Tirkiye: Li qada operasyonê helîkoptereke me ket xwarê

Tirkiye: Li qada operasyonê helîkoptereke me ket xwarê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma Metîna-Zap a di nava sînorên Herêma Kurdistanê de helîkoptereke wan ji ber “sedemên teknîkî” ketiye xwarê. Duh jî PKKê îdia kiribû ku li herêma Zapê li helîkoptereke Skorsky ya artêşa Tirkiyê xistine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew helîkopter neçar maye li “Herêma Operasyona Pence-Kilîd” ji nişka ve deyne, lê di dema daketinê de qeza kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di encama qezayê de ji 8 personelên di helîkopterê de 7 kes hatine rizgarkirin û yek jê wenda ye. Herwiha hatiye gotin ku ji bo personelê wenda yê helîkopterê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê wiha dibêje: “Roja 04.09.2022 di derdora seat 23.45an de helîkoptereke me ya ji tîpa Skorsky ji ber sedemên teknîkî neçar ma ku li Herêma Operasyona Pence-Kilîdê di dema tetmînatê de dakeve û ketiye xwarê. Ji 8 personelên di helîkopterê de 7 kes hatin rizgarkirin. Tenduristiya wan baş e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên xebatkarên me yên li herêmê berdewam dikin.”

HPG baskê çekdarî yê PKKê duh Yekşembê 4ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku şeva 3ê Îlonê di demekê de ku artêşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran hêz ber bi herêma Sîda ya Zapê ve dibirin, helîkopterek ji aliyê hêzên wan ve hatiye armanckirin.

HPGê îdia kiribû ku di encama gullebaranê de agir bi helîkoptereke artêşa Tirkiyê ya ji corê Skorsky ketiye û bi neçarî ji qada operasyonê dûr ketiye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê qezaya Amêdiyê ve li xwe digire.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev