Pirsa we û bersiva me – 233

Pirsa we û bersiva me – 233

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 38

1-

Mêrikê koçer ji hevalê xwe pirsî; Gelo serokwezîr çi dixwe? 

Hevalê wî: Bi Xwedê, vêga divsê dixwe.  

Yê koçer: Gelo bi çi dixwe? 

Hevalê wî: Bi simkerkê dixwe.

 

2-

Li Tirkîye û Kurdistanê rojên şemî û yekşemê derketina derve ji ber pandemîya Covid 19 qedexe ye. Mêrik di mal de pir aciz bûbû. Nizanîbû bê bi çi awayî derkeve derve da bêhna xwe fireh bike. Bi yekcarê tê bîra wî ku destûr heye ji bo nan kirînê, mirov dikare here firnê nan bikire. Mêrik rahişte nanekî hişk û êxiste kîsek naylon de û derkete derve. Dema zabitan ew rawestandin û jê pirsîn bê çima derketîye derve, mêrik kîsikê nan rayî wan da û got; min nan kirî û ez dê herim malê. Zabitan gotinê; de here malê. Mêrik li derve têra xwe gerîya heta bêhna wî fireh bû û dema vegerîya malê, nanê ku di destê wî de bû avêt ber dîwar û bi xêra nanê hişk yê destê xwe de bêyî ceza bixwe vegerîya mala xwe.

 

3-

Heso li bajêr weke kesekî cirnexweş û belakir dihat nasîn. Rojekê li nav bazara bajêr digere û ji nişkave pelqênî ji pişt stûyê wî tê. Ew Heso yê ku belayê bi pênc qurîşan dikire, bi hêrs li xwe vedigerê û ew dibîne ku zilamekî qelew û bejn bilind û xurt weke gayê li ser kizina li paş wî sekiniye.  

Heso jê dipirse: Kuro ew te li min xist? 

-Erê ez bûm, vêce çi bû? 

Heso: Te bi rastî li min xist an bi henekî? 

– Min bi rastî li te xist. Ka tu yê çi guyî bixwe? 

Heso berê xwe da mêrikê qelew, dirêj û bi qewet qeremî wî sist bûn ji bê mecalî û tirsan got: 

-Tobe tobe ya Rebî, min jî got qey te bi henekî li min xistiye. Here bi rêya xwe de, ez ji henekên wisa qet hez nakim.   

4-

Rojeke zivistanê gundîyekî Torî, ji daristanê barek dar berhev dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê, ku bibe bajêr bifiroşe û dixwaze li şûna wê ji bo malê tenekeyek dohnê xazê bikire.  

Darfiroş di rê de digihîje kalemêrekî. Berê xwe didîyê ku kalemêr jî ber bi bajêr ve dimeşe, lê bi kotekî dimeşe. Silavê li kalemêr dike û dike ku derbas be. 

Kalemêr darfiroş dide rawestandin û dibêje: 

-Xwarzê, ma tu bi ku ve diçî? 

Darfiroş: 

-Xalo, ez diçim bajêr ku van darên xwe bifroşim û tiştna ji bo malê ji xwe re bikirim. 

Kalemêr dibêje: 

– Tu yê darên xwe bi çiqasî bifiroşî? 

Darfiroş dibêje: 

– Wela barê dara bi 60 Lîreya ye.  

Kalemêr: 

– Dixwazim ez darên te bikirim, niha tu nafroşe min? 

Darfiroş dibêje: 

– Belê xalo, çima nafroşim? Ma ne bi perê xwe ye? 

Kalemêr destê xwe davêje berîka xwe û ji xelîtka xwe 70 Lîra derdixe û didê darfiroşî. Û dibêje: 

– Xwarzê, tu dibîne ku ez bêtaqet bûme û nikarim bimeşim. 

Ha ji te re 70 Lîra heqê darên te. Daran li vê derê deyne û ezê heta bajêr li kerê te siwar bibim.  

Darfiroş barê kerê xwe vedike û daran li wê derê diqulibîne erdê. Kalemêr li kerê siwar dibe û li hêvîya darfiroş dimîne ku bi hefsarê serê kerê bigire û bimeşin. Lê darfiroş li barê daran dimeyzîne û qet ji cih nalebite.  

Kalemêr dibêje: 

– Xwarzê, tu çima naye? 

Darfiroş bersiv dide: 

– Xalo, ma emê van daran li vir bihêlin? 

Kalemêr dibêje: 

– Xwarzê, ma ne min heqê darên te daye te, ma te çij dara ye.  

Darfiroş li kalemêr dimeyzîne û li barê daran dimeyzîne. 

Kalemêr dîsa dibêje: 

– Xwarzê ka em herin, ma tu negihiştî heqê darên xwe? 

Darfiroş li barê daran dimeyzîne û dibêje kalemêr: 

– Belê xalo. Lê ma wê çi bi serê barê darên min were? Wela ez darên xwe li erdê nahêlim. 

 

5-

Rojekê Şêxo berêvarkî pir westiyayî ji kar hatîye malê. Jina wî Qedo û zarokên xwe li benda Şêxo bûn ku pevre şîvê bixwin. Şêxo hatiye malê û pirsîye: Qedo ka bêcemê min bîne ez cilên xwe biguherim, lê ez rehetîya xwe nastînim. 

Qedo li dolabên cila û deverek nema ku lê negera, lê mixabin bêcemê Şêxo nedît.  

Dibe qîrewîra Şêxo, keçê ma wê bêceme bi kû ve here, ma ne ne firîye û ji mal neçûye. Helbet destekî ew danîye deverekê. Zarok jî bi dîya xwe re li bêceme gerîyan lê bêfeyde bû, bêcemê Şêxo nedîtin.  

Şêxo jî ji qehran qayîşa xwe vekir û şalê xwe berda xwarê.  

Û got: aha ez ê jî bi derpêk bimînim. Dema şalê xwe berda xwarê û dît ku va ye bêcemê wî di binê şal de lê ye.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev