Êlûn û Referandûm

Êlûn û Referandûm

Şêxmûs Ozzengin

Başûrê Kurdistanê, di 25.09.2017an de ji bona eşkerekirina îradeya daxwazên xwe û gavên serxwebûnê, çû referandûmê.

Wek her miletî, mafê miletê Kurd û Kurdistanê jî heye ku bi îradeya xwe, biryara çarenûsa xwe bide û pêşeroja xwe bi vê biryarê, bi destê xwe ava bike. Bidawî lêanîna zilm û zora li ser miletê Kurd bi îradeya miletê Kurd bidawî dibe. Referandûm, gavek ji van gavan bû.

Çima Kurdan ev biryar da û çûn referandûmê?

Sê pêngavên dîroka Îraqê û serwerîya wê heye, ku di van hersê pêngavan de tenê, ji Kurd û Kurdistan re zor, zilim û qatliam, koçberi-talan û hêsirên çavan anîye.

Rejîma Îraqê heta serdestîya Saddam ê dîktator, bi giftûgo, dek-dolab û êrîşên leşkerî yên ser Kurdistanê û bi redkirina mafê Kurd û Kurdistanê em nas dikin û em vê dîrokê dizanin.

Ev dem, her çiqa bi kurdan re heta salên 1960an nerm hatibe derbaskirin jî, ji ber sedemên navxwe û pirsgirêkên îktîdarê wek hesab hatine bikaranîn. Lê di helwesta siyaseta dewleta Îraqê de, wek her dewletek ji yên dagirkerên Kurdistanê, xwedî siyasetek yekalî, ûnîtêr, nijadperest; li ser esasên înkar, jenosîd û talan û koçberî hatîye avakirin. Ev herçar dewletên dagirkar, ûnîter û yekalî, li henber doza miletê Kurd bi hemahengê tevdigerin. Li henber Kurd û Kurdistanê, di herçar perçên Kurdistanê de xwedî yek sîyaset û helwestin, hevparin.

Dema diktatorîya Saddam du karesatên mezin hatine serê netewa Kurd û Kurdistanê:

1- Enfal:

Bi deh hezaran malbatên kurdan ji cîh û warên wan hatine derxistin, hatine revandin, binçavkirin û bi girse, sax hatine binaxkirin û qetilkirin. Di vî warî de heta niha îstatîstîkên ku ketine destê rêveberên Kurdistanê, hejmara van komkujîyan li derdorê 180 hezaran e.

Cîh warên kurdan hatine şewitandin, valakirin û ereb li wan cîhan hatine bicîh kirin. Bi demografiya Kurdistanê lîstine û pir deverên ku Kurd in, xistine bin bandora nifûza ereban.

Ev karesat yek bi yek jenosîdîn!

2-Sîstema dîktator a Saddam li henber kurdan çekên giran û kîmyewî bikar anîye. Bajarê Helepçe bû mezelê qurbanîyên çekên kîmyewî li Kurdistanê. Di van êrîşan de bihezaran jin, zarok, kal ciwan tevli ajalên herêmê, hatin qetilkirin, seqet man û yên mayîn jî koçber bûn.

Ev jî karesatek jenosîdî bû.

Hêzên Saddam Kuweyt dagirkirin. Bi dagirkirina Kuweyt re Saddam li Kuweyt şikes û bipaşde vegerîya. Gava duyem dîsa êrîş anî ser Kurdistanê û di 1991 an de bi 100 hezaran Kurd, di bin metirsiyek mezin de koçber bûn. Bi hezaran zarokên Kurd û Kurdistanîyan dîsa ji serma, ji ber birçîbûnê, bêdermanîyê telef bûn.

Di vê demê de bi alîkarîya Madam Danial Mitarand û hikumeta Fransa, pirsgirêka Kurd çû ser maseya Netewên Yekbûyî û herêmek parastinê li gor paralela 36 an ji kurdan re, li başûrê Kurdistanê hat avakirin. Derfeta herêmek defakto derket ber kurdan.

3-Piştî 10 salan hêzên navdewletî bi pêşengîya USA mudahaleyî Îraqê kirin. Saddam têk çû û destpêka dewletek federal a Îraqê destpê kir. Destûr û yasa li gor vê programê hatin amadekirin û Kurd û Kurdistanê li ser kaxizê wek herêmek federe bû şirîkê dewleta Îraqê. Îraqa Federal, li gor vê destûrê hat birêkûpêk kirin. Hinek herêmên Kurdistanê di bin bandora Îraqêde man û bi lêpirsînek demokratî wê qedera van herêman bihata tayînkirin li gor made ya 140. Mixabin piştî demek kurt, Nijadperestên İraqê, destûra dewleta federal û yasayên wê binpê kir. Zorî da Kurdistanê, leşkerên xwe xist sînorên Kurdistanê û bi mebesta şer tehdît kir.

Para Kurdistanê a butçeyê qutkir. Dest danî ser mûçeyên karmendên federasyonê û para Kurdistanê a nav artêşa Îraqêjî kêm kir. Dewleta Federal a Îraqêxwest bi çeka birçîbûnê, Kurd û Kurdistanê terbîye bike, ku, bi van tehdîdan Kurdistanê bîne rêzê.

Kurdistanê dest danî ser neft û dahatên Kurdistanê. Li henber astengan qewî li ser ling ma û bi destê Kurdan nefta Kurdistanê daxist bazara cîhanê. Vê gavê miletê Kurd û Kurdistanê ji têkçûnê parast.

Kurdistan a federe neçar ma ku li çara serê xwe binêre!

Tam di vê demê de qeyranek darayî li Kurdistanê destpê kir. Bihaya bermîla neftê ji 110 $a, daket heta 25 $a.

Terora DAÎŞ û tehdîd û êrîşên DAÎŞ, Kurdistanê xist bin bandorek xerab.

Wê wextê sererkanê artêşa İraqê û serokwezîr Nûrî El Malikî bû. Nûrî El Malikî, bê ku artêşa İraqê şer bike, biryara vekişandina artêşê da. Artêşa İraqê, bê ku li henber DAÎŞ şer bike û herêmên ku di bin ewlekarîya wan dene wek Şingal, Deşta Neynewa, Kerkûk, Xaneqîn biparêze; terk kir û çekên xwe jî ji DAÎŞ re hişt. Hemû çekên nû û modern ketin destê DAÎŞ.

Çekên ku di destê hêzên Pêşmerge de, hemû çekên sivik û kevin bûn. Dewleta Federal a İraqê, alîkarî neda Kurdistanê.

Hêzên hevpeymanan yên navnetewî, biryar dan ku alîkarî bidin İraqê û Kurdistanê. Lê Kurdistan ne dewlet bû û ev têkilî di ser hukûmeta Bexda re dimeşîyan. Çi çekên ku ji Bexda re hatin, Bexda para Kurdistanê neda û dest danî ser çekan. Hêzên Hevpeymanan yên navnetewî neçar man ku dîrekt têkilî bi Kurdistanê re deynin.

Di bin êrîşan de Dewleta İraqê a Federal, Kurdistanê tenê hişt û kir armanc ku Kurdistan têkhere. Hin erkên xwe yên destûrî û federalî neanî cîh, hin jî, bû sebeb ku Kurdistan raserî têkçûnê were.

Lê Pêşmengên qahreman li ser 1050 km. Ket nav şerekî dijwar. Ev şer 3 salan meşîya. Kurdistanê, bi hezaran cangorî û birîndar da. Di vî şerê li henber DAÎŞ û dorpêça İraqê de Kurdistan serkevtî ji vî şerî derket. Hemû herêmên ku artêşa Îraqêradestî DAÎŞ kiribû, yek bi yek ji destê DAÎŞ derxist, rizgar kir û destanên dîrokî di qada navnetewî de pêşkêşî cîhanê, pêşkêşî Kurdistanê kir.

Di vê dema hemşirîkatîya bi İraqê re jî Kurd û Kurdistanê tenê ma. Bi hezaran koçber ketin stûyê Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê bi îmkanên xwe, xwe li ser ling hişt.

Tecrûbeyên ku Kurd û Kurdistanê bi dehan salan bi İraqê re meşandîye, tenê mirin, koçberî, qetlîam û karesatên jenosîdî anîbû ji Kurd û Kurdistanê re.. Hat îspatkirin ku ev dewletên mîna İraqê li ser metodên nemirovî, unîter û nîşadperestî hatine avakirin û nabin bingeha jiyanek wekhevî, piralî û hevpar.

Hemû îktîdarên ereban yên sûne û hin jî yên Şîe bi eynî metodan hatin ser Kurd û Kurdistanê.

Kurd gîhan wê qenaetê ku bi ti şîweyî şertên bi Îraqêre jiyanek hevpar, piralî nemaye û nabe. Biryar dan û teqez kirin ku, di 25.09.2017an de, bi serokatî û serkêşîya kek Mesûd Barzanî, lêpirsînek demokratî pêkbînin.

Divêtîya Kurd û Kurdistanê bi piştgirîya dostên xwe, gelên cîhanê û dewletên Ewrûpa hebû.

Me Kurdên dîyaspora Kurd û Kurdistanê li Ewrupa, bi girseyên dehhezaran, gazî partî, rêxistinên mirovî-civakî, dewlet û gelên Ewrûpa û cîhanê kir. Pêlek Kurdperwerî xurt û zînde qêrîya li kolanên dîyaspora.

Me eşkere got, piştgirîya netewa Kurd û Kurdistanê, erkekî mirovî, demokratî û civakî ye. Piştgirê vê gava Kurd û Kurdistanê a serxwebûnê bin, ku miletê Kurd û Kurdistanê raserî jenosîdên nû neyê.

Kurd jî wek her gelê cîhanê mafê wan heye ku li ser axa xwe, bi rûmet û di mercekî mirovî, demokratî de bijîn.

Encama îradeya Kurd û Kurdistanê bi pileyek bilind, wek 92.7 bi ERÊ derket holê.

Piştî bêdengîyek li dor dehrojan, Îran û Tirkîyê zixt li İraqê jî kirin û beşek ji kurdan jî girtin cem xwe û dest bi tehdîdan kirin. Dorpêçek mezin anîn ser Kurdistanê. Derîyên xwe û ezmanên xwe ji Kurdistanê re girtin. Hêza duyem a herêma Kurdistanê YNK jî bi hemahengî bi Îraqêre ket têkilîyê û kir ku ji Xaneqîn, Kerkûk, deşta Neynewa heta Şingalê radestî artêşa İraqê û Haşdî Şabî bibe.

Sîyasetên herêma Kurdistanê û beşek mezin ji aktorên sîyaseta Kurd hurmet ji îradeya miletê Kurd re negirtin û ev îradeya bilind binpê kirin. Bandora referandûma başûrê Kurdistanê derxistin giftûgoyê û ji hêla netewî de kurdên xwedîyê wê îradê şikestin xwar. Ew pêla niştimanperwerî, ku li herçar beşên Kurdistanê û dîyaspora derketibû holê, diljikestî ma.

Lê malxerabîya herî mezin ew bû ku, hesab ji wan kes û sîyasetên xîyanetkar, ku bi dijmin re tevdegerîyan nehat pirsîn. Sebeba wendakirina destkevtinên Kurd û Kurdistanê jî çûna „referandûm“ê dan nîşan! Ewên ku ji ber pêla bandora referandûmê dijîtîya xwe eşkere nedikirin, derketîn û bidengekî pîs gotin „ne wextê referandûmê bû“(!)

Di 17.10.2017 an de îradeya miletê Kurd, bi destê beşek ji kurdan hat binpê kirin. Beşê mayî jî xwedî li vê îradeyê derneket û ew coşa referandûmê derb xwar. Ew herêmên ku bi xwîna dehhezaran cangorî û xwebexşên Kurdistanê rizgar bibûn, bi helwestek xîyanetkar û bi hêsanî radestî dijmin bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev