Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – I

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – I

Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin, bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa pêşin bixwînin.

Omitê Mistefê

 

                      -Awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mantiqa kurdan digel rexneyeke çaksaziyê-

 

                      Destpêk

 

  1. Li gorî astên dîrokî çarçoveya giştî ya hişmendiya kurdan
  2. Li gorî “Kurdgalnamek”ê kurdê heyamên kevnare û çarçoveya mantiqa wî ya jiyanê
  3. Li gorî çavkaniyên hedîsî-dîrokî kurdê serdema îslamê û çarçoveya jiyana wî ya dînî
  4. Kurdê serdema Împaratoriya Eyûbî: awirek li paşperdeya civakî-dîrokî
  5. Li gorî “Şerefname”yê kurdê serdema mîrgehên kurdan û çarçoveya zanistên wî
  6. Li gorî “Rusûmatname”yê kurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê û hewldanên wî yên çaksaziyê

                     

  1. Kurd çawa dihizirin an jî çarçoveya giştî ya hizirîna kurdan
  2. Çarçoveya zimanî-çandî ya hizirîna kurdan
  3. Çarçoveya hikmetî-şîretî ya hizirîna kurdan

 

  1. Mantiq çi ye?
  2. Zanista “mantiqa klasîk”
  3. Mantiqnasê aryayî Îmam Xezalî
  4. Mantiqnasên kurd ên navdar

                     

  1. Mîrateya nivîskî û devkî ya mantiqa kurdan
  2. Mantiqa kurdî di navbera “Islah’ul-Mentiq” û “Neqd’ul-Mentiq”ê de
  3. Awirek li bingehê zimanî yê mantiqa kurdan a kevneşopî
  4. Dibistanên mantiqnasiyê yên kurdan

                                           3.1. Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê

                                           3.2. Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî

                                           3.3. Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê      

                                           3.4. Dibistana Heranê ya Rexneyî

                                           3.5. Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê

                                           3.6. Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman

                    E. Encamname: Berhevkirina “mantiqa neteweyî” û bêjingkirina “mantiqa hinardekirî ya gerdûnî”

                     

                      Destpêk:

                      Di jiyana her mirovî û geşedana her civakê de astên ketin û rabûnê hene; her wiha astên van ketin û rabûnan jî li gorî rêjeyekê tîr an jî zelal dibin. Wekî mînak, barkêşî (hemalî) cureyekî ketinê ye û  sedema wê ya sereke belengazî ye; lê nokerî cureyekî ketina dilxwazane ye û sedema wê ya bingehîn nizmiya exlaqî ye. Dîsa evîndarî cureyekî rabûnê ye û sedema wê paqijiya wijdanê ye; lê xemxurî cureyekî berpirsiyariyê ye ku exlaq û tevgera kesê şîrhelal destnîşan dike. Wihareng e, dildarî şûrekî dudevî ye; dibe ku mirov bibe dildar û aşiqê dozeke mafdar an jî neheqiyekê. Kesên dildar guh nadin qanûnên hişê analîtîk û hişmendiya serdest an jî bindest; li şûna ku analîza raman û tevgerên xwe bikin, guh didin her çi tiştê ku tê ber dil û devê wan. Wekî masiyekî biçûk li nava ava deryayê digerin, carinan dibin nêçîra jixwemezintiran û carinan jî jixwebiçûktiran nêçîr dikin. Îcar heta ku ev kes berjewendiyên xwe û civakê neavêjin xetereyê tu pirsgirêk tuneye; dibe ku ew kes bibin hezkirî û dildarê hişmendiya bindestan û bi wan re li ber xwe bidin, dibe ku bibin evîndarên serdestan û bi wan re zilm û sitemê li bindestan bikin.

Bêguman xetere piştî dildariyê dest pê dike; gava kesek bibe mankenê doza yekî din, an jî bibe barkêşê doza dijminekî, yan jî xayintiyê li doza gelê xwe bike, yan jî bi beranberî çend qurişan alîkariya dijminê gelê xwe bike û bibe cehşikê ber kera wan, yan jî bi dilxwazî piştgiriyê bide doza neheq a dijminê gelê xwe. Wisan dixuye ku astên exlaqê ketiyan hene û li gorî ziyanên xwe yên giştî tên polînkirin (kategorîzekirin).

Divê bê zanîn ku asta hera xeternak a feramûşkirin û terikandina “qanûnên hişê analîtîk” ew e ku mirov dikare vê astê wekî “mankentiya bîrdoziyên biyanî” bi nav bike. Her wekî tê zanîn, manken (model) ew kes e ku xwediyê rolekê ye; dibe ku ji bo lîstina rola xwe berhemên hilberandî yên bazirganî (nemaze kincên modayê di pêşandanên modayê de) pêşkêş bike, nîşan bide yan jî reklama wan bike. Dibe ku carinan ji bo afirînerên hunerekê yan jî wênekêşiyê pozan bide û bi xebateke dîtbarî xizmetekê bike. Her çend -ji ber egerên bazirganiya bêexlaq- piraniya mankenan jin bin jî, mankenên mêr jî hene; nemaze ji bo pêşkêşiya kincan bi awayekî pisporane yan jî heweskarane û bêserûber dixebitin. Bêguman ev pîşeyekî civakî ye û gelek kes jê nanekî dixwin; lê belê di vê gotarê de em ê qala mankentiyeke neyînî bikin ku ew jî mankenên bîrdoziyan in. Mankenên bîrdoziyan ne xwediyê ramaneke serbixwe ne; ew berhemên xelqê yên ramanî-felsefî pêşkêş dikin, li cîhanê nîşan didin û reklama wan dikin. Mixabin -ji ber bêdewletbûnê- rêjeyeke berbiçav a kurdan mankenên bîrdoziyên xelqê ne; ev nêzikî du hezar salî ye ku gelek kurdan cil û bergên xwe yên ramanî ji ser xwe avêtine, pêşkêşiya bîr û dozên xelqê dikin. Îcar ev gotar hewl dide ku kurdan bi mantiqa wan a kevneşopî re rû bi rû bike û wan bi mîrateya wan a zimanî-ramanî re bike hevnas ku nebin kuştiyên di ber bîr û dozên xelqê de, ji bo zirdiranên xelqê yên sexte pens û kelbetanan neavêjin diranên xwe yên resen û wan hilneqetînin.

                    A. Li gorî astên dîrokî çarçoveya giştî ya hişmendiya kurdan

                      Bêguman ji bo naskirina hişmendiya neteweyekê pêwistî bi ronîkirina paşperdeya wê ya dînî, mezhebî û ramanî heye. Gava mirov li mantiqa klasîk a rojavayî (yûnanî) dinihêre, eşkere dibe ku ev cureyê ramyarî û hizirînê di civakeke pûtperest de derketiye holê; lê belê mîtolojî û dîroka Aryaya kevnare nîşan didin ku kurd û Aryayî li ser dînekî yan jî gelek dînan bûne. Her wiha gava mirov li surişta geşedena mantiqa rojavayî mêze dike, wisan dixuye ku zanyarên pêşîn ên vê rêbazê bi qabiliyetên xwe yên mirovîn qeware û naveroka zimanê xwe yê ramyariyê şopandine; her wisan hişmendiya xwe li ser encamên lêkolînên xwe yên mirovîn ava kirine. Îcar di dînan de çarçoveyeke dînî heye ku tekstên pîroz bingeh tên girtin û mantiqa wan sînorkirî ye. Ji ber ku hemû şirove li dora van tekstan dizivirin û ji bo têgihiştina wan tekst/fermanan rêbazên rewa tên destnîşankirin. Lewre ji bo diyarkirina cureyê mantiqa kurd û aryayiyên din, divê mirov bi xwezaya wan a dînî û deredînî re bibe hevnas. Wisan e, -wekî ku di mîtolojiya aryayiyan de jî derbas dibe-, “gelo dînê kevnare yê Aryayê baweriyeke pirxwedayî bû, ango aryayiyên berê pûtperest bûn an dînek ji dînan dihewandin?” “Gelo di destpêkê de li Aryaya Gewre (Kafkasya, Kurdistan, Asyaya Navîn, başûr û rojavaya Asyayê, Asyaya Biçûk û Rojhilata Navîn) kîjan dîn serdest bûn?” Ji bo bersivandina van pirsan, divê mirov vegere dîrokzaniya klasîk a ku dîroka Aryayê li ser çar astan dabeş dike: Pîşdadî, Keyanî/Medî (cûntaya Hexamendişî jî di nav de), Eşkanî (Partî) û Sasanî.

Ibn Werdî diyar dike ku dînê pêşîn ê Aryayê “keyûmersî” bûye; baweriya bi xwedayekî qedîm hebûye ku navê wî “Yezdan” bûye û Ehreman jî navê xwedayekî çêkirî-sexte yê wê serdemê bûye ku ji tarîtiyê hatiye afirandin. “Yezdan”ê keyûmersiyê bergindê “Ellah”ê îslamê ye û Ehremenê afirandî jî dengî şeytên (Iblîs) tê. Hîmê vî dînî li ser “mezindêrandina ronahiyê” û “xweparastina ji tarîtiyê” hatiye avêtin.  Her çiqas di destpêkê de rûmetdayîna ronahiyê xîmê sereke yê keyûmersiyê bûye jî, piştre ev ayîn vegeriyaye perestina êgir ku hêmaya ronahiyê ye. Kurd û aryayiyên din heta serdema Zerdeştî li ser vê ayînê bûne; lê belê di serdema keyê pişdadiyan Guşhespê kurê Luhrespî de dînê Zerdeşt Pêxemberî bûye dînê fermî yê Aryayê.[1] Divê bê gotin ku tevahiya guhertoyên dîroka efsaneyî ya Aryayê diyar dike ku Keyûmers bav û damezrînerê dewleta aryayiyan bûye. Her çiqas Kurdgalnamek kesayeta Keyûmersî wekî bav û damezrînerê dewleta kurd û aryayiyan nehesibîne jî, derbarê dînê kevnare yê kurdên Medyayê de dibêje ku “Dînê kurdan beriya koçkirina wan a navçeya Madê, gelek tarî û nediyar e. Lê piştî hatina wan a navçeya Madê, li şûnewar û nîşanên wan derdikeve ku Ahûraperest yanî ronahîperest bûne; ji ronahiyê hez kirine, ji tarîtiyê tirsiyane û pê dilteng bûne. Bêjeya ahûra ji “a” û “hûr”ayê pêk hatiye. “Hûr” tê maneya “agir” û “a” jî tê maneya “hatî”, yanî “rastiyeke ku ji agir hatibe”. Ev rastî çi ye? “Ronahî” ye. Kurdan agir hêmayê wê rastiyê zanîne; yanî ronahî pîroz zanîne û perestine. Roj jî -her ji ber vê ku nîşana rastiya ronahiyê ye- pîroz zanîne û perestine.”[2]

Helbet maweya ku dînê keyûmersiyê hatiye perestin bi zelalî nayê zanîn; her wiha zanyariyên derbarê dîroka jidayikbûna Zerdeştî de jî nakokbar in, lê belê texmîna xurt ew e ku di navbera 1200-600 BZ de hatiye dinyayê.[3] Zerdeştî pergala baweriya aryayî bi çaksaziyeke bingehîn nûjen kiriye; pergala sê-xwedawendî ya wê çaxê bi dînekî yekxwedayî guhartiye. Bi vî awayî Arya ji serdema pirxwedayî ya baweriya Îndra, Mîtra û Varûnayê derbasî pergala Ahura Mazdayî bûye; gava ev pergala dînî li Anatolya, Medya û Îranê serdest dibe, hin têgehên mîna “buhişt, dojeh, firîşte, qiyamet, dadgeha bilind, qencî û xirabî, wekhevî…” jî dikevin ziman û çanda gelên aryayî.

Dewleta Aryayê ya ku ji Bîzansê gelekî mezintir û gewretir bû, hertim bi dînê zerdeştiyê ve hatiye naskirin; lê belê di destpêka sedsala 3an de dînê Manî û di sedsala 5an de jî dînê Mazdekî berbelav bûye. Mirov dikare bibêje ku mazdekiyê navekî nebaş di wêjeya aryayiyan de hiştiye; ji ber ku gazî serbestiya zayendî û milkiyeta hevpar kiriye. Ev jî bûye sedema berbelavbûna şoreşên gundiyan, talankirina koşk û serayên serweriya cemawerî, desteserkirina keç û jinan, wêrankirina zevî û mêrgan. Li gorî Ibn Xeldûnî (Dîrok, 3/308), aryayî yek ji kevintirîn koma gelên cîhanê ne; li ser rûyê erdê rêveberiya wan pergala herî hêzdar û bibandor bûye û du dewletên wan ên mezin û demdirêj hebûne: “Xanedana Keyanî/Medî” û “Xanedana Kîsrayî/Sasanî”. Desthilatdariya wan ji Keyûmersê bavê wan heta kîsra Yezdêgirdê heyama xelîfe Ozmanê kurê Efanî bi qasî 4281 salî kişandiye. Şehristanî (El-Milelu we’n-Nihel, 1/23) dîn û mezhebên Aryayê yên berî îslamê li ser du tofan dabeş dike; di tofa pêşîn de keyûmersî, zorvanî û zerdeştiyê bi cih dike. Di tofa duyem de maneyî, mazdekî, dîsanî, merqeyûnî, keynewî, seyamî û tenasuxiyê destnîşan dike; her wiha diyar dike ku mezhebên tofa duyem li ser duxwedayîtiyê hatine avakirin.[4]

Roja îroyîn piraniya kurdan misilmanên sunnî û şiî ne; lê di nava wan de baweriyên din jî hene û em ê tenê qala “Raya Heqî” (“Elewîtî”), “Yarsanî” (“Ehlê Heq”) û “Êzidîtî”yê bikin.

Raya Heqî (bi kurmancî: “Riya Heqîqetê”) navê kevneşopî yê pergala baweriya elewiyên kurd e; şûnwarê wan ê dîrokî bajarê Dêrsimê yê kirmanckîaxêv e. Di vê pergala baweriyê de rola navendî di destê hozên pîroz de ye; hozên pîroz li ser ezbetan (tîreyên hozan) û ezbet jî li ser xaneyan (berekên tîreyan) belav dibin. Têkiliyên ayînî yên sepandî ji aliyê hozên pîroz ve tên destnîşankirin û bicihanîn; ango li lûtkeya hiyerarşiya rêveberiyê hoza pîroz (ocax) rûniştiye, rê û resmên ayînî diyar dike û peyrewên bawermend (talib) jî wan bi cih tînin. Merasîmên cemawerî û seredana ocaxên hozên pîroz taybetmendiyên sereke yên Raya Heqiyê ne; her wiha serdana cihên pîroz ên xwezayî (yên wekî dar, çiya, zinar, şkeft, çem, gol, kanî, roj û hîvê…) jî taybetmendiyeke vê baweriya civakî-dînî ye. Mirov dikare bibêje ku tevahiya têkiliyên civakî-dînî yên pergala baweriya Raya Heqî li ser du xîmên bingehîn hatiye damezrandin: “iqrar” (têkiliyên ayînî yên mecbûrî) û “jiyare” (serdana cihên pîroz). Hiyerarşiya navxweyî ya Raya Heqiyê pergaleke kastî ye, ango ji hoza pîroz (murşid/pîrepîran, pîr, rayber/rehber) û peyrewan (talib) pêk hatiye; lewre pergal ji çîna jêrîn ber bi çîna jorîn ve dixebite. Talib piraniya civakê temsîl dikin û di nava rêxistina kevneşopî ya hozan de dijîn; lê belê vê rolê bi awayekî mîrateyî-neguherbar di destên xwe de digirin û bi ocaxên pîroz re girêdanên wan hene. Têkiliyên pîr û taliban hêmaneke nemekanî diafirîne; dibe ku ev pergal li her derê û her dem ji nû ve were hilberandin. Talib û hoza pîroz (ocax) hertim li ser zêdebûna nifûsê di nava hevahengiyê de ne; koçberiya ber bi herêmên cuda û ji nû ve damezrandina heman rêxistina civakî-dînî peywireke hevpar a talib û hoza pîroz e. Rayber dikarin wekî rêberên herêmî, pratîkî û herwiha şêwirmendên li ser mijarên ayînî bên hesibandin; peywira sereke ya rayberan ew e ku hevdîtinên pîr û taliban pêk bînin. Rayber mijarên girîng ên civakî-siyasî yên ku di merasîmên cemê de tên nîqaşkirin berhev dike; dersên exlaqê ayînî dide; hem derbarê rê û resmên civakî de agehiyan belav dike hem jî derbarê mijarên civakî-dînî de şêwirmendiyê dike. Pîr rêberên ruhanî yên peyrewên xwe ne; tê bawerkirin ku ew mûcîzeyan (keramet) nîşan didin û wekî bav û kalên xwe yên mîtolojîk xwedanên hêzên efsûnî û mîstîk in. Ew her sal serdana şagirtên xwe dikin û ev rêwîtî jî pîroz in; mafê pîran heye ku di van ger û geştan de heqdesta çirayan (cureyekî bac û infaqa ayînî ye) berhev bikin. Di dawiyê de murşid/pîrepîran hene ku di nava ocaxan de xwedî meqameke bilind in û desthilatdariya dadwer bi rê ve dibin. Bi kurtî Raya Heqî pergaleke eşîrî, dînî, civakî û siyasî ye; hoza pîroz a rastîn û nîgaşî bi alîkariya hevalbend-bawermendên xwe kar û barên ayînî li ser bingehê hozdarî û eqrebatiyê bi rê ve dibe.[5]

Yarsaniya ku wekî “kakeyî” û “ehlê heq” jî tê zanîn, piranî li rojhilata Kurdistanê û başûrê wê tê bawerkirin; li deverên Kirmaşan, Îlam, Azerbeycan, Loristan (rojhilata Kurdistanê) û deverên  Kerkûk, Xaneqîn, Silêmanî (başurê Kurdistanê) belav bûye. Doktrînên dînê yarsanî li ser “dûnadûn” (kirasguhertin) û “teceliya îlahî” ava bûne; bingehên vî dînî di vegotinên yarsaniyan (kelam) de xuya dike ku demeke dirêj bi devkî ji nifşekê derbasî nifşeke din bûye.[6] Wêjeya sofîger û veşartî (mîstîk û batinî) ya yarsaniyan bi gelemperî bi zaravayê goranî hatiye parastin; lêbelê tê de çend kelamên soranî û farisî jî hene. Kelamên yarsaniyan mîhenga hizir, bawerî û ayînên wan in; şêwazê wan ê helbestî yê ku ji wêjeya farisî pir ne cuda ye, di rastiyê de wekî rêya îfadekirinê ye; her wiha ji aliyê hizir û şêwazên estetîk ve jî li hev dikin. Kevneşopiya yarsaniyan giringiyê dide aliyê îlahî yê metnên xwe; ev metn ne tenê wekî wehyên rastîn têne dîtin, her wiha wekî gotinên kesên xwedênas jî têne hesibandin. Kelamên yarsaniyan bi kevneşopiya helbestî û mîstîk a misilmanan re çend xalên hevpar dihewîne; lê belê di ravekirina doktrînên xwe û hizirên kevneşopiya xwe de li dora “dûnadûn” (kirasguhertin) û “ruhê îlahî” (zat) dizivire ku di bedena kesên pîroz de xuya dibe. Em bi gelemperî dikarin bibêjin ku mijarên sereke yên metnên dînî yên baweriya yarsaniyan ev in: 1. şiroveya doktrîn, hizir û ramanên baweriya taybet a yarsaniyan 2. raveya “tecelî”ya hebûnên yezdanî 3. firîştenasî 4. ayîn û seremonî 5. qiyamet (şerê dawîn ê dinyayê 6. mîtolojiya kurdan 7. efsaneyên kevn ên aryayî 8. dînê zerdeştiyê, kesayet û baweriya wan 9. dîroka Aryayê ya beriya îslamê 10. kesayetên îslamî. Wêjeya dînî ya yarsaniyê beşeke giring, kevin û bingehîn a wêjeya dînî ya kurdî ye; lê belê ev wêje beşa herî nenas a wêjeya kurdî ye jî. Xebatên bingehîn ên li ser vê wêjeyê dikarin alîkariyê bidin zengînkirina têgeh û peyven dînî, felsefî û edebî yên zimanê kurdî.[7]

Ayîna yekxwedayî ya êzidîtiyê bawerî û dînekî kevnare yê kurdan e; di nava bawerî û ayînên kurdan de yek ji wan ayînan e ku pirtûka wê ya pîroz bi kurdî ye. Du pirtûkên êzidîtiyê yên pîroz hene ku ew jî Mishefa Reş û Cilwe ne.[8] Bi gotineke zelaltir, êzidîtî ayîneke kurdistanî ye û di civaka êzidî de pergala axaftinê ya hevpar zimanê kurdî ye. Piraniya êzidiyan xwe wekî kurd dihesibînin; lê hindikahiyek jî ji bo misilmanan têgeha “kurd” bi kar tîne û êzidîtiyê jî wekî nasnameyeke nijadî û dînî destnîşan dike. Mîsyonerên rojavayî ji salên 1850î û pê de behsa êzidiyan, civak û ayîna wan kiriye; piştî weşandina serpêhatiyên rêwî û mîsyoneran li dezgehên zanistî yên ewro-amerîkayî jî eleqedariyek pêk hatiye. Nivîskarên destpêkê yên ku bi êzidîtiyê re eleqedar bûne, êzidiyan bi rengekî romantîkî rave dikin;[9] lê belê gerokê osmanî Ewliya Çelebiyî hê di sedsala 16an de ev civaka kurd nas kiriye û derbarê wan de çendek agehiyên neyînî û dijminane tomar kirine. Çelebî di xebata xwe de li ser kurdên êzidî agehiyên berfireh dane; li gorî gotina wî, Wezîr Kara Mustafa Paşayî li Şingalê 13 hezar êzidî qetil kirine, çendî çend jinên êzidî û keçên wan dîl girtine û birine Amedê.[10] Civaka êzidiyan ji <kastan> (“pergala pileyan”) pêk tê û ev hiyerarşî (pergala pileyan) cara pêşîn di nava civakên serdemên kevnare de hatiye dîtin; lê di serdema me de civaka êzidî hê jî vê pergala kevneşopî diparêze û pergal jî reseniya wan diparêze. Li lûtkeya pramîdê <mîr>ek rûdine û mîrîtî ji bavan derbasî lawan dibe. Roja îroyîn bi qasî 300 malbatî çîna <şêx>an pêk tînin û serokê şêxan <babê şêx> e; wekî serokê ruhanî ye û alîkarê mîr e. Babê şêx ji aliyê mîrî ve tê peywirdarkirin; di nava peywirên wî de amadekirina şahî û dêlindêzên ayînî yên Lalişa Nuranî û warên din hene. <Pîr> alîkarên kar û barên şêxan in û zewac li wan hatiye qedexekirin; serokê wan ê bi navê <babê çawiş> ji aliyê civakê ve tê hilbijartin û ji parastina Lalişa Pîroz berpirsiyar e. Pîr piranî bi kar û barên rêvebirina civakê re mijûl dibin û di wextên xwe yên mayî de jî ibadetê dikin; her wiha ji aliyê hurmetê ve piştî şêxan tên û di şûştina miriyan de avê li destê şêxan dikin.  <Qewal> rûspiyên civakê ne û <xêr>an (infaq, sedeqe, zikat) berhev dikin; li Lalişa Nûranî beyt û qewlên êzidiyan dibêjin û li gundan <senceq>a (peykerê) Melekê Tawisî digerînin. Gava qewal diçe gundekî, mîrê gund li mala xwe odeyekî jê re amade dike; di destpêkê de qewal peykerê biçûk ê Melekê Tawisî li ser cihekî datîne, gundî jî ew peykerê mezin ê Melekê Tawisî yê ku li ba xwe diparêzin, datînin kêleka yê biçûk. Çîna <feqîr>an xirqeyê reş li xwe dikin û şaşika reş li serê xwe girê didin; piraniya demên xwe ji dua, ibadet û şîretan re vediqetînin, hertim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakî yên heyî çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe; gava feqîr xirqeyê pîroz li xwe dike, heta mirinê wî dernaxe.  Çîna <koçek>an (pêkhateya peyvên “guh” û “çak”ê ye) derwêş, zanyarên razên ayînî û şîretbêjên civakê ne; şîretan li civakê dikin, wan perwerde dikin, tirba Şêx Adî diparêzin û heyama gerandina senceqa Melekê Tawisî, alîkariyê didine qewalan. Çîna <xilmetkar>an (xizmetkar) xizmetên perestgehê pêk tînin; bi paqijkirin û spîkirina qubeyê, amadekirina donê ayînî yê pîroz û çend karên din re mijûl dibin. Çîna <feqra>yan jinên dîndar in, wan zewac li xwe heram kiriye û li Lalişê dijîn; li perestgehê qendîl û tiştên wekî fitîlên qendîlê çêdikin. Ji wan re <dayê kebanî> yan jî tenê <dadê> tê gotin. <Micêwir> berpirsiyarên goristanên êzidiyan in; hem ji gorên li gund û bajaran hem jî ji yên li navenda Lalişê berpirsiyar in. Êzidiyên ku peywireke ayînî wernegirtine, çîna <mirîd>an pêk tînin; bi kar û barên xwe re mijûl in û piştgiriyê didin peywirdarên civakê yên pilebilind.[11]

 

Nîşeyên gotarê:

[1] Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 71; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4720/68.htm; dema gihiştinê: 09.08.2022; 05:02.

[2] Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, wergera Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn, c. 1. r. 103.

[3] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 09.06.2022; 06:01.

[4] Ebdusselam Muhammed Ebdûh, “El-Mecûsiyyeh”, El-Mewsû’at’ul-Mefahîm’il-Islamiyyet’il-’Ammeh, El-Meclis’ul-E’la li’ş-Şuûn’il-Islamiyyeh-Misir; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://islamport.com/l/mjl/5970/583.htm; dema gihiştinê: 09.08.2022; 06:47.

[5] Ahmet Kerim Gultekin (2019), Kurdish Alevism Creating New Ways of Practicing the Religion, Working Paper Series of the HCAS “Multiple Secularities – Beyond the West, Beyond Modernities, Leipzing University: Germany; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://www.multiple-secularities.de/media/wps_18_gueltekin_alevikurds.pdf; dema gihiştinê: 14.08.2022; 06:46.

[6] T. Tahirî, Mêjû û Felsefeyî Yarsan, wergera Bêhzad Xweşhalî, ji bo nusxeya înternetî ya vê berhemê bnr.: https://www.kurdipedia.org/default.aspx?q=2013111320031287849&lng=1; 21.09.2022; 03:22.

[7] Shahab Vali (2016), Nasandina giştî ya edebiyata dînî ya kurdên yarsanî, Nûbihar Akademî, hejmar: 5, r. 113-119.

[8] Alî Gurdilî, Di civaka êzidiyan de saziya Birayê Axretê, https://gurdili.blogspot.com/2017/12/sistema-kaste-di-civaka-ezdiyan-de.html; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:56.

[9] Philip G. Kreyenbroek & Khanna Omarkhali (2016), Yezidism and Yezidi Studies in the early 21st century, Kurdish Studies, c. 4, h. 2, r. 122-130; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://kurdishstudies.net/journal/ks/article/view/424/417; dema gihiştinê: 14.08.2022; 04:28.

[10] Evliya Çelebi (2006), Seyahatname I-X, amadekariya çapê: Robert Dankof-Seyit Ali Kahraman-Yucel Daglı, Yapı Kredi Yayınları: Sitembol,  c. 6, r. 82; her wiha bnr.: Mehmet Akbaş, Evliya Çelebi’nin Gözüyle Kürtler ve Kürdistan, https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/364779; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:39.

[11] Alî Gurdilî, Sîstema kastê di civaka êzdiyan de, https://gurdili.blogspot.com/2017/12/sistema-kaste-di-civaka-ezdiyan-de.html; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:46.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *