Wateya peyva “aqûbet”ê

Wateya peyva “aqûbet”ê

Zeynelabidîn Zinar, lêkoler/nivîskar

Biraderê me Bînbaşê (Bihnbaş/Bihnxweş) Axê, pirsa wateya peyva AQÛBETê ji min kir.

Ez piştre sêwirîm ku hunermendekî wisa baş bi wateyê ne agahdar be, nexwe pêdivî heye ku ez vê peyvê şirove bikim da ciwanên me rind bizanibin:

Peyva AQÛBETê, di kurdiya kurmancî de rojane tê bikaranîn. Lê nijada peyvê çi ye û ji kurê ye, em lê napirsin. Peyv di nava Kurdên Kurmanc de bi sê haweyan tê bikaranîn:

1)

AQÛBET

. Eger di malekê de çend bira hebin û ji hevûdu re baş bin, di xebera hev de bin, tê gotin ku ew mal bi AQÛBET e.

Yan gundek, eşîrek, miletek eger ji hev re baş bin û pirsa hevûdu bikin, guhdarî li hev bikin, alîkariya hev bikin, di nava êş û derd û şahiyên hev de bin, tê gotin ku ew bi AQÛBET in.

Lê eger vajiyê vê yekê bin, tê gotin ku bê AQÛBET in.

2)

Wateyeke din a AQÛBETê, serpêhatî û çarenûs e:

. Dema kesek diçe rêwîtiyekê, yan diçe welatekî dûr û gelek dem derbas dibe malbata wî xeber jê wernagire, tê pirsîn ku AQÛBETa wî bû çi? Yanî çi hat serê wî ku deng jê nayê!

3)

Herweha di Kurmancî de, dema salxurek, rîspiyek şîret li ciwanan dike, weha dibêje:

. Li AQÛBETa xwe ya dawîn bifikirin.

Yanî divê hûn baş bin, baş kar bikin, baş bixwînin û di dawiya temenê xwe de nexurifin.

Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev