SURMELÎ MEMED BEG Û EVDALÊ ZEYNIKÊ

SURMELÎ MEMED BEG Û EVDALÊ ZEYNIKÊ

Mihemed Erzurum

“..Axayê mi bajo

Mîrê mi bajo

Qonaxa kekê mi Îran e bajo…!”.

Dema ku behsa dengbêjiya Serhedê tê kirin, Evdalê Zeynikê dikeve bîra meriv; ji ber ku kilîta dengbêjiya Serhedê Evdal bûye. Her wisa ku behsa Surmelî Memed Begê jî tê kirin, dîsa Evdalê Zeynikê dikeve bîra meriv…

Memed Beg li Serhedê û li cem Romê çiqas namîdar be jî, li vir keda Evdal nayê jibîrkirin, di kilam û destanên xwe de pir cî daye Memed Begê, bi gel daye naskirin û hezkirin. Evdal di dîwana Memed Begê de serbest û destûrdayî bûye, di şerr û rêwîtiyan de tim pê re bûye, lehengî û camêriya Mîrê Kurd bi çavê xwe dîtiye, di kilamê xwe de bêqisûr bi zar kiriye.

Em vegerin ser mijara xwe:

Me navê Surmelî Memed Begê di kilamên Evdal de bihîstibû. Em di Arşîva Osmanî de li ser wî lêkolîn kir, em rastî çend belgeyên taybet hatin. Li gor belgeyên Arşîva Osmanî cara yekem di sala 1853 de dibe berpirsiyarê Elajgirê. Lê xuyaye ku serê wî bi Romê re jî di belayê de ye. Di sala 1861 de ji wezifê tê girtin, bi berpirsiyariya kuştina Keşîşê Bazîdê Sîmon tê sûcdarkirin. Ji ber wê bûyerê wî dixin zîndana Erzurmê. Piştî çend roja Memed Beg ji hebsê fîrar dike. Berê xwe dide Qersê here tu naçî…

 

Evdal li ser wî vê kilamê dibêje;

“Hey lo Mîro Erzurma şewitî wê bi saz e

Wêrana Deveboynê bişewite wê bi saz e

Tivinga destê bavê Evla Begê qe nasekine

Ji êvar da zare-zar e û gaze-gaz e…

Evla Begê bi sê denga kire gazî

Go Surmelî Memed Paşa bavo

Wê ji hal û hewalê me çawa be,

Li kêleka me ya rastê eskerê Romê ye

Li paşiya me Hecî Ûsiv Paşayê Sîpkî

Sofî Paşayê Hesenî, Temoyê Cibrî ye”.

Li xana Çerkeza, bi me re hûr e – hûr e, gaz e-gaz e

Ewê ji hal û hewalê me çawa be?”

 

Surmelî Memed Paşa digo

Evla Beg lawo tu metirse

Ez bavê te me, kilê çavê Eyşan Xanimê me

Ez xwedanê şanzde agirî me

Bavê te yê şev xûn li Ereb xe

Bi sibê re qonaxa bavê te Xaylaz e…”

 

Rayedarên Osmanî di şûna Memed Begê de Hesen Begê Parsînê di sala 1861 dixin midurê Elajgirê. Pistî ku Memed Beg ji hebsê fîrar dike, bi destê Waliyê Erzurmê efûya wî dertê, cara duyem Memed Beg dibe midûrê Elajgirê..

Sala 1865 de Dewleta Osmanî ji bo sefera Xozanê Derwêş Paşa û Qazasker Cewdet Efendî wezîfedar dike. Fermaneke Sultanê Osmanî ji Surmelî Memed Paşa re dişînin ku ew jî bi çarsed siyarî ve tevlî yekîneya leşkerî bibin herin ser Xozanê..

Memed Paşa rûsipî û endamên dîwana xwe tov dike bi wan dişêwire, endamên dîwanê û jina wî ya mezin Eyşan Xanim dibên neçe ewê tiştekî bînin serê te..

Memed Paşa dibê neçûyîn nabe, mana çûyînê li ber dewletê serî rakirine.

Çarsed lehengên Serhedî berê xwe didin rêya hatin nehatinê.

 

Evdal dest bi kilameke şewat dike distirê:

“Heyla wayê, heyla wayê

Ezê li dîharê Kela Elajgirê diketim ha li beyara

Hela mêzekin li leşkerê nîzamiyê û li refê siyara

Çarsid xortê eşîretê berê xwe dane xerîbiyê

Rebbê Alemê Mîrê Mîra sihûda wana bişixulîne li pêş neyara..”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev