Naveroka berhemeke ser êzdayetîyê

Naveroka berhemeke ser êzdayetîyê

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bi lêv nakin“

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdîtiyê 

Birêzan, dema min ev zaniyariyên di nava vê pirtûka xwe ya bi navê “gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin” di sala 2012 de berhev kirin, min hingê dît û vêga jî dibêjim, bingehên ol û civakên Kurdî û bi taybetî jî nirxên ola Êzdiyatiyê ji aliyê zanayên Êzdî-Kurdan ve kêm hatine lêkolînkirin.

 

Bi dîtina min heta îro hê jî, kêm ji me Êzdî û Kurdan dizanin ku Êzdiyatî di demên kevin de xwedî bandoreke mezin bûye. Xwedê nasîna Ezdayatiyê timî li dijî nêrîna ku ronakbîr, dîndar û rêberên dewletên desthiletdar, yên ku digotin/dêjin, ”rêvebirên desthilatdar pîroz in û hemû kiryarên wan rast in” derketiye.

 

Lewma jî, gelek ji desthilatdarên ol û dewletên Mezopotamiyayê yên kevin û dagirkerên Kurdistanê (tevî şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên xwe) bi fetwa û kampanyayên xwe endamên Ezdahîtiyê, mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin.

 

Xêrnexwazên Kurdistanê û Êzdiyatiyê ji bo armancên kesayetî û desthilatdariya xwe yên qirêj, gelek êrîş anîne ser Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe, qir kirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe tapû kirine. Bi hemda xwe ne hîştine ku tu berhemên li ser Kurdîtiya Êzdiyan, Kurdistaniyan, zilma ku li dapîr û kalikên me kirine di nav arşîva desthilatdariya wan de bêne xwanêkirin û parastin.

 

Lewma dibêjim, divê em Êzdî-Kurd baş fêhm bikin, şahidê dîrokê ne tenê ew dokumentên ku ji alî û li goriya desthilatdarên dewletên dagirker û kevneperestên kurdên Êzdî, Zerdeştî, Mazdakî, Cuhu, Xaçparêz, Bisilman, Elewî û hwd. ve hatine nivîsandin in…

 

Lê mixabin, hê jî gelek ji me Kurdan ji van çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê bi hemd şaşîtî nivîsandine bawer dikin.

 

Bi dîtina min, gava piraniya van „Kurdên ku hişmendiya neteweyî girtine û Kurdayetiyê bingeha her tiştî dibînin“, bi rastî girîngî bidana bikarneyîna vê „peyva neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan hê jî nabêjin û naxwazin li cem wan an jî di medyayên ragihandinê de bêye bikaranîn, wê gelek Kurdan dujminantiya Êzdiyan nekirina, îro gelek ji Êzdiyan jî negotina, „ziman û qewmîyeta me ji yên Kurdî cûda ne. Wê ev  nerastî, nenasîn û paşwerûtiya di nava gelê Kurdistanê de bela bûne, ne bûne sedem ku pêkhatiyên Kurdistanê hê jî ji hevûdinê dûrbikevin…

 

Jixwe hevalên ku min nas dikin ew dizanin, min ji zûve sond xwariye û gotiye,  gava Kurdên ala rengîn bilind dike jî, bi „nifira* ku mafê serxwebûna ola min û zadiya Kurdîtiya min înkar dike“ kar bike, ez wî/wê  ji hevaltiya xwe a „facebook“ê derdixînim!

 

Belê lîsta navên Kurdperwerên ku serxwebûna ola min û azadiya Kurdîtiya min înkar kirine û  min ew ji hevaltiya xwe derxistine gelekî dirêje…

 

Min hingê  daxwazî, xembarî, nêrîn, pirs û bersivên xwe yên  li ser  bingeha şaş an jî rast nîşandana pirsgirêka gotina neqenc, bi gelek  nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên me ra  parvekirin.

 

Ji xeynî gelek sedemên ku min di rûp. 8- 22 yê vê pirtûkê de pêşkêş kirine, hinek ji mînak, xembarî û nêrînên min bi wan rêzdaran ra parve kirine û li gorî ku di zargotina me de hatiye /têye gotin  ev bûn:

 

Pêşiyên me, ji ber Êzdîtiya xwe û tirsa ku dengê vê gotina neqenc nebihîzin, ew nediçûne nava gelek mal, gund û bajêran û pêdiviyên xwe yen ferz jî temîn nedikirin.

 

Ji ber tirsa ku Kurdên bisilmanên nezan û olperestê bi zarokên wan nekufirin û zarokên wan ji dînê wan derxînen, ne dihîştin ku zarokên wan herine dibistana, nava gund û bajaran. Keç û jinên xwe bi tenê ne dişandine tu deveran.

 

Dema carekê ewan zanîbûna ewê ji bona gelek ferz û pir pêdivîyan herine dayîrên fermî, berhemekî xwe bibirina firotanê, hinek pêdiviyên malê lazim bûna û hwd. divabûn ser, rû û libasên xwe weke yên Kurdên bisilman bidine xwanê.

 

Di ser vê de jî, hinga hinek bisilmanên nezan û temenê wan mezin Êzdî nas dikirin, bi dengekî bilind ev gotina ji bo ezdiyan niyeta xirab dide xwanê diqîriyan.

 

Heta gelek caran bisilmanên fanatîk-nezan zarokê soqaqa bertîl dikirin û digotine zarokan, “herin di guhên vanên han de vê gotina neqenc (navê mêrik) bibêjin. Êzdiyan bi reva rev xwe ji nava wan olperest û nezanên bisilmanên xilasdikirin. 

Her weha gelek spas ji bo wan camêr û xanimên ku agahî, buyer, nimûnen serpêhatîyên kesayetiya xwe, yên li ser neheqî û zordestiyên ji ber dînhebandin û bikaranîna wê peyva ku bi tîpa -ş- destpê dike bi serê wan ve derbas bûne, yek bi yek ji min ra gotin/şandin. Mixabin, ez ji ber tengasiya wext nikarim tevaya nav û parvekirinên wan hêjayan li virê pêşkêş bikim. Min ew tev jî di rûpelê 23-132 yên vê pirtûkê  de weşandine. 

Ez hêvîdar im ku ev xizmeta min kirî wê bive ronahîyek, têkeve dilên rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut“, „Orientalistik“, „Akademî“ û hemû rêxistinên Kurdî, Mîr û Civata ruhanîya Êzidiyan. Ew jî nehêlin êdî ti Êzdî, pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkoler, ramanvan, dîroknivîs, oldar û desthilatdarên cîhanê û welatê me, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de, vê gotina xebera xirabe-neqenc ku bi (Şe………..) destpê dike, di nav axaftin, dezgeh, çapemenî, sazî, ragihandin, rêxistin, mal û komelên xwe de bi kar bînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev