Dostên Medya Kitabevi, Xwînerên Hêja!

Dostên Medya Kitabevi, Xwînerên Hêja!

Selahattin Bulut

Dixwazim xeberek xweş bidim we: Problema Medya Kitabevi ya cî û kirê çareser bû. Di şeşê meha îlonê de em ê barkin ciyê xwe yê nû.

Spas ji wan însanan re ku li kitêbxana xwe ya kurdî xwedî derketin, nehiştin keda 26 sala bi erdê de biteqe û nehiştin sitareya wan a ziman, huner û çand û wêjeya kurdî were girtin.

Di rojên zor de piraniya însana hîn zêde li xwe digrin. Hestên wan ên piştevaniyê zeîf dibin. Di zemanekî weha de piştgiriya ji bo Medya Kitabevi hat kirin pir girîng e.

Moral da me û ne tenê ji aliyê aborî de ji aliyê psîkolojîk û rûhî de jî pêdiviya me hebû. Vê alîkariyê ruhê piştevaniyê xurt kir û gelek kurd bi vê piştgiriyê serbilind bûn.

Biçûk û mezin, piştgiriya we pir bi qîmet e. We hewl da û Medya Kitabevi anî cîkî fireh û bi pencere!

Yek bi yek spasiya we dikim û hûn her hebin.

 

¤¤¤

Malpera me vê nûçeya dilxweşkir pîroz dike û bi hêvî ye, ku her kurdek piştgirîkirina vê ocaxa kurdan ya giring wek erkek netewî bibîne.  

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev