Diz û çilpizîya tirkan û gotinên hevalekî min!

Diz û çilpizîya tirkan û gotinên hevalekî min!

Îkram Oguz

Dema ku mirov ji gund û bajarê xwe ya jî seranserîya welatê xwe dûr bikeve, ew der çawa ku hîştibe di derbarê wir da wusa difikire.

Guhartinên ku li wir qewimîbin, nabîne.

Bi bîr û bawerîyên wê demê û bi hesreta wê derê ra dijî…

Heta bîranînên xwe yên xirab ji bîr dike…

Bi bîranînên xwe yên xweş û baş wê hesretê dixemilîne.

Ez jî bi hesreta gelek deran va dijîm.

Ji wan cîhan yek gundê ku lê çavên xwe vekir, Xanbegîya Jêrîn e…

Ji wir rêya Kurbeşkê, mêrg û zevîyên li Sêgira, ava Kanîya Spî, kivkark û ribêsên Çîyayê Şahwelat xemla xewn û xeyalên min in.

Li pêy Xanbegîya Jêrîn Tatosê, Erzirum û Stenbol a xopan tên…

Zarokatîya min li Tatosê, li Xanbegîya Jêrîn derbas bû.

Piştî koçberîya ji gund deh sal li Erzirum, deh sal jî li Stenbolê jîyam.

Deh salên ku ji dema xortanîya min û bi têr û tijî derbas bibûn…

Jibo xwendekarîya li zanîngehê bûm koçberê Stenbolê.

Di destpêkê da li wargeha xwendekaran bi cîh bûm, wargeha ku di her odeyek wê da şeş xwendekar dijîyan. Ez û pênc xwendekarên ku her yek ji bajarek hatibûn, em sê salan di odeyek da razan. Ji wan ez û du kes kurd, du kes tirk, yek jî ereb bû.

Ez û hevalekî kurd, bi salan ji yên din mezintir bûn. Em herdu jî di dema 12 Îlonê hatibûn girtin û bi sîyasetê ra têkildar bûn. Ev hevparî me, em nêzikî hev kiribûn. Hevaltîya me û têkilîya me di nav demeke kin da xurt bibû. Şevên me li wargehê, rojên me jî li zanîngehê bi hev ra derbas bû, hevparî û şirîgatîya me jî zêde dibû.

Piştî xwendina zanîngehê em her yek li alîyekê va çûn. Lêbelê têkilîya min û hevalê min ê kurd tu car qut nebû û berdewam kir.

Sedem seknan û nêrînên me yên sîyasî memûrîyeta dewletê di mêjuyê me da derbas nedibû. Piştî zanîngehê jî em li karê dewletê negerîyan û jê dûr sekinîn. Min li firmayeka ku navê wê Teleteknîk, xwedîyê wê jî Osman Kavala bû, dest bi kar kir û xebitîm. Hevalê min jî di fîrmayek biçuk da bû midûr (rêvebir).

Lêbelê li gor midûrîya wî qezenca min ji ya wî zêdetir bû. Sedem wê yekê, kîngê em bihatana ba hev, min qilfê xwe bi midûrtîya wî dikir. Ew jî bi vegotineke xwerû mijar dixemiland û digot; „Tu pera bide alîkî û li nasnavê min binêre. Ez midûr im, lê tu?“

Piştî deh salên min ên li Stenbolê û di her xalî da bi têr û tijî derbas bibûn, rêyek dûr derket pêşîya min.

Sedem karên weşangerîya sîyasî, ez ji Tirkîyê û ji welat revîyam û derbasî Europayê bûm.

Hevalê min jî li Stenbolê ma.

Me bi salan hevdu nedît û dengê hev nebihîst.

Piştî 12 salen dûr û dirêj vegerîyam…

Di çûyîna xwe ya yekemîn da min berê xwe da Stenbolê û li mala hevalê xwe bûm mêvan.

Me bi saetan qala bîranînên xwe kir û em bi hev ra kenîyan.

Sohbet kûr, mijar jî li mijarê zêde dibû.

Mijar hatibû ser kar û barê wî, hinek sekinî û bi rûken got:

  • Ez rojekî li Beyazidê li benda otobosê sekinîbûm, profesorekî me rastî min hat. Çawa ku te pirsî, wî jî kar û barê min meraq dikir. Hê pirsa xwe li min nekiribû, min gotina wî di devê wî da hîşt û jê ra got, „ew zanyarîya ku te em pê perwerde kirin, ez di nav wê zanyarîyê n..m. Ez gorî şert û mercên wê perwerdeyîyê tevgerîyam, min rêvebirîya şeş şîrketan kir û her şeş şîrket da iflas kirin. Îro jî bê kar û bê bar im.“ Bi gotinên min ra profesor bi matmayî li min vegerîya û got; „kurê min dema ku min dersa aborîyê da we, rast e, min ji we ra negot dizî û çilpizîyê bikîn! Lê di şertên Tirkîya îroyîn da bê dizî û çilpizîyê jî mirov ne dikare fîrmeyek bi rêve bibe, ne jî dikarê li ser pîyên xwe bisekine.“ Bi gotina xwe ra jî berê xwe guhart û bi lez û bez ji min dûr ket… Heger te hê rewşa min fam nekiribe, dikarim ji te ra bîranînek xwe yê din jî bibêjim.

Hê wî bi dest gotina xwe nekiribû, min gotina wî birrî û mijar guhart. Pişt ra em rabûn û ketin nav kolanên Stenbolê. Lêbêlê Stenbol hatibû guhartin, bi xwe ra jîyana mirovan jî guhartibû.

Duh êvarê, di televîzyoneke tirkan da li bernameyek temaşe dikir. Siyasetvan û stratejîstên çepgir bi kelecan diaxifîn û qala dizî û çilpizîya rêvebirên xwe dikirin.

Ew rêvebirên ku serê wan li secdê, ji devê wan jî navê Xwedê kêm nabe…

Piştî guhdarîkirina çend xulekan, çi gotin û çawa bi hev kirin, nizanim.

Ew diaxifin, lêbelê hişê min li Stenbolê, guhê min jî li gotinên hevalê min, ew gotinên ku salan berê ji profesorê me ra gotibû…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev