Donê Garis

Donê Garis

Muhemed Şerîf Cilînî

Donê sîsika garis ko ji donên herî belavbûyî ye li gelek deveran, weke berhemeke ne sereke ye di pîşesazî û ameda kirina “Nişayê û Șîra pêşesazî de”.

Ev don tê vebirajtin ji sîsika garis, ev sîsik (8-10%) ji liba (tena) garis e û donê di sîsikê de li dora (50-60%) ji giraniya wê ye.

Sîsik tê vebirajtin dema amadekirina Nişayê bi vebirêjkerên taybet û di cih de tê zuhakirin û hişkkirin, da teratiya sîsikan dakeve kêmî (4%) ji bo neyê şewitandin û tirş bibe.

Sîsikên zuha û hişkkirî têne veguheztin bo beşa derhênana don. Li wê beşê amade dibe ji bo guvaştinê û şûştinê bi hêkzanê. Berhem donê xame û kisba garis e weke êmê dewar û pez.

Donê xam divê rafîne bibe li gorî van gavan: natûralîkirina don ji bo vebirajtina tirşîyên azad, şêrêzan – sipîkirina don bi kîla ber çeman re, ji bo vebirajtina rengvedanan – sarkirina don û parzûnkirinê ji bo vebirajtina şima don – bêhn kişandin bi dûmana avê ya zindî ji bo vebirajtina bêhn û tama ne xweş, bi vî awayî donê wê  ji bo xwarina kêrhatî ye.

Donê garis weke donê pembo li ber xwe dide dijî şewatê, lewma hinek xwarin pê têne sorkirin û amadekirin, wek xwarinên kelandî. Ev don pir balkêş e ji bo amadekirina rûn û nivîşkê giyahî û hem jî bo amadekirina “mayonêz“ê li malan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev