MİROV ZİNDÎYEK QURE YE

MİROV ZİNDÎYEK QURE YE

Latif Epozdemir

Danerê “Dewlet” ê feylezofê navdar Eflatûn dibêje: “Dema av bilind dibe, masî mêrûyan dixwin, lê dema av hildikişe, mêrû masîyan dixwin.”

Ev gotin di qada sîyasetê de gotinek gelek bi cî ye.

Sîyaset karekî piralî û hevhal pir zehmet e. Bi taybet ji bo kesên ku hemû jiyana xwe di kar û barê sîyasetê de derbas kirine. Helbet demek tê ku ew enerjî û hewes û hêz û karina berî salan jî namîne. Lê kes li xwe danayne bêje:

”Bira, ez westîyame, karina min qedîya ye. Ez nikarim êdî wek berê hêjanan biafirînim.”

Lewra di mijar û babetên wiha de, gelek caran quretî û xûrûra di insan de destûr nade ku mirov bi nefsbiçûkî rastîyan qal bike. Hinek caran ev qurebûn û xûrûr dibe sedemê derew kirinan. Heyfe ku rayedarekî/e rasteqîn hevrêyeke/a xwe bixapîne yan jê re derewan bike.

Rastgotin her tim tiştekî baş e.

Herê belkî her û daîm mirov ne hazire rastîyan bibêje, car caran “derewên pembe” bikêr tên. Lê, xeter ew e ku “derewkarî” di mirov de cîwar bibe û bibe xasîyetek yan adetek ji mirov.

Dîsan jî rastî baştir e ji hemu cûre derewan.

Dema ku nîyeta mirov hebe mirov di her halekî de dikare gelek tiştan bike. Dema ku mirov xwezîyarê hilberînê be, mirov dikare li gor hal û mercê xwe şêwazeke hemhal peyda bike ji bo xizmet û xebateke pîroz.

Ne lazime ku mirov ji bêdilî û bêhewesbûna xwe re hincetan peyda bike.

Derew zû defa mirov didirînin, her wiha mirov deşêvre dikin.

Mezinê Kurda gotine:

“Nikarim (nizanim), rehetîya canim.”

Bêguman Mirov zindîyekî qure ye.

Mirov zindîyekî yeknav û yekpare ye. Ne wek Hûştirmê du nav e. (Hûştirme: Devekuş)

Ji Hûştirmeyê re gotine :

-“Bifire”

Hûştirme:

”Ez nikarim bifrim”

-“ Çima.?”

Hûştirme:

”Ez Hûştir im, ne Balinde me”

-“Başe. Wisane bar bikêşe.”

Hûştirme:

”Na ez nikarim bar bikêşim”

-Çima?

Hûştirme:

”Ma hûn nizanin, ez ne Hûştir im. Ez Balinde me”

Tiştê ku ez dizanim mirina masîyê ne ji pirbûna avê ye, lê ji nebûna avê ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev