“Şebçirax” – Romana Melayê Cizîrî

“Şebçirax” – Romana Melayê Cizîrî

Gülistan Çoban

“Romana Şebçirax ji hêla vehunandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de…”

“Melayê Cizîrî edebiyatnasekî Kurd ê sedsala XVIan e. Şairê qesra mîr û hukumdarê hukumeta Cizîra Botanê, nûnerê dewra muqtedîr û serdestiyê ye di dîroka edebiyata Kurdî de.

Ew şairê qesr û dîwanê ye. Di helbesta wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Lewma Mela banê estetîka helbesta Kurdî temsîl dike.

Şebçirax romaneke biyografik e û bi çîroksaziyeke pisporane xwînerê xwe derdixe rêwîtiyeke rewnaq. Di kuçe û kolanên bajarê xewn û xeyalan, Cizîra Botana qedîm de dide gerandin.

Li warê Dîcle û Firat, li welatê mîr û medreseyan, li Kurdistana dewrana zêrîn dike mêvan. Her wisa xwîner dike rêhevalê naveroka riste û beytên Mela, hevaldersê tehsîla wî û hemderdê işqa wî ya dilêş û dilgeş.

Romana Şebçirax ji hêla vehûnandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de. Hasil ŞEBÇIRAX bi şewq û şemala xwe ronahiyekê direşîne li ser tarîtiyên dem û serdeman.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *