Navên hin lehengên Kurdan û hespên wan

Navên hin lehengên Kurdan û hespên wan

Süleyman Çevik

Hesp heywaneke çê û xweşik e. Di destan, kilam û çîrokên Kurdî de hesp motîfeke gelek girîng e. Lewra ew her tim bi xwediyê xwe re ye, wî tenê nahêle, bi wî re hevaltiyê dike. Ew bi hev re dijîn, bi hev re ji xetereyan xilas dibin, bi hev re digihîjin miradê xwe an jî têk diçin…

Ev wêneyê li pişta jimara Nûbihara 160î, Vedat Atlı li Xeyda-Hîzanê kişandiye.

Li bin wêne me navê hin lehengên Kurdan û navê hespên wan daye, bi min gelek xweş bûye: ji bo wan agahiyan gelek spas:

Türkan Tosun û Şemoyê Memê.

 

Navê hin lehengên navdar û hespên wan:

Memê Alan- Bozê Rewan

Siyabend- Deybilqiran/Hespê Şê

Ristemê Zal- Rexşê Belek

Bavê Fexrî- Gêjo

Derwêşê Evdî- Hedban

Ferzende Beg- Aznawir

Hesenê Elî Begê- Bûgulê Şamê

Hisenê Dêmez- Lûman

Teyar Axa- Şervan

Cangîr Axa- Gawir Hirço

Yadoyê Dimilî- Nîgar

Cembeliyê Kurê Mîrê Hekariyan- Xemrevîn

Kerr û Kulik- Sosik

Elîyê Xarzîya- Hoko

Hesê Dûdê- Bêcan/Bilîcan

Hemê Mûsê- Seklawî

Evdalê Zeynikê- Gogercîn

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev