Hevpeyvîn EVROyê bi Alî Gurdilî ra

Hevpeyvîn EVROyê bi Alî Gurdilî ra

Demhat Dêrikî

Evro: Kek Alî, berhemên wêjeyî yên îro çap dibin, heta çi radeyê em dikarin bibêjin felsefîne û cudahiya wan ji berhemên klasîk?

Bersiv: Beyî guman meriv nikare tevahîya berhemên wêjeyî ên ku îro çap dibin, bide ber nirxandineke gelemperî. Çimkî, zehmet e. Lê di roja me da, ne tenê di berhemên wêjeyî da, di gelek berhemên hunerî da, felsefe heye, dihê bikarhanîn û ast û qaliteya berhemê, bilindtir dike. Bi a min, romannivîsên serkeftî, hemin felsefenas in jî, loma dikarin berhemên serkeftî biafirînin. Em di dewr û dewraneke nû da dijîn, dewr û dewreneke guhêrbar a nûjen e. Her tişt, bi lezginî xwe diguherîne û adapteyê, şert û mercên pergala xwe dibe, da ku bikaribe bijî û zindî be. Ji bo cîhana wêjeyî û ramanî jî, ev rastî heye û ew jî, li gor şert û mercên jiyana mirovî, şekil digrin û di bin tesîra wan şertan de, xwe heyî dikin û dijîn.

Evro: Eger wêjegerên Kurd rabin û bêjin ti têkiliya berhemên me bi felsefê ve nîne, dê dîtina we çi be?

Bersiv: Beyî guman, di tevahîya berhemên wêjeyî da, xurt an zeîf; avahîyekê tegihî (conceptional, kavramsal) û ramanî heye. Nimûne: Berhemên Tolstoy, Dostoyevskî û Proust, gelekî nêzî felsefeyê ne. Berhemekê wêjeyî dema dibe xwedan çêbarîyeke (nitelik, quality) têgihî û îmkana bingehîkirinekê rosyonal dide xwendevanên xwe; wê demê ji asta analîza derûnî û dilzîzkirinê derbas dibe û di çarçoveya kes û pêhatîyan da, ji hêmanên (unsur, element)  felsefeyê xwe xweyî dike û dibe, xwedîyê felsefeyekê veşartî. Bi vî hawî, nêzî felsefeyê dibe. Wêje û felsefe (philosophia) herçuqasî dûrî hev werin dîtin jî, di rastîya xwe da du hêmanên cuda ên vehûna kulturê ne û li gor asta berhemê, carinan ji hev dûr dibin, carinan nêzî hev dibin û carinan jî, dikevine nav hev.

Ligel vê yekê, meriv dikare bibêje ku wêje, giringiyê zahftir dide biçîma aesthetics û ji bo felsefeyê jî, pêşikîya naverokê heye. Dîsa wekî nimûne, meriv dikare behsa helbesta Lucretiusî (B.M.95-52) a bi navê ‘De Rerum Natura’ bike ku yek ji şahberhema wêjeya cihanî ye, bi zimanê latinî hatiye nivîstîn û bi rêya vê helbestê, Lucretius felsefeya Epikurosparêzîyê veguhastiye çanda romayî. Îcar heke wêjekarên me roja îro rabin gotineke wiha bikin, beyî guman ezê rêzê li wan bigrim. Helbet meriv nikare di tevahîya berhemên wêjeyî da, behsa hebûna ramanên felsefeyî û felsefeyê bike û dibe ku têkilîya gelek berheman, bi wêje û asta wê ra jî tunebe. Rastî ev dîtin ne meseleya min e. Lê bawer nakim, wêjekarek rabe gotineke wiha bike.

Evro: Tu wek civaknas û mamosteyê felsefê, Kurdan di warê felsefê de çawa dibînî?

Bersiv: Zehmet e ku meriv bikaribe tevahîya kurdan, di komekê da binirxîne. Lê dîsa meriv dikare bibêje ku kurd, ji felsefeyê hez dikin û qîmetê didine ramanên felsefeyî. Lê xwendina me a metnên felsefeyî, axlebî bi zimanên biyanî ye. Berhem û metnên felsefeyî, bi zimanê kurdî kêm in, an jî xwendeyên kurdî qîma xwe bi ên heyî naynin. Ev yek jî, têkilîya ziman û felsefeyê, sist dike. Dîsa meriv dikare bibêje ku li hemberî ramanên felsefeyî, kurd rêzgir in û bi şêweyên dogmatîk, tevnagerin. Ev yek jî, dikare bibe sebebê pêşketina ramîn û çalakîya felsefeyî. Ligel vê yekê, kêmasîyên me zahf in û divê em baş bizanibin ku felsefe, roja îro pêdivîyeke jêneger e, hem ji bo me û hem ji bo tevahîya cîhanê. Di rêya lêgerîna heqîqet, bextewarî, xwenasîn û serbestîyê da, felsefe dikare rêhevaltîya me bike û me jî, bigihîne jiyaneke xweşhal, aram û serbest.  

Evro: Gotina dawî?

Bersiv: Spasîya te, tevahîya xebatkarên Rojnameya Evro û xwendevanên rojnameyê dikim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev