”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 70

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 70

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Qanatê Keleş Kurdoyev (1909-1985) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Qanatê Keleş Kurdoyev (1909–1985)

Zanyar-rohilatzanê mezin, ku bi dirêjahîya çarêk sedsalê (1960-1985) serokatî li Koma kurdzanan li Beşa Lênîngradê a Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZ YKSS kirîye, xudanê gelek berhemên derheqa ziman, edebîyet, dîrok û êtnografîya kurdan da ne.

Destpêka karê zanyarîyê yê Q. K. Kurdoyev sala 1950 ye, dema ew wek xebatkarê zanyarî yê sere li Kabînêta Îranzanyê bû karmendê Înstîtûya Rohilatzanîyê.

Sazkirina Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê di sala 1956an da bo kurdzanîyê pêrspêktîvên berfireh vekirin. Sala 1959an serekê Beşa Lênîngradê akademîk Î. A. Orbelî ferman îmze kir: ”Bi berçavgirtina amadekirina plana bo xebata kurdzanîyê li Beşê… emir dikim ji 1ê adara sala 1959an ji wan zanyaran koma kurdzanan amade bikin, ku niha li Kabînêta Îranzanîyê da kar dikin, wê bikin komeke serbixwe ya bi serokatîya min, karê çareserkirina hemû pirsgirêkên bo lêkolînkirina dîrok, çand û zimanê kurdî daynine ser wê komê”. Kabînêta Kurdzanîyê, ku di paşdemê da hate binavkirin wek Kom, bû navbenda lêkolînên kurdzanîyê ya here pêşketî di cihana zanyarî da.

Sala 1960î serokatîya Kabînêtê sipartine Q. K. Kurdoyev. Bi serokatîkirina koma kurdzanan ra tevayî Q. K. Kurdoyev di eynî wextê da bi karê zanyarî va jî mijûl bû, ku di wî karî da ya sereke lêkolînkirina pirsên bi zimanê kurdî va girêdayî bûn. Di mîrata zanyarî ya Q. K. Kurdoyev da Gramerên akademîk yên zimanê kurdî, lêkolînên himberîhevkirinê-dîalektologîyê, berhemên lêksîografîyê, ferheng hene. Xebatên Q. K. Kurdoyev bingehê zimanzanîya kurdî danîn, tesîreke mezin li ser pêşketina wî ulmî kirin, him li Rûsîyayê, him jî li welatên dereke.

Q. K. Kurdoyev bi lêkolînên ser zimanê kurdî ra tevayî, bi karê lêgerînên li ser edebîyeta kurdî, efrandarîya gelêrî, dîrok, çapemenî û êtnografîya kurdî va jî mijûl bûye. Yek ji pirsên ku bo zanyarê mezin hewaskar bû, ew dîroka kurdzanîya welêt bû. Bi serokatîya Q. K. Kurdoyev di Beşê da herdem xebata bîblîografîyê dihate derbazkirin.

Q. K. Kurdoyev guhdarîyeke mezin datanî li ser pirsa amadekirina kadroyan. Şagirtên wî yên pirjimar, ku li aspîrantûta li rex Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyêya AZ YKSS xwendine, bi awayekî serketî li navbendên kurdzanîyê yên Rûsîya Federal û ji sînorên wê der kar dikin. Salên serokatîya Kabînêta Kurdzanîyê ya Q. K. Kurdoyev, pêwendîyên zanyarên Sovyetî bi kurdzanên Almanîyayê, Fransayê, Swed, Sûrîyê, Îraqê ra hatine firehkirinê, û ev yek alî qewînkirina pevgirêdanên zanyarî kir. Berhemên Q. K. Kurdoyev yên sereke li weşanxaneyên welatên dereke da hatine çapkirinê.

Karkirina bingehdarê kurdzanîya Rûsîyayê Q. K. Kurdoyev ya zanyarîyê û pedagogîyê li cihanê jî deng da. Ew hate hilbijartin wek endamê eynsî yê Akademîya Kurdî ya Zanyarîyê li Îraqê û endamê Şerefê ya Înstîtûya Kurdî li Parîsê.

Q. K. Kurdoyev ji sedî zêdetir nivîs dane çapkirinê, di nav wan da herwiha gotar û monografîyayên ser ziman û edebîyeta kurdî.

 

Berhemên sereke yên Qanatê Kurdo

Курдоев К. К. Грамматика курдского языка (курманджи). М., 1957.

Курдоев К. К. Курдско-русский словарь. М., 1960.

Курдоев К. К. Учебник курдского языка (на курд. яз.). Ереван, 1960.

Курдоев К. К. Сборник курдского фольклора (на курд. яз.). Багдад, 1972.

Курдоев К. К. О религиозных письменных и устных текстах курдов-езидов // Письменные памятники и проблемы истории культуры народов Востока. IX годичная научная сессия ЛО ИВ АН СССР (автоаннотации и краткие сообщения). М., 1973.

Курдоев К. К. Грамматика курдского языка на материале диалектов курманджи и сорани. М., 1978.

Курдоев К. К., Юсупова З. А. Курдско-русский словарь (сорани). М., 1983.

Курдоев К. К. История курдской литературы (на курд. яз.). Ч. I–II. Стокгольм, 1983–1985.

Курдоев К. К. Исследование заза. Бонн, 2016. На курдском-курманджи. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev