Encamên destpêkê: 4 Kurd di hilbijartinên Swêdê de biserketin

Encamên destpêkê: 4 Kurd di hilbijartinên Swêdê de biserketin

Hewlêr (Rûdaw)  Li gor encamên destpêkê yên nefermî, di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de heta niha 4 berbijêrên Kurd biserketine.

Dengdana di sê hilbijartinên Swêdê ku îro demjimêr 08:00 bi dema wî welatî (demjimêr 09:00 bi dema Hewlêrê) destpê kiribû, di demjimêr 20:00 de bi dawî hat û piştî girtina sindoqan û deriyên navendên dengdanê, proseya hejmartina dengan destpê kir.

Medyaya fermî ya Swêdê encamên destpêkê ya nefermî belav kiriye ku li gor wan encaman, partiyên çep zêdetir ji %50.6 dengan û partiyên rast jî rêjeya %48 dengan bidestxistine.

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, heta niha 4 berbijêrên Kurd di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de biserketine.

Li gor agahiyan, berbijêrên Kurd ku heta niha karîne dengê pêwîst bidestbixin û derbasî parlamentoya Swêdê bibin, ev in:

🔸Kadir Kasirga

🔸Lawen Redar

🔸Serkan Kose

🔸Gulan Avci

Herwiha li gor encamên nefermî yên destpêkê, Partiya Sosyal Demorkat rêjeya dengên xwe zêde kiriye û zêdetir ji %30.1 dengan misoger kiriye.

Herwiha Demokratên Swêdê bi zêdekirina dengên xwe %21.3 dengan bidestxistine û niha di pileya duyem de ne û Partiya Moderate jî bi bidesxistina %16.3 dengan heta niha partiya sêyemîn a hilbijartinên Swêdê ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *