DIMSA MÊVANAN

DIMSA MÊVANAN

Memê Miksî

Bi şirîkatî çi kar çi xisar

Dibên sê zelam bibûne ticar

¤¤¤

Li gundên derdor digeran her sê

Ne hewce bûn ta biçine Qersê

¤¤¤

Têkiliyên wan di gel gundiyan

Bi kirîna van kavir û miyan

¤¤¤

Gelekî xweş bûn heya tu bêjî

Qet çênedibû tehde û gêjî

¤¤¤

Û li her gundek çi nevser çi genc

Bo xwe girtibûn hinek dostên qenc

¤¤¤

Dema li evan ku dibû êvar

Li mala yekî ew dibûn sitar

¤¤¤

Vêca rojekê ev her sê heval

Bi rê dihatin di gel wan sewal

¤¤¤

Kom bûn ewrên reş dinya bû tarî

Birûskê veda baranek barî

¤¤¤

Li wir ne hebûn şkeft û livane

Ne jî tehtekî zir bisîvane

¤¤¤

Ca ku şerpeze nebin di gel pez

Ber bi wî gundê nêzîk çûn bi lez

¤¤¤

Melûm tev şil bûn libas û kiras

Heta gihan li mala kesek nas

¤¤¤

Sewal berdane hevşiyê xanî

Piştra li derî dan bo mêvanî

¤¤¤

Zarokekî hêj biçûk û ne gir

Seh kir riqeriq hat derî vekir

¤¤¤

Gava rûniştin bala xwe danê

Ne dê ye ne jî bav li meydanê

¤¤¤

Pirs kirin ji wan gotin: Ka gelo?

Dayika we û birakê ‘Elo

¤¤¤

Keçika hinek pêşkên û bi fêm

Got: Dê w bavên me niha birin êm

¤¤¤

Heta ku bidin dana dewaran

Ez hiştime li ber evan zaran

¤¤¤

Hûn hatine ji rêyek gelek dûr

Miheqeq li we birçî bûye ûr

¤¤¤

Ka ez xwarinê bînim ji we ra

Mêvanan jî got: Baş e ser sera

¤¤¤

Keçik çû anî kodikeke dar

Û dagirt dimsek reş ji ya Bêdar

¤¤¤

Di gel dimsê jî çend nanek anîn

Li ber mêvanan danî firavîn

¤¤¤

Wan jî vedan mil bes bi pariyan

Xwarin û xwarin hingî kariyan

¤¤¤

Keçik nedima hêviya pirsê

Çend caran nû kir kodika dimsê

¤¤¤

Keyfa mêvanek jê ra hat ewqas

Got: Yeqîn dê tu bibî jinek xas

¤¤¤

Tînî didî me vî xweş ne’metî

Paşî diya te ya cihcinetî

¤¤¤

Seba te em ji dimsê kirin têr

Nehêle dilkê te yê pak û zêr?

¤¤¤

Ne bîrewer bû hitika delal

Ku biparêze xefiyên di mal

¤¤¤

Bersiv da gotê: Ey xalê hêja!

Tu dibê qayê me gayek pêja

¤¤¤

Ev dims bi teybet ji bo mêvanan

Me hiland ne ji bona gavanan

¤¤¤

Di malê da kes naxwetin tu car

Ji ber ku mişkek tê da bû mirar

¤¤¤

Wextê wiha got aciz bû zelam

Kodik weveşand şikest wekî cam

¤¤¤

Ew kesê berî keyfxweş û dilşa

Bi kuxtekuxtê li wir vereşa

¤¤¤

Piştî dan hinek xeber û dijûn

Got: Yaw nizanim ev çi kes in hûn

¤¤¤

Keçik girî got: Xalo te çi kir?

Çiqasî nankor hem xirab î pir

¤¤¤

Te kodik wisa li wê erdê da

Wê dapîra min birrîte çi da?

 

Çavkanî: Memê Miksî /Mesnewiya Çîrokan (Rûpel:52/53)

Çavkaniya çîrokê: Şevger Çolo

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev