Serxwebûnxwazî xîret e

Serxwebûnxwazî xîret e

Şemsettin Isıklı

Serxwebûnxwazî heq, huqûq, edalet, wekhevî û aştî ye.

Serxwebûnxwazî şeref, namûs û şexsiyet e.

Serxwebûnxwazî serîhildan û giyanekî azad e.

Serxwebûnxwazî rabûna li ser piyan, jiyan û têkoşîn e.

Serxwebûnxwazî neteslîmiyet, neîtaetkirin û redkirina koletiyê ye.

Serxwebûnxwazî dîrok, esalet û ji xwe bawerî ye.

Serxwebûnxwazî hêvî, bawerî û mêrxasî ye.

Serxwebûnxwazî hişmendiyeke bilind û kesaniyeke kamil e.

Serxwebûnxwazî wezîfeyeke mirovahî û talebeke xwezayî ye.

Serxwebûnxwazî serxwebûna miletê kurd û Kurdistanê ye.

Fikriyat, doz û têkoşîna ji bo serxwebûnxwaziyê hinekan aciz dike, ditirsîne, sil dike û xewa wan direvîne.

Yên ku nikarin rasterast êrîşî doza serxwbûnxwaziyê bikin, êrîşî serxwebûnxwazan dikin.

Qaşo henekên xwe bi wan dikin, bi gotinên beredayî li biçûkxistin û bêitibarkirina wan digerin.

Pir ditirsin ku dê ciyên wan di nav sîstema mirovxwer de xira bibe.

Serxwebûnxwazî evîn e, îdrak e, têgihîştin û sewda ye, xewn û xeyal e, pîrozayî ye, armanc û pêşeroj e.

Li ber kilavyayê jî be, di medyaya civakî de jî be, di xewnê de jî be em serxwebûnxwaz in.

Di nav çar dîwaran de jî be, li salonan jî be, em bi xwe bi xwe jî bin em serxwebûnxwaz in.

Em li Kurdistana pîroz jî bin, li metropolan jî bin, li biyanistan û li ser stêrkan jî bin em serxwebûnxwaz in.

Em bi tena serê xwe jî bin, em hindik jî bin û belawela jî bin em serxwebûnxwaz in.

Em li ser rêya rast in, bi hêvî û bi bawerî ne.

Em derdên xwe jî û dermanên wan jî dizanin.

Em dîroka xwe dizanin û tecrûbeyên me yên giranbiha hene.

Giyan û hişê me yê neteweyî xurt, jidil û têgihîştî ye.

Em ê bi girse û miletê xwe re jî bibin yek û li her derê jî biqîrin û dinyayê jî bihejînin.

Hewceyiya me bi aqilê sivik û bi hişê sîstema dagirker tune ye.

Ber bi Kurdistaneke Serbixwe ve!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev