kurdistanê helat…

Şêr hat welat… şêr hat welat…

Mizgîn li we, Barzanî hat…

* * *

Li Îraqê, Kurd û Ereb azad bûne ji nîrê Xerb.

Li ser yek rê… li ser yek derb Roja Kurdistanê helat…

Şêr hat welat… şêr hat welat…

Mizgîn li we, Barzanî hat…

* * *

Azad bû ye Suleymanî

Sibe dora Mûş û Wanî

Mehabad û Sine û Banî

Roja Kurdistanê helat

Mizgîn li we Berzanî hat

* * *

Bijî azadî û Kurdistan

Bijî asayîş li cîhan

Bijî insan brayê insan,

Roja Kurdistanê helat…

Şêr hat welat… şêr hat welat…

Mizgîn li we, Barzanî hat…

Barzanî hat … Barzanî hat.

* * *

Her bijî şoreşa me

Şoreşa me yê bijî

Berzanî û pêşmerge

Hêviya nuh vejiyandin…

Bêgoman Q. Can hîn berî vê demê jî, di nîvê salên ҫilî de gelek helbestên, ku babetên milethezî derdê azadiya neteweyî di wan de hebȗn, nivisandine: weke nimune di sala 1947an de helbesta wî a bi navê“ Niştiman birîndar e“ di kovara „Gelawêj“ de hatiye weșandin ê! Cihê gotinê ye, ku hin gotin ȗ li gorî rîtma zaraveyê Soranî nivîsandiye:

 

Niştiman birîndar e, wextî efsane niye

Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye

 

Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd

Bo çi tu pir ekî derd, Wextî meyxane niye

 

Ey kiça li çemçemal, kiça Kurd, kiça delal

Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye

 

Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî

Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye

 

Niştiman birîndar e, li ber çavan sêdar e Wextê ‘eşqane niye, wextê mestane niye.

Lê bi baweriya min, di wan sala de, helbesta Q. Can a herî giring ȗ pirr li welathezî, êș. șîn ȗ dilșkandin ewe, a ku li ser bi darvekirina Pêșewa Qazî Mihemed, yekem serokê yekem Komara Kurdistan di dîrokê de, nivîsandiye! Ew weke Milethezekî mezin, ronakbîrekî kurd, nikarîbȗ li hemberê wê bȗyera dîrokî bêdeng bimênê…

Helbest bi navnîșanaŞîna pêşiwa Qazî Mihemed“

(Serokê cemhûriya Kurdistan) bȗ; tevî ku ew pirr dirêje jî, ez dibênim, ku pêwiste bê komêntar, hemȗ were ser kaxezê da ku xwendevan bi xwe li ser rawestin ȗ wateyên wê ji xwe re șirove bikin!

 

Efsûs! efsûs! çi derdekî giran e!

Birînek bê derman e!

Ji dil nalîn…

Ji dev kalîn…

Hezar ah, hezar zarîn… Ji çavên me hêstirên xwîn, Têne coş… têne xiroş…

* * *

Dibêjin ko ew ‘ecemên efyûn-kêş

Esrar-kêş

Bi destên xwe yên gemarî, Danîn sêpa xwînxwarî!

Serê pêşwa dane pêş! Ew rêberê bê hemta,

Teva çend wezîrên wî, Kişandine pê sêpa

Ji erdê bilind kirin!

Di devê wan de qelûn Di serê wan de efyûn Lingê şêran kil kirin!

Karê wane ji ezel, bê wefayî,

Bê bextî û xwînxwarî û cefayî

* * *

Tu hîç xêrê ne bînî, ey Conpolê Ingilîz…

Ji wan esrar-kêşan re

Te hazir kir ev lîz

Rûyê te reş be

Ey teres

Ey bê namûs Tiroman

Balafirên te bûn bes,

Azribaycan, Kurdistan

Teva zar û zêçên wan

Kirne bumbar dûman

* * *

Bi şarê xwe kirine Ingilîz, Emrîkan

Esrar-kêşên Eceman û toranên Turkan Ew dikarin me bikujin

Top û tanêgê wan hene Zar û zêçan qir bikin Balafirên wan hene…

Lê bira bizanin ko çiqas Kurdan bikujin,

Kurdetî ewê bijî ger bimîne mêr û jin

Bêguman roja me jî ewê bê

Roja rastî

Di dîroka beşer da

Xuya be heqperestî

* * *

Ey pêşiwayê navdar

Dijmin eger tu kuştin

Navê te yî pir şêrîn

Hetanî ebed hiştin

Her cara ko lingê we,

Ser serê wan kil dibû

Giyanê we bilintir

Ber ezman hildi bû, Em dizanin …

Hûn ne ew kesin ko hîç bitirsin

Li sêpayê dijminan Ber ew bikin, pirsîn çiqas we henekê xwe Bi sêpayê wan kirin

Bumba wî ya etomîk

Ji germiya dilê me

Nikare hîç sar bike,

Natewîne milê me,

Ey şehîdên Ebedî

Oxira we ya xêrê be

Silavê me li wan kin,

Her kî rêwîyên vê rêne

Navê we, Ewê bijî

Ewê Kurdistan bijî

Giyanê we

Di dîrok û dastanan vejî

Şam 1948

Li șȗna kotasiyê:

Beșdarên hêja, bi dîtina min mirov dikare di her nivîsareke vî torevanê mezin de, pirsa Milet/Welatheziyê bibênê; jibo tekezbȗn li ser gotinên xwe, ezê dîsan weke nimȗne helbesteke wî a bi navnîșana „Karwanê me“ bênim bîra we!

Karwanê me

Em hîç ne westiyan û nawestin

Li ser vê riya dûr

Ser vê riya dijwar

Em diçin û emê biçin

Ber bi armanca xwe

* * *

Ser deryayê bi xwîn

Ji çiyayên dar û devî

Deştên bi kelem û histirî

Newalên teng û tarî

Em derbas bûn

* * *

Li bin baran

Li ser berfan

Ba… û bager

Li şikeftan

Di bin dilopan

Bi lingê xwas

Bi can tazî

Karwanê me diçe

Ber bi armanca xwe

* * *

Bi koviyan re pence pence

Bi dêwan re rû bi rû

Me ceng kir

Wan em kuştin

Me ew kuştin

Em ne tirsiyan

Ne beziyan

Karwanê me diçe

Ber bi armanca xwe

* * *

Em gehiştin çiyayê qaf

Nizîk bû… nizîk bû ermanc Xuya kir… xuya kir behişta Kurmanc Ah…

Ew ne xweş giyan

Ew kulikên ji karwan

Bi şûn da man

Ew rebenên bêçar

Man… ji beheşta me bê par

 

Sedcar mixabin Karwanê Qedrî Can jî weke yê bi dehê hezaran Ronakbîr ȗ têkoșerên kurdan, hînjî negihaye armanca xwe „Azadiya Kurdistanê“ a dawî, ew di 9 Tebaxa 1972an de li Șamê ҫȗ ser heqiya xwe, lê karwan her diҫe ȗ navê wî ȗ berhemên wî, wê her di dil ȗ li ser zimanê gelê me bin…

Cendekê d’ vê gorê de

 Zor nazik û ciwan e

J’ Dêrka çiya ê Mazî

 Navê wî Qedrî Can e

Hezar xweşî l’ gora wî

 Hozanekî Kurdan e

Welatparêzekî qenc bû

 Rohsitîn jê girt can e

 

Gorê xiste zikê xwe

 Ew jî kire qurban e

Ji pişta me Kurdan çû

 Ev zana ê Zeman e.*

 

Têbînî:

Ev helbest li ser kêla gora nemir Qedrî Can hatiye nivîsandin, dibêjin ya Izzet axayê Dêrikî ye!

——————————————————–

Ҫavkanî:

– Qedrî can (1911-1972),Çîrok, gotar, helbest û werguhêz, Komkirin û amadekirin: Dilawerê Zengî. Derhêner û kombiyûter: Royar Zengî.

Beyrît- Libnan-2005 Çapxaneya Emîral.

– Prof. Qanatê Kurdo: Tarixa edebyeta kurdi (1). Weșanên: Roja Nȗ. Stokholm 1983.

– Malpera Internêt a „Ria Taza“ krd.riataza.com (bi zimanê kurdî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev