BI DENGÊ SIGMUND FREUD ÊVAR BAŞ KURDISTAN!

BI DENGÊ SIGMUND FREUD ÊVAR BAŞ KURDISTAN!

Laleş Qaso

Ho miletê ku dev ji zimanê xwe berdaye, ka binere bê alimê mezin Sigmund Freud li ser zimanê te çi gotiye:

”Jîr û zanahî bi zimanê zikmakî destpê dike; tu çiqasî zimanê xwe zanibî tu yê ewqasî jî zû hînî zimanan û ewqasî jîr û zana bibî! Zarok bi destpêka xwe re û bi hêsanî sê zimanan, bi hev re xweş hîn dibe…”

Û bi rastî jî wilo ye. Di vir de ez ê du nimûneyên zîz bidim we: Mistefa Aydoganê ku zimanê kurdî û ilmê zimên ji me hemiyan çêtir dizane, dema ku bi tirkî dipeyive mirov dibêje qey ev 24 eyar tirk e. Û dema ku bi kurdî jî dipeyive mirov dibêje qey ev pîrê zimanê kurdî ye!

Keça min a ku niha bûye jina swêdiyekî, dema bi swêdî dipeyive mirov dibêje ev swêdî ye, dema bi îngilîzî dipeyive mirov dibêje emir qesifîyê îngilîz e, û dema ku bi kurdî jî dipeyive ji min jî çêtir û xweşiktir zimên dilorîne!

Bi rastî hûn, û bi taybetî jî kurdên bakurê welêt, pir ecêb bûne, hûn ne bi ya zanistê û zanyaran, ne bi ya rîhsipiyên civakê dikin û ne jî li kultura bav û kalan dinerin! We daye dûv çend gotinên alimên tirkan ku dibêjin bi tenê zimanê tirkî hîn bibin da hûn li pêş bikevin! Waweylê û waweyzê!

Êrê, hûn çûne ser kufrê, wek tê gotin, êdî qetla we helal e û hew!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev