Berhemên kurdzanên me – 284

Berhemên kurdzanên me – 284

Me di 283 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 10

 

A. Pûşkîn

 

Serê Çaran

Şerê bi Heqî-paşa ra. Mirina begê teter. Hêrmafrodît. Paşayê dîlgirtî. Erez. Pira şivên. Hesen-Qelê. Kanîya germ. Rêwîtîya ber bi Erzurumê. Hevraxeberdan. Zevtkirina Erzurumê. Dîlgirtîyên tirk. Derwêş.

Rojtira din seheta pêncan kamp hişyar bû û ferman sitend êrîş bikin. Dema ez ji çadir derketim, rastî mîrlaw Paskêvîç hatim, ku berî hemûyan hişyar bûbû. Ew çav bi min ket. “Etes-vous fatigue de la journee d’hier?” – “Mais un peu, m. le Comte”. – “J’en suis fache pour vous, car nous allons faire encore une marche pour joindre le Pacha, et puis il faudra poursuivre l’ennemi encore une trentaine de verstes” {12}.

Em bi rê ketin û nêzîkî seheta heyştan hatine ser girekî, ku ji wir kampa Heqî-paşa wek ser kefa destan zelal xuya dikir. Tirkan ji hemû qeleçeyên xwe agir kirin, ku zirar jê ne dihat. Me texmîn kir, ku di kampa wan da nerehetîyek heye. Westandin û germa berbangê gelek ji me mecbûr kirin ji hespên xwe peya bin û li ser hêşinaya terr pal din. Min destê xwe danî ber serê xwe û bi hêvîya fermana, ku pêşda herin, ketime xewa hingorê. Piştî çarêk sehetê min hişyar kirin. Her tişt di nav hejê da bû. Ji hêlekê va cêrgeyên leşkeran êrîşî li ser kampa tirkan dikirin; ji hêleke din va – desteya siyarîyan tivdîra xwe didît dû neyaran keve. Min hewil da bi dû alaya Nîjêgorodskê ra herim, lê hespê min dikulîya. Ez paş ketim. Alaya Ûlanê li rex min ra bi bayê bezê derbaz bû. Ez di çiyayên bi daristanên six da bi tenê mam. Di rê da ez rastî leşkerekî hatim. Ewî gote min, ku di daristanan da gelek neyar hene. Ez tevlihev bûm. Ez rastî gênêral Mûravyov hatim, ku bi alaya peyayan va diçû. Ewî taxbûrek şande daristanê, ku ji neyaran paqij bikin. Gava ez gihîştime bestekê, min dîdemeke balkêş dît. Yek ji begên teterên me di bin darekê da ketibû, giran birîndar bû, ber mirinê bû. Li rex wî hizkirîyê wî dikire îske-îsk. Melle ketibû ser çokan, dua dikir. Begê ber mirinê pir rehet bû û bêy xwe bilivîne, li hevalê xwe yê genc nihêrî. Zêdeyî 500 dîlgirtîyan li bestê berev bûbûn. Çend tirkên birîndar bi destan û nîşanan gazî min dikirin, wisa xuya bû, ku min dewsa bizîşkan danîbûn, û alîkarî ji min dixwestin, ku min nikaribû bida wan. Ji daristanê tirkek derket, ku pîneyê bi xwîn danîbû ser birîna xwe, ku zêde xwîn jê neçe. Leşker nêzîkî wî bûn bona birîna wî girêdin, dibe jî ji merivhizîyê dikirin. Lê ewê yekê ez zêde zendegirtî hîştim; min tirkê feqîr, ku ji hal ketibû û di nava xwînê da mewicî bû, anî bal hevalên wî, ku bi kom sekinîbûn. Serhing Anrêp li rex wan bû. Ewî ji qelûna wan dikişand, ew jî wê demê, gava deng bela bûbû, ku xudêgiravî li kampa tirkan nexweşîya tayê belav bûye. Dîlgirtî rûniştibûn, rehet di nav hev da dipeyîvîn. Hema bêje hemû jî genc bûn. Em hinekî hêsa bûn û me riya xwe berdewam kir. Li ser tevaya rê cendekên kuştîyan hebûn. Piştî 15 vêrstan min alaya Nîjêgorodskê dît, ku li rex kenarê çemê ber zinêr hêwirî bû. Riya me çend sehetan kişand. Berêvarê em hatine deştekê, ku bi daristana six va dorgirtî bû, û dawî, piştî 80 vêrstan, ku ez di nava du rojan da jê derbaz bûm, ji min ra li hev hat razêm, xewa xwe hildim.

Rojtira din, leşkerên, ku bi dû neyaran ketibûn, ferman sitendin vegerine kampê. Li wir em pê hesîyan, ku di nav dîlgirtîyan da yekî hêrmofrodît heye. Raêvskî bi hêvîkirina min cab şand wî bînin. Min dît yekî bejinbilind, êpêceyî xurt, bi dêmê eblû hat. Me bi amadekarîya bizîşk ew şopand. Erat vir, mammosus ut femina, habebat t. non evolutos, p. que parvum et puerilem. Quaerebamus, sit ne exsectus? – Deus, respondit, castravit me {13}. Ev nexweşî, ku haya Hîpokrat jê hebû, bi şahadeta rêwîyan, zêde bal teterên koçer û tirkan heye. Dibêjin, ku navê hêrmofrodîtê yê bi tirkî heye.

Leşkerên me li kampa tirkan bûn, ku me roja buhurî zevt kiribû. Çadira mîrlaw Paskêvîç nêzîkî konê hêşîn yê Heqî-paşa bû, ku ji alîyê kazakên me da dîl hatibû girtin. Min berê xwe da wî û dît, ku ew di nava zabitên me da ne. Ew rûnişt, lingên xwe li hev aland û qelûna xwe kişand. Ew yekî çil salî xuya dikir. Li ser dêmê wî yê ciwan bawerî û rehetîyeke kûr xuya dikir. Ewî hîvî kir, ku qedehek qahwe bidinê û pirsan nedinê.

Em li deştê sekinî bûn. Çiyayê Saxan-lûyê yê bi berfê va nixamtî û bi daristanên six va li dû me mabû. Em pêşda çûn û li tu cîyan rastî neyaran ne hatin. Gund xalî bûbûn. Dor-ber melûl bû. Me Erez dît, ku bi lez dikişîya û li kevirên kenêr diket. 15 vêrstan dûrî Hesen-Qelê pirayek hebû, ku bi awayekî bedew li ser heft sûrên ne wekehev hatibû çêkirin. Bi gotina gotîyan, eva pira şivanekî dewlemendbûyî çê kirîye, ku li girê bilind mirîye û heta niha jî mezelê wî nîşan dikin, ku bi du darên bîyê va dorgirtî ye. Gundîyên der û doran têne wira, ew war wek ziyaret qebûl dikin û dua dikin. Navê pirayê Çaban-Kuprî ye (pira şêvên). Riya ber bi Tewrêzê ji wir ra derbaz dibe.

Çend gavan dûrî pirayê min seredana kelefeyên reş yên karwan-serayê kir. Li wir min xên ji kerekî nexweş, ku wisa xuya bû mihacirên, ku xwe li riya revê girtibûn, anîbûne vira, tu kes ne dît.

Berbanga 24ê hezîranê em çûne Hesen-Qelê, ku kelayeke kevinare bû û roja buhurî ji alîyê mîrlaw Bêkovîç da hatibû zevtkirin. Ew weke 15 vêrstan dûrî warê me bû, ku emê lê bihêwirîyana. Rêyên xilpe-xwaro ez ji hal êxistibûm. Ez bi hêvî bûm, ku ezê hêsa bibim; lê bi awayekî din derket.

Berî ku siyarîyên me amadekarîya xwe bibînin, ermenîyên, ku li zozanan bûn, hatine kampa me û dixwestin, ku em wana ji tirkan biparêzin, ku berî sê rojan heywanên wan ji dest wan girtibûn. Serhing Anrêp, ku baş serederî ne kir, ka ew çi dixwezin, bi wî va wisa xuya bû, ku desteya tirkan li çiyê ye, û bi taxbûreke siyarîyan ya alaya Ûlanê va çû, Raêvskî da hayadarkirinê, ku 3 000 tirk li çiyê ne. Raêvskî da dû wî, bona eger xeterek hebe, here hewara wî. Ez şandibûme alaya Nîjêgorodskê û ji ber wê jî bi siyarîyên xwe va çûm ermenîyan ji wê belayê xilaz bikim. Em 20 vêrstan çûn, ketine gund û me çend eskerên paşdaketî dîtin, ku şûrên xwe tazî kiribûn û dabûne dû mirîşkan. Li vira yekî ji Raêvskî ra şirove kir, ku gotina wan derheqa 3 000 golikan da bû, ku berî sê rojan tirkan dizîbû û dikarin bi hêsanî di nava du rojan da bigihîjine wan. Raêvskî emirî ser leşkeran kir hew bidine dû mirîşkan û serhing Anrêp şand ser meselê bisekine. Em paşda vegerîyan, ji çîyê derbaz bûn, hatine Hesen-Qelê. Lê bi wî awahî em 40 vêrstan çûn bona çend mirîşkên ermenîyan xilaz bikin, ku ji bo min qet jî ne balkêş bû.

Hesen-Qelê tê hesabê dergehê Erzurumê. Bajar li rex zinaran hatîye çêkirin, dora wê kela ye. Li wir heta sed malên ermenîyan hebûn. Kampa me li deşta berfireh bû û pêşberî kelayê bû. Li wir ez çûme ber xanîyekî kevirî yê gilover, ku hewaza bi kanîya di rengê hesin û gewr tê da hebû. Beraya hewza gilover sê dîamêtr bû. Ez du caran bi avjenîyê ji serîkî hewzê çûme serê dinê û ji nişkêva min texmîn kir, ku serê min gêj dibe û madê min li hev dikeve, min bi zor-cefa xwe gîhande niçê hewzê yê kevirî, ku ji wir ava kanîyê dikete hewzê. Ew av li Rohilatê pir bi nav û deng in, lê ji ber ku xwedî-xudanên wan yên ciddî tunene, binecî wana bi kar tînin û kareke mezin jê nastînin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev