Li Agirîyê keçên pêncik dest bi dibistanê kirin

Li Agirîyê keçên pêncik dest bi dibistanê kirin

Hewlêr (Rûdaw) Li parêzgeha Agirîyê ya Bakurê Kurdistanê xwîşkên pêncik (pênc cêwî) ên 6 salî dest bi dibistanê kirin.

Fatih û Hatice Yilmaz ên ku li Taxa Firatê li bajarê Agirî rûdinên, çendek berê keçên xwe yên pêncik – Tenzile, Rabia, Havva, Berfîn û Hiranur li Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Çeçen qeyd kirin.

Pêncikan di çarçoveya hefteya hînbûnê ya dibistanê ya ji bo pêşdibistan û pola yekem a dibistana seretayî de li malê bi kelecaniyeke mezin amadekarî kirin, çenteyên xwe dan pişta xwe û tevî dê û bavê xwe berê xwe dan dibistanê.

Zarok li hewşa dibistanê bi hevalên xwe re leyîstin û pey re jî derbasî polên xwe bûn.

Rêvebirê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Hasan Kokrek jî dibistan ziyaret kir û pêncikan re qederekê sohbet kir û her wiha kek û ava fêkiyan pêşkeşî xwendekarên dibistanê kir.

Hasan Kokrek ragihand ku li seranserî wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 25 hezar xwendekaran dest bi pêşdibistan û pola yekem kir û got:

“Di nava hefteyekê de xwendekar dê perwerdeya hînbûnê bistînin. Di vê çarçoveyê de dê û bav û herwiha xwendekar dê li avahî û hewşa dibistanê bên gerandin, xebatên rêberiyê dê bên dayîn.

Xwendekarên me yên pêncîk dest bi dibistanê kirin û vê yekê em pir kêfxweş kirin.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev