Girîngiya zimên di bîranînan da

Girîngiya zimên di bîranînan da

Ahmed Kanî

Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser girîngiya zimên a di bîranînan de rawestim û wek nimûne pirtûka Amed Tîgrîs a bi navê “Bîranînên Min” binirxînim. Ev pirtûk, cara pêşîn (2021) li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hat çapkirin. Îsal jî li Wanê ji aliyê Weşanxaneya Ronya ve hat çapkirin.

Nivîskarê pirtûkê, di pêşgotina xwe de li ser bîranînan wiha dinivîse: “Di nav civaka me kurdan de nivîsandina bîranînan nebûye kevneşopiyeke çandî û dîrokî. Bi tenê hinek kesên ku bi polîtîkayê re mijûl bûne, bîranînên xwe (piranî bi tirkî) nivîsandine. Ewropî hema hema her kes kin an dirêj jiyan û xebatên xwe dinivîsin. (…) Nivîsîna bîranînan gelek girîng e. Mirov bi jiyana xwe re, jiyana civaka serdema xwe jî radixe ber çav, ew dibe kurtedîrok, mîraseke mayînde û li pey mirov dimîne. Nivîsandina bîranînan di nav nifşê kevn û nû de dibe weke pireke çandî û dîrokî. Ji malbat, nas, dost û gel re jî dibe dokumentereke nivîskî ya bi rêk û pêk.”

Meriv dikare bibêje ku nivîskarê pirtûkê, zimanek herikbar û zelal bi kar aniye, lê ya girîngtir ku xwendina pirtûkê bi meriv xweş dike û dide xwendinê ew e ku nivîskar bi zanîn wek parodî nivîsiye. Dîsa em dikarin ji pêşgotina wî vê paragrafê wek nimûne bidin: “Li gorî rîwayetan gelek pêxember û ewliya 800-900 salan jiyîne. Lê kes nizane wê demê ji çend hefte û mehan re gotine sal. Çi dibe bila bibe, ez îdîa dikim ku ez ji wan pêxember û ewliyan temendirêjtir jiyîme. Temenê min ji 2000 salan zêdetir e û ez hîn dijîm. Ez bi rastî prosesa du civakên ku 2000 sal ferqên zanistî û teknîkî di navbera wan de hene hatim. Min di dema ku bi ga û keran cot dihat kirin, paleyî bi das û tar dihat çinîn, bi mewşene bênder dihat kutan, dît. Mirov bi karwaniya ker û hespan bi rojan ji bajarekî diçû bajarekî din. Lê niha jî mirov di navbera du sê saetan de, bi balafirê ji parzemînekî difire parzemînekî din. Heta bi navgîna gerdûnê diçin Merîh û gerestêrkan… Ev guhertinên teknîkî û civakî yên weha ferqên bi hezar salan rastî nifşê me hatin.”

Dema em çavekê li ser naveroka pirtûkê digerînin, dibînin ku pirtûk bi zaroktiya Amed Tîgrîs dest pê dike û heta roja me ya îro bi rêk û pêk; nîvê sed sala bîstî û çaryeka sed sala bîst û yekê pêşkêşê me dike. Di dema xwendina dibistana seretayî de çavdêriya gelek bûyerên balkêş dike, wek mînak bûyera azmûna mezûniyeta dibistana seretayî ku bi serê wî de hatiye wiha peşkeş dike: “Azmûn hem devkî hem jî nivîskî bû. Beriya min çend şagirt rakirin û ji wan pirsîn… Piştre ez rabûm, min bersiva pirsan dizanîbû. Mamosteyek bi gotina  ka binêre ker kurê kerê tu dibêjî qey bilbil e, ji min baştir dizane’ re şermaqek bi hêz li bin guhê min da. Ez şok bûm û tirsiyam.”

Piştî dibistana seretayî dibistana mamostetiyê li Erxeniyê ya bi navê Dibistana Mamostetiyê ya Dîcleyê dixwîne. Di derbarê vê dibistanê de agahiyên berfireh dide. Dema meriv salixdanên wî yên derbarê dibistanê da dixwîne, di serê meriv de pirsa gelo Amed Tîgrîs ji vê pergala asîmîlasyonê razî ye, çê dibe. Heta di civîna danasîna pirtûkê de kesek ku nexwendibû ev pirs anî ziman. Lê dema meriv heta dawî pirtûkê dixwîne dibîne ku nivîskar der barê sîstema perwerdeya nijadperest de gelek agahî dide. Li vê dibistanê gelek kesên navdar nas dike. Behsa bilûrvan Haviz Zulfo bi berfirehî dike, wek hunermendek bêxwedî yê kurd e. Di pileya sêyem de ji vê dibistanê mezûn dibe.

Piştî ku dibe mamoste li gundê Cinêzûrê dest bi mamostetiyê dike. Rewşa sosyolojîk a hejarî û nezaniyê ya gundiyan bi awayek parodî dinivîse. Dema erdheja Licê ya sala 1975’an de wek rêveberek Komeleya Mamosteyan (TOB-DER) ya li Licê, behsa deşîfrekirina helwesta dewletê ya xapînok û xizmeta saziyên civakî ji bo mexdûrên erdhejê dike.

Di van salan da meyla wî ji bo fikra çepgir çê dibe. Peywendiya wî bi Partiya Komunistan a Tirkiyeyê (TKP) re heye. Di dawiya sala 1977’an de ji bo di weşana beşa kurdî ya radyoya ku li Almanyaya Rojhilat, li bajarê Leipzigê ye de cih bigire bi malbatî diçe Almanyayê. Ew li wir dibîne ku rêber û serokê TKP’ê li hember doza kurdî bêrêzî dikin, li hember wan helwestek kurdperwer derdixe pêş. TKP, wî sal û nîvek di mala wî de, heps dike. Paşê bi rêya hin demokratên ku wî dinasin tê azad kirin û vedigere welat.

Ji ber ku li welat rewşa awarte heye, dîsa mecbûr dîmîne ku biçe Ewropayê. Li Swêdê sih sal bê navber mamostetiya kurdî dike. Ew di tebaxa 1994’an de bi komek rewşenbîrên kurd ku di bin serokatiya Îsmet Şerîf Wanli de ye re gerek berfireh li Şamê û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Ez dixwazim li vir şayesandina wî ya Efrîna ku îro bi dagirkeriyê bîrîndar e, pêşkêş bikim: “Bi rastî Efrîn bi gundên xwe ve bihuşta Kurdistanê ye. Axeke sor û rûerdeke girik û banî ye. Di nav rezên Efrînê de mêw û mehşêlên heft ber hene ku di salê de ne carek çend car tirî digirin. Ji ber vê yekê navê heft ber lê kirine. Çiya û naverast hemû darên zeytûnê ne. Ax sor dike û dar kesk dikin. Salê bi hezaran ton zeytûn berhev dikin. Li gelek cihan karxanên zeytûnan hene. Zeytûnê xwarinê, zeytûnê ku ji wan don derdixin, bexçê hinar û hêjîran bê ser û ber in. Hinar bi daran ve sor bûne û qelişî ne, mirov dema wan temaşe dike dibêje qey ew xanimên lêvsorkirî ne.”

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku meriv bi kîjan zimanî binivîse xizmeta çand û hunera wî zimanî dike. Pêwîst e her kurd bi kurdî xizmeta kurd û Kurdistanê bike.

Ji çilî zêdetir berhemên wî yên ku piranî li ser wêje û zimanê kurdî ne, hene.

Çavkanî: https://xwebun1.org/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev