Nabe ku Kurd bibin qurbana bê îstîqrarîya Îraqê

Nabe ku Kurd bibin qurbana bê îstîqrarîya Îraqê

Şêxmûs Ozzengin

Di 21.08.2021 an de min bi sernivîsek „Afganîstan û metodên Emerîka“ nivîsek derxistibû. Min di nivîsê de bal dikişand ser metodên Emerîkayê û eşkere dikir ku:

„Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li Îraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîkayê ev xeteyên mezin kir, ku Îran li Îraqê bibe desthilatdar. Hişt ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî Îraqê bibe. Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka Îraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bînine serê Kurdan?“

Di pêvajoka mudaxaleya welatan de du qonax hene. Qonaxek jê leşkerî ye. Hûn dîrekt mudaxaleyî wî welatî dikin û ji hêla leşkerî de serkevtî dibin. Lê qonaxa duyem avakirin e. Li dewsa sîstema hilweşîyayî divê hûn sîstemek ji ya berê baştir ava bikin, ku di hewlên we de serkevtin hebin. Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Afganan re dewletek netewî û niştimanî bêt avakirin? Afganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşên Talîbanan. Li Afganîstanê Emerîka û NATO serkevtî nebûn. Bi mejîyê leşkerî civatên medenî nayên avakirin. Emerîka bi rewşek leşkerî li pirsan dinêre, lê hêla civakî nade ber çavan. Di vî warî de xeteyên stratejîk kirin. Eynî tişt li Îraqê jî qewimî!

Emerîka di qonaxa yekem de sîstema BAASê û dîktatorîya Sadam Huseyîn hilweşand. Di vê qonaxê de serkevtî bû. Yanî ji hêla leşkerî de Emerîkayê li Îraqê mudaxaleyek serkevtî pêk anî. Ji hêla şer de serkevtin bidest xist. Lê di qoxaxa avakirina „Îraqek nû de“ ne serkevtî bû. Ji ber xeteyên stratejîk Emerîkayê Îraq radestî Îranê kir. Pêşî li berfirehkirina Tehranê negirt û hişt ku Tehran li Îraqê bibe desthilatdar. Ev jî bû sebebê ku ji ber bandora êrîşên terorî li Îraqê, Emerîka Îraq terk bike. Piştî vekişîna Emerîkayê ji Îraqê, İran bi bandorek berbiçav Îraq îdare kir. Vê jî nehişt ku Îraq wek dewlet biser bikeve û destkevtinên kurdan jî bên garantî kirin.

Emerîka piştî vekişînê jî li alternatîfên din negerîya û fatora vê ji kurdan re pir giran bû. Emerîkayê gefên Îranê û tehlûka Îranê nedît.

Emerîka ne tenê ji ber piştgiriya Îranê ji Hamas, Hizbullah û Hûsiyan û beşek ji Şîeyên Îraqê re, lê belê destêwerdana wê di têkbirina avakirina hikûmeteke Îraqî ya bi bandor de jî hebû. Berpirsîyarê îro yê rewşa Îraqê Emerîka bi xwe ye. Emerîka li henber helwesta Bexdayê ku a li dij Herêma Kurdistanê jî bêdeng ma.

Li henber referandûma serxwebûna Kurdistanê helwest girt. Emerîka şaşitî kir.

Dema piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nekir.

Dema Kurdan dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê gelek pirs ji Emerîkayê nehatin kirin.

Hinekan digotin „ne wextê referandûmê ye û nerast e, biryarek şaş e“. Lê kesek ji Emerîkayê ne dipirsî ku; Îraqek nû nehat avakirin û Îraq her ku diçe dibe bingeha şerê teyfî û mezhebî. Hûn nikarin kurdan ji vê sîyasetê re bikin qurban! Alozî û ewlehîya Kurdistanê dikeve bin metirsîyê. Emerîka çawa dikare di vî warî de bêdeng bimîne?

Emerîka, çawa îradeya miletekî û biryara qedera miletekî piştguh dike, nabîne û hurmetê jê re nagire?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev