Ji Çanda Kurdî Gotineke Watedar: PÊLAV LI BERÊ YE

Ji Çanda Kurdî Gotineke Watedar: PÊLAV LI BERÊ YE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Nezaket û rêzgirtin û nirxdayîneke wisa mezin di Çanda Kurdî de heye ku meriv di ziman û çandeke dî de nabîne yan jî pir hindik dibîne. Yek ji wan gotinên rêzmend jî ev e ku dibêjin: ”Xwedê pêlava wê daniye ber lingên wê”.

Jixwe gelek ji gotinên wisa, cihên xwe di pirtûka min a bi navê (Gotinên Watedar, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2015, rûpel 240, ISBN 91 89491 97 1) de vegirtine.

Dema keçek şû dike û demekurtek şûnde mêrê wê dimire, Kurd jê re xeysetnavê JINEBÎtiyê bi kar naynin û nabêjin ku mêrê wê miriye, lê dibêjin: ”Xwedê pêlava wê daniye ber lingên wê.” Yanî mêrê wê tune, dikare mêr bike.”

Li ser mesela jinan gelek gotinên rewa hene ku dibêjin, mînak: Kurd nabêjin qorika jinê, lê dibêjin KULÎMEKa wê û hwd.

Di dawiya salên 1950î de, dema min ew gotin li gundên Çiyayên Kosorê bihîzt, ez şaş mam. Lê demek şûnde min fêm kir û wateya pêlavê ew e, ku jinik êdî dikare mêr bike.

Hêvîdar im ku ciwanên me li ser peyv û termên wisa lêkolîn bikin û ji devê kal û pîran werbigirin, binivîsin, da ji mirinê rizgar bibin.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev