”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 71

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 71

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Îsahak Îosîfovîç Tsukerman (1909-1998) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Îsahak Îosîfovîç Tsukerman (1909–1998)

Zimanzan-rohilatzanê Rûsîyayê, xudanê gelek berhemên zanyarî derheqa zimanzanîya kurdî da.

 

Îsahak Îosîfovîç Tsukerman li Mînskê, paytextê dewleta Belorusê, di mala mamosta da ji diya xwe bûye. Sala 1929an cîguhastî Lênîngradê bû û heta sala 1931ê li karxaneya ”Krasnîy metalîst” ya ser navê Kotlyakov weberhem, k necar kar kir. Sala 1931ê kete beşa îngilîsî ya Înstîtûya Lênîngradêye dewletê ya dîrokê-lîngwîstîyê (ÎLDL, pişt ra bû ÎLFDL), lê bi sebebên cuda cuda dewsa beşa îngilîsî beşa kurdî kere dewrê, ku li wir bi serokatîya Îosîf Abgarovîç Orbelî kome gencên kurd hîn dibûn. Di nav wan da Qanatê Keleş Kurdoyev jî hebû, ku di paşdemê da bû kurdzanekî binavûdeng û hevalbendê Î. Î. Tsukerman. Mamostayê zimanê kurdî Erebê Şemo Şamîlov bû, ku paşê bû nivîskarekî navdar û ew û Tsukerman demeke dirêj hevkarî kirin. E. Ş. Şamîlov, Q. K. Kurdoyev û Î. Î. Tsukerman, ku xwendkarên kûrsa sisîyan bûn, çend gotar weşandin, ku wê demê di nava zimanzanîya kurdî da tiştekî nû bû. Piştî temamkirina Înstîtûyê Î. Î. Tsukerman ji sala 1934an heta sala 1940î bû assistant û mamostayê fakulteya fîlologîyê ya Înstîtûta Lênîngradê ya dîrokê, fîlosofîyê û lînwîstîkayê. Ji sala 1937an heta sala 1950î karmendê zanyarî yê sere bû li Kabînêta zimanên Îranî ya Înstîtûya ziman û fikirandinê (ÎZF) ya ser nave N. Ya. Marr.

Sala 1942an Îsahak Îosîfovîç bi rezadilî çû pêşenîya şêr, li wir bi giranî hate birîndarkirin. Bi orden û medalyayên YKSS hatîye xelatkirin, di nav wan da bi ordena Steyrka Sor, ordenên Şerê Wetenîyê yên dereceyên 1 û 2, herwiha bi medalyaya ”Bo serketina himberî Almanîyayê”.

Ji sala 1951ê heta sala 1957an doçentê Zanîngeha Vîlnyûsê ya dewletê bûye. Sala 1957an Î. Î. Tsukerman bi vexwandina Î. A. Orbelî vegerîya Lênîngradê, karê lêkolînên li ser fîlologîya kurdî berdewam kir.

Di beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZ YKSS Îsahak Îosîfovîç Tsukerman zêdeyî bîst salan ( ji sala 1957an heta sala 1978an) xebitî. Karê wî yê zanyarîyê yê sereke lêkolînên li ser zimanê kurdî (zaravê kurmancî), çend taybetmendîyên rêzimana kurdî, di nav wan da herwiha fonetîkayê jî. Fikirên wî li ser pirsgirêkên zimanê kurdî bi awayekî zelal di dîsêrtasyona wî ya namzetîyê “Tewandina navdêran di zimanê kurdî da” û dîsêrtasyona wî ya doktorîyê derheqa xebatên kirî da (1965) xuya dibin. Di berhemên Î. Î. Tsukerman da pirsgirêkên bingehîn yên zimanê kurdî hatine azirûkirinê:

Di berhemên Î. Î. Tsukerman da pirsgirêkên zimanzanîya kurdî yên bingehîn hatine ronîkirin: Kategorîya zayendan, tewanga navdêran, awayên rewşan (di sîstema navdêran da), klasîfîkasyona bingehên demkî, bireser û tewanga bireseran, awayên kêşanê (di sîstema lêkeran da). Di çend gotarên li ser frazên navdêrî û lêkerî (lêkerên dijwar) yên kurmancîyê da, analîzeka di warê hevoksazîyê da tê kirin.

 

Berhemên Î. Î. Tsukerman yên sereke

Цукерман И. И. Очерки курдской грамматики // Иранское языкознание. Çap. 2. М.; Л., 1950. rûpel. 78–144.

Цукерман И. И. Очерки грамматики курдского языка // Труды Института языкознания. Cild. 6. М., 1956. Rûpel. 5–56.

Цукерман И. И. О генетическом единстве показателя будущего времени и показателя очности в курдском языке (курманджи) // Проблемы востоковедения. 1959. № 2. Rûpel. 148–155.

Цукерман И. И. Очерки курдской грамматики. Глагольные формы. М., 1962.

Цукерман И. И. К характеристике предложений с тематическим подлежащим в курдском языке // Палестинский сборник. Çap. 13 (76). М.; Л., 1965. Rûpel. 160–165.

Цукерман И. И. Хорасанский курманджи. Исследование. Тексты. М., 1986.

Шамилов А., Курдоев К., Цукерман И. Об изафете в курдском языке // Революция и письменность. 1933. № 1 (16). Rûpel. 51–56.

Шамилов А., Курдоев К., Цукерман И. О проблеме рода в курдском языке // Письменность и революция. Berevok. 1. М.; Л., 1933. Rûpel. 160–178.

 

Di wêne da: ji çepê profêsor Hecîyê Cindî, bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo û kurdzan Tsûkêrman. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev