ASTA KURDÎNIVÎSANDINÊ

ASTA KURDÎNIVÎSANDINÊ

Husên Duzen

Nivîsandina bi kurdî, nepejirandina qedexeyekê ye. Destnîṣankirina daxwazeke siyasî ye. Bi dirêjahiya salan nivîskarên kurdînivîs bi vê hizrê tev geriyan.

Siyaseta kurd tu carî ji dil beṣdarî nivîsandina bi kurdî nebû. Ger caranan hinek partî û komên siyasî ev kiribin jî, ew mîna alaveke propagandayê bikar anîne.

Roj hat ku tevgera siyasî, leṣkerî û çandî li Kurdistanê germ bû. Dewletên mêtinkar jî dest avêtin kurdî û bi rêya dezgehên xwe ew bi ṣêweyekî bisînor bikaranîn. Bêguman ew jî vê yekê ne ji nêteke pak dikin.

Ligel vê jî ev bû sedem ku siyaseta kurd jî bi dengekî bilindtir daxwaza zimanê kurdî bike, bê î ku ew bi xwe danûstandinên xwe bi kurdî bimeṣînin.

Gelo di van rûdanên dawî de, kurdînivîs li ku man? Ji ber sedemên jor ne dezgehên dewletên dagiker ne jî siyaseta kurdî cihekî girîng dan wan. Mixabin wan bi xwe jî rêz ji kirin û daxwazên xwe yên bi salan re negirtin.

Kurdên Rojava bi tevahî -çi siyasetmedar çi nivîskar û rojnameger- van du salên dawîyê piṣta xwe dan kurdiyê. Di gotar û jiyana xwe ya hizrî ya aktiv de erebî bikaranîn. Li Bakur jî di heman demê de kurdînivîs ketin nobeta bêdengiyê.

Yên ku cararan hin peyvên bi kurdî belav dikin jî bêtir ji bo parastina kom an komika xwe ya siyasî kirin. Rewṣ hat astekê ku kurdî tenê ji bo bidestxistina tîtila „nivîskariyê“ tê bi kar anîn.

Di vê rewṣê de pirsyarek xwe derdixe pêṣ: Gelo ku ji serî de daxwaza nivîsandina bi kurdî derneketa pêṣ, ango me bi ya wan siyasetmedarên kurd î digotin niha ne dema xwestina mafê zimên e bikira, dê çi biba?

Bi gumaneke mezin dê encameke balkêṣtir jê derneketa, lê encama min bi xwe hêvî dikir jî ne ev bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev