Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – III

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – III

                    Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê, ku em wî herwiha

bi navê Umid Demirhan jî nas dikin, bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa sisîyan bixwînin. 

Omitê Mistefê

  1. Kurd çawa dihizirin an jî çarçoveya giştî ya hizirîna kurdan

                      Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê û nivîskar Nebez Semed di hevpeyvîneke ligel Scott Douglas Jacobsen de pêwendiya zimên û rêbaza hizirînê wiha kurteve dike: “Mirov bi zimanên xwe dihizirin, ji ber ku ziman navgîna ramanê ye. Hûn raman, bîr û baweriyên xwe bi zimên eşkere dikin. Ziman hêmaneke girîng a her çandê ye û çandê di xwe de hildigire; bi giştî çand xwe di zimên de nîşan dide û bi navgîniya zimên tê veguhastin. Lewma heke çandek zayendperest, hozdar, baviksalar (patriarchal) û ayînî be, dê rengê xwe bide ziman û ramana neteweyê jî. Çanda kurdî çandeke baviksalar û mêrsalar (male-dominated) e; hozdarî û îslamgirî jî vê baviksalariyê xurt û hêzdar dike. Di zimanê kurdî de baviksalarî hatiye bicihkirin û jin bi wî rengî dibin bindest û amraz. Ji vê pêwendiyê em têdigihêjin bê ka zimanê kurdî çiqasî zayendperest û mêrsalar e. Çanda kurdî baviksalar e; lewma hem nirxên baviksalarî, hozdarî û ayîndariyê hem jî qalibên zayendperestiyê bi cudakariya li dijî jinan hatine dagirtin. Encamên vê çandê di zimanê kurdî de xwe didin der û di zimên de bêhemdî xwediyê gotinê xuya dibin. Îcar gava di çanda kurdî de ramanên baviksalarî, cîhanbînî û nirxên baviksalariyê serdest bin, wê demê ev serdestî bandorê li zimanê kurdî jî dike; ji ber vê yekê zanyendperestiya di zimanê kurdî de koka xwe ji çanda kurdî digire û li gorî serdestiya mêran teşe digire. Gava hûn di çarçoveya mêr an mêranî û baviksalariyê de bihizirin, wê demê hûn zanîn, zanist, bawerî, wêje, huner, felsefe, dîn û hwd di qalibekî diyarkirî de ro dikin; bêguman ev hilberîn bi kêrî serdestiya mêran tê û bi riya zimên nifş bi nifş tên vegotin.”[23]

                      Lêkolînerê kurd Sebah Mufîdî jî li hemberî vê ramanê derdikeve û diyar dike ku ji heyama Ksenefonî ve (nivîskarê Anabasîsê) tê zanîn ku rola civakî ya jina kurd û bandora wê ya li ser mêran nayê înkarkirin; her wiha sedema bêbandoriya jinên kurd têkçûna serweriya kurdan e: “Dîroknasên kurd di wê baweriyê de ne ku Medî kurdên pêşîn in an jî rehek ji rehên bapîrên kurdan bûne; ji ber ku Ksenefon di beşên girêdayî Kurdistanê de zêdetir li ser Medan radiweste, têkiliya mediyan û kurdan jî dide xuyakirin. Di vê çarçoveyê de rapora wî (Anabasîs) nîşan dide ku jinên kurd ên pêşîn di serdema Medan de xwedî roleke giring bûne. Piştî hilweşîna Împaratoriya Medyayê jî jinên hêzdar ên wekî Mîdyayê di berxwedana li dijî Hexamendişan de cih girtiye; lê belê di serdema Hexamendişan de rola jinê pir guheriye û mirov dikare bibêje ku bi awayekî qonaxeke din a bindestiya jinê dest pê kiriye. Bi vê yekê re, beşeke jinên Medyayê -li kêleka jinên hexamendişî- wekî parçeyekî jiyana lawan (amûra rehetî û konforê) a mêran hatine dîtin; bi gotina Ksenefonî “jinên gewre yên hêja” mîna mêweyê reheka efsanewî ya Lotûsê, xewn û xeyaleke bêtevger derxistine holê. Ji ber vê yekê guhertinên siyasî bandor li rola jinên kurd ên pêşîn kiriye.”[24]

                      Her çiqas ev her du ramanên dîrokî û rojane li dijî hev xuya bibin jî, di rastiyê de îşaretî bal heman rastiyê, ango rastiyekê tenê dikin: têkçûna serweriya kurdan bandor li tevahiya jiyana kurdên pêşîn û paşîn kiriye; heta ku ev têkçûn dubare û çendbare bibe, jiyana wan dê ewqasî têkel û nexwezayî bibe, kurd dê hertim çînekê sûcdar û yekê jî mafdar bibînin, di heyama ku ew hilbaskî qirikên hev dibin jî dagirkerên wan dê bi aramî desthilatdariya xwe ya li ser bindestiya kurdan bidomînin.

 

  1. Çarçoveya zimanî-çandî ya hizirîna kurdan

                      Wekî her neteweyê, kurd jî li gorî heyamên xwe yên xurtbûn û lawazbûnê cuda cuda dihizirin; her wiha di van pêvajoyên xurtbûn û lawazbûnê de cureyekî zimên bi kar tînin û çandeke ji vî zimanê xurt an jî sist hilberandî li pey xwe dihêlin.

Nebez Semed di nivîseke xwe ya bi sernavê “Zimanê kurdî û zayendperestiyê” de hewl dide ku mantiqa zimanê kurdî vereşîne, parçe û pêkhateyên wê bide nasandin; lê belê mixabin paşperdeya dîrokî ya mantiqa kurdî ranexistiye ber çavan. Wî di nivîsa xwe ya kurt de bal kişandiye ser rewşa rojane ya zimanê kurdî (zaravayê soranî) û gihiştiye van encaman: “Têkiliyeke xurt di navbera raman û zimên de heye. Peyvên gotî û nivîsandî ji bo ramanên me hêma û sembol in. Ziman ne tenê amûrek e ku em di jiyana xwe ya rojane de pê danûstandinê bikin; dibe ku ziman tiştekî ji vê yekê pir zêdetir be jî. Ziman bi hebûna me ya mirovîn ve girêdayî ye. Ji ber ku hebûna me, hemû hizir û ramanên me di zimanê me de diyar dibin; bi kurtasî em bi zimanê xwe dijîn û bi pêş dikevin. Wekî ku Heidegger jî dibêje: “Ziman mala Hebûnê ye”. Di encamê de ez dihizirim ku ziman û raman yeksan û wekhev in. Em nikarin wan ji hev veqetînin. Raman di zimên de diyar dibe û bi dû re jî ziman ramanên me çêdike. Em çand, kevneşopî, dab û nêrît, wêje, felsefe û hwd bi zimanê xwe werdigirin, çi bi vegotina devkî û çi jî bi qalibên nivîskî. Em ji zimanê xwe hizir û ramanên bav û kalên xwe dizanin. Ji têkiliya ziman û ramanê, em ê bikaribin zayendperestî û mêraniya di zimên de nas bikin. Serdestiya mêr, mêranî, cudakariya zayendî û bindestiya jinê hemû bi navgîniya zimên xwe nîşan didin û bi zimên tên zelalkirin. Di vê gotarê de ez ê bi kurtasî vekolîneke li ser çawaniya zayendperestî û mêraniya di zimanê kurdî de aşkera bikim. Zimanê kurdî serdestiya mêran e, alîgir û zayendperest e; tevahiya van taybetmendiyan jî çavkaniya xwe ji baviksalariya kurdan werdigire. Baviksalariya kurdan (û hemû normên têkildar) bi gelemperî jinan li meqam û şûnwarên desthilatdariyê yên bindest didin rûniştandin. Digel ku jin wekî dê, xwişk û hevserekê tê dîtin jî, wekî miroveke xweser û xwedî îradeya azad nayê dîtin; berevajî vê yekê, girêdayî (bi mêran ve), qels û pir hestiyar tê pênasekirin. Hemû karên birûmet bi mêran ve girêdayî ne. Wekî nimûne, “piyaw” (berginda peyva kurmancî ya “mirov”) hemwateya rûmet û qenciyê ye; ev rewşeke neguherbar e. Heke kesek baş be, di kurdî de jê re tiştên wekî “kesekî piyaw e/kesekî mêr e” yan jî “piyaw qise dekat/mêrane diaxive” tê gotin. Peyva kurdî ya “piyawetî” (mêranî) jî ligel her cureyê viyan û rûmetê bi qenciyê ve hatiye girêdan. Di navên kurdî de jî zayendperestiyek –û bi aşkerayî xurtkirina mêraniyê– heye. Ev jî bi piranî ji ber wê yekê ye ku di zimanê kurdî de navên jinan bi gelemperî wekî xweşik, hestyar, qels, nerm, şermoke û hwd tên pênasekirin; lê navên mêran wateyên hêzdarî, xurtî, wêrekî, serkeftin û hwd dinimînin. Ji navên jinan çend mînak ev in: Nazik (naz), Nermîn (nerm), Şermîn (şerm), Kinêr (cureyekî kulîlkan), Gulabax (cureyekî gulan e) û hwd. Berevajî vê yekê, çend navên mêran jî wiha ne: Serdar (kesê ku serî di dêst de ne), Serkewt, (ji serkeftinê, ji bo derketina ser tiştekî), Diler (wêrek), Şaho (navê çiyayekî), Şêrzad, Şêrko, Şêrwan (her sê jî şêrê hêzdar dinimînin û nûneriya hêza mirovî dikin). Di gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî de jî zayendperestî heye; wekî mînak: “ba daykî kuran bit” (bila dayika kuran be), “ba xuşkî hewt birayan bit” (bila xwişka heft birayan be), “noberat nêr bêt” (nixuriyê te nêr be). Her wiha di nifirên kurdî de jî zayendperestî heye; piraniya wan di bin serdestiya mêran de ne û bi berfirehî nifiran li dayik û jinan dikin (mînak: “diya wî ewk bikim”, “xwişka wî ewk bikim”, “jina wî ew bikim”, “kurê dêlê”). Îcar em em ji şiroveyên jorîn çi werdigirin? Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku di navbera raman û zimên de bend û girêdankên xurt hene. Ji ber vê yekê, divê em ji xwe bipirsin bê ka ziman kîjan ramanan xurt dike û didomîne; her wisan bandora vê xurtiyê ya li ser encaman çawa ye û em wekî kurd divê çawa zimanê xwe binirxînin û biaxivin. Em bixwazin bawer nekin an jî nexwazin bawer bikin, zimanê kurdî bê lec û nîqaş zayendperest e. Ev rewş di nava peyv, sernav, gotinên pêşiyan û nifirên kurdî de wekî zayendperestî û mêraniyê xwe dide der. Hevokeke wekî “em dikarin vê rewşê biguherînin” cihê nîqaşê ye; lê -ji bo destpêkirina guherînê- bêguman destpêkirina axaftinê pêngaveke baş e. Divê em wekî kurd teqez ji bo xatirê wan kesên ku di encama zimanê me de herî zêde mexdûr bûne –ango ji bo jinan– li ber xwe bidin.[25]  

 

  1. Çarçoveya hikmetî-şîretî ya hizirîna kurdan

                      Rehmetî Bedîuzeman Seîdê Kurd (1878-1960) ligel ku zanayekî dînê îslamê ye, mantiqnasekî jêhatî ye jî; di piraniya berhemên xwe de rêbazên mantiqa îslamî bi kar anîne. Gava Seîdê Kurd cara pêşîn hatibû Sitembolê û rastî weşangeriya kurdan hatibû, şîreteke gelekî hêja li gelê xwe yê kurd kiribû û ev şîreta wî tekane nivîsa wî ya bi kurdî ye. Bi rastî ev gotara wî ya kurt û kurdî hişmendiya wî ya analîtîk û mantiqî nîşan dide ku mixabin bi xwe jî di tevahiya jiyana xwe de nekaribûye ji bin barê wê şîretê rabe, ango barê şîreta xwe ranekiriye, di heyama xwe de negihandiye encamê û ew bar ji nifşên peyhatî yên piştşikestî re hiştiye: “Ey gelî kurdan! Ittifaqê de quwet, ittihadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukumetê de selamet heye. Kabika ittihadê û şirîta muhebetê qewî bigirin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek: islamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan e, buhayê wê dane. Ê diduwan: insaniyet e ku lazim e em nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û insaniyetiya xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisiyan: miliyeta me ye ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe û bi hifza miliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin. Yek: feqîrtî ye; çil hezar hemalê Sitembolê delîlê wê ye. Ê diduwan: cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da yek <qazete> nikanin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan: Dijminî û ixtilaf e ku ev ‘edawet quweta me winda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumetê jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir. Ku we ew seh kir, bizanin çareya me ew e ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigirin, ta ku em her sê cewherên xwe ji destên xwe nekin û her sê dijminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil: me’rifet û xwendin e. Ê duduwan: ittifaq û muhebeta millî ye. Ê sisiyan: insan ê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesiyeta paşî: Xwendin! Xwendin! Xwendin! Destêhevgirtin! Destêhevgirtin! Destêhevgirtin!”[26]

                      Serokkomarê Komara Kurdistanê ya li Mehavayê (1946) gorbihuşt Qazî Mihemmedî (1893-1947) ligel ku zanayekî dînê îslamê û pêşengekî siyasî-leşkerî ye, mantiqnasekî jêhatî ye jî. Di tevahiya jiyana xwe ya perwerdehiyê de mantiqa kurd-îslamî bi kar aniye; her çiqas ev mantiq berhemeke bêjingkirin û li gorî îslamê rojanekirina mantiqa yûnanî be jî, bûye destûra jiyan û biryarên wî. Qazî Mihemmedî bi payeya “xizmetkarê gel û welêt” di wasiyetnameya xwe de jiyan, têkoşîn û armanca xwe ya ji damezrandina komarê wiha rave dikir: “Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Gelê min î zorlêhatî, sitemdîtî, bêparhiştî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de bi boneya şîretê çend daxwazan pêşkêş dikim: ji bo xatirê Xwedê êdî dest ji dijminahiya hev vekişînin, yekgirtî bin û hev biparêzin. Li hemberî dijminan rawestin, xwe bi bihayekî erzan nefiroşin dijminan. Dijmin tenê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi we re danûstandinê dike; ji bilî vê yekê tu nirxekî we li ba wan tuneye. Dijminên gelê kurd pir in, dûrî mirovahiyê û bêwijdan in. Sembola serkeftina her gel û neteweyekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya giştî ya ya neferên gel e. Her gelê ku yekîtî û hevgirtina wî tunebe, ew ê hertim çewisandî be. Tu tiştekî gelê kurd ji gelên din ên li ser rûyê vê cîhanê ne kêmtir e. Bêguman mêranî, xîretkêşî û wêrekiya we besî hemûyan e û jê zêdetir e jî. Gelên ku ji bin nîrê bindestiyê rizgar bûne, tenê yekgirtî bûne û ewqas; hûn jî dikarin bi riya yekîtî û hevgirtinê qeyd û bendên bindestiyê tarûmar bikin. Çavnebarî, minexetî û xwefiroşiyê bidin kêlekekê. Êdî bi destî dijminan neyên xapandin; dijminên kurdan ji kîjan deste, civat, reng û nijadê dibin bila bibin, ew her dijmin in. Bêmerhemet in û wijdana wan tuneye. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev çavsor bikin û bi xap û derewan we li dijî hev rakin.

                      Di nava dijminên kurdan de ecem dijminê herî zalim, mel’ûn, xwedênenas û bêmerhemet in; ecem destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê kurd venakşîne, di dirêjahiya dîrokê de bi gelê kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnare hebûye û hê heye jî. Temaşe bikin û binêrin! -Ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengur û çendî çend mêrxasên din- eceman gelek mêrxasên we yên mezin xapandin, bêdeng kirin, xelq ji pişt wan vekişandin û gelekî bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku xwedêgiravî daxwaza eceman a xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan bikin; lê belê van kesayetan bi dilsafî bi wan bawer kiriye û bi sond û sozên eceman xapiyane. Îcar hetanî niha di dirêjahiya dîrokê de tu kesî nedîtiye ku tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehd-peymanên ku dane kurdan pêk anîbin. Hemû derew û xapandin bûne. Va ye ez wekî birayekî we yê biçûk, di rêya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim ku hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin ku heke dijmin hingivî bide we, diyar e jehr xistiyê. Bi sond û sozên derewîn ên eceman nexapin. Heke hezar carî jî dest li Qur’ana Pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, da ku xapekê bînin serê we.

                      Va ye ez di demên dawîn ên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mezin şîretê li we dikim. Da ku riya rast nîşanî we bidim, çi ji destê min hat min kir; min têkoşîneke ji dil û can meşand û tu carî xemsarî nekir. Niha jî, di vê dem û rewşê de jî, dîsa ji we re dibêjim ku êdî bi eceman nexapin; ji sond, destlêxistina Quranê, ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, pêxember, roja qiyametê, hesab û kitaban bawer dikin. Bila hûn  misilman jî bin; bi tenê ji ber ku hûn kurd in, li cem wan hûn sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dijmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e. Sozê ku min dabû, ne ew bû ku ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Ez pir caran li ser dîrok û pêşeroja me hizirîm; li ser kesayetên me yên mezin fikirîm ku eceman ew bi xapandin, sond, derew û kemînan girtine û kuştine. Ew gişt li bîra min bûn û tu carî jî min ji eceman bawer nekiriye; lê belê beriya ku vegerin vir (Mehavayê), çendîn caran wan bi şandina nameyan, bi navberkariya kurd û farisên navdar ên ku wekî qasid hinartî, soz dabûn ku dewleta Ecemistanê, ango Şah bi xwe ne xwediyê nîyeteke xerab e û ew ê nehêlin dilopeke xwînê li Kurdistanê bê rijandin. Niha hûn encama sozê wan bi çavên xwe dibînin. Heke xiyaneta serokên eşîran nebûya û xwe nefirotana dewleta Ecemistanê, ev yek nedihat serê me û Komara me.

                      Şîret û wesiyeta min ew e ku bila zarokên we bixwînin. Ji bilî perwerdehiyê, tu tiştekî me ji yê gelên din ne kêmtir e. Bixwînin, ji bo ku hûn ji karwanê gelan bi paş ve nemînin; ji ber ku tenê perwerdehî çeka dijminkuj e. Piştrast bin û bizanin ku heke hevahengî, yekîtî û perwerdehiya we xurt û baş be, hûn ê li hemberî dijminê xwe bi ser kevin. Bi kuştina min û kuştina bira û pismamên min çavtirsiyayî nebin. Hetanî ku hûn bigihêjin hêvî û armancên xwe, pir kesên din ên mîna me dê li ser vê riyê bên kuştin. Piştrast im, piştî me pir kesên din jî her dê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin. Her çiqasî ji me zanatir û hêjatir bin jî, dîsan piştrast im ku piştî me jî gelek kesên din dê bikevin kap û xapên eceman; lê belê hêvîdar im ku kuştina me ji dilsotiyên gelê kurd re bibe pend û ibret, jê dersekê wergirin.

                      Wesiyeteke min a din jî ji we re ev e: Her çi tiştê ku we ji bo serfiraziya gel kir, wisan bikin ku gel alîkarê we be. Piştrast im ku dê Xwedayê mezin dê we serfiraz bike û alîkarê we be. Dibe ku hûn bipirsin bê ka çima ez bi ser neketim?! Di bersivê de dibêjim ku bi Xwedê ez bi ser ketime! Çi nîmet û serkeftin ji wê yekê mezintir e ku va ye ez niha di riya gel û welatê xwe de, serê xwe, malê xwe û canê xwe didim. Bawer bikin, min ji dil mirineke wisan dixwest ku bi rûyekî çîl-qerqaş derkevim hafa Xwedê û pêxemberê Wî, di huzûra gel û welatê xwe de rûreş nebim, ji bo min ev e serkeftin.

                      Xweşdiviyên min! Kurdistan mala her kurdekî ye. Her wekî ku di malekê de, kîjan endamê malê çi karî bizanibe, karê wî dispêrin wî; êdî mafê tu kesî tuneye ku çavnebariyê lê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Heke we zanî ku kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin û bila wî karî ew bike. Êdî çênabe ku hûn keviran daynin ser riya wî û çênabe ku dilê we biêşe; ji ber ku berpirsyariyên mezin ketine destê kesekî ji nava we rabûye. Heke karên mezin ketin ser milê kesekî û wî kesî ew kar bi rê ve bir, wisan dixuye ku jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin li hemberî wî erkê hene. Piştrast be ku birayê te yê kurd hertim ji dijminê kîndar baştir e; heke berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez ê neketama ber hukmê sêdarekirinê. Lewra çênabe ku hûn li dijî hev çavçil bin. Ên ku fermanên me pêk neanîn, ne tenê ferman pêk neanîn, lap dijmintiya me jî kirin. Niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şîrîn de ne. Ji ber ku me jî xwe wekî xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha li ser navê xizmeta gel di bin sêdareyê de me û va ye ez demên dawîn ên jiyana xwe bi nivîsandina vê wesiyetnameyê derbaz dikim. Îcar heke berpirsyariyên mezin li ser milên min nebûna, ez dê jî niha di nava zar û zêçên xwe de û di xewa şîrîn de bûma. Lewre ez niha wan şîretên xwe dinivîsînim û rê li we nîşan didim bê ka hûn ê piştî mirina min çawa tevbigerin.

                      Piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana stûyê xwe, niha ew ê li şûna min di bin biryara sêdarekirinê de bûya. Ji bo rizamendiya Xwedê û wekî kurdekî xizmetkarê gel, li gorî berpirsyariya di stûyê xwe de ez van şîretan li we dikim. Hêvîdar im ku ji niha û pê de hûn ê pendan jê wergirin û bi duristî guhdariya şîretên min bikin ku bi alîkariya Xwedayê mezin hûn li hemberî dijminên xwe bi ser kevin:

  1. Baweriya xwe bi Xwedê û pêxemberê Wî (silavên Xwedê lê bin) bînin, bi <tiştên li cem Xwedê hatî> razî bin û di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin.

                      2.Yekîtî û hevahengiya di navbera xwe de biparêzin; bi taybetî di berpirsiyarî û xizmetê de karên nerind li hemberî hev nekin û çavçil nebin.

  1. Da ku hûn nekevin kap û xapên dijminî, asta perwerdehiya xwe bilind bikin.
  2. Ji ber ku dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye. Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji çend aliyan ve ecem dijminên we ne; ji ber ku ew dijminê netewe, welat û dînê we ne.
  3. Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet a vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminan. Dîrokê tesbît kiriye ku hertim bi çendî çend bihaneyan li dijî kurdan rawestiyane. Ji ber sûcekî herî sivik kurdan dikujin; her wiha li dijî kurdan her çi sûc hebe, destên xwe jê nagirin.
  4. Minexetî û xiyanetê li hev nekin. Ne xiyaneta siyasî, ne ya giyanî, ne ya malî û ne jî ya namûsî. Ji ber ku xiyanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûcdar e; ji ber ku xiyanet dîsan li xiyanetkaran vedigere.
  5. Gava ji we kesek bikaribe kar û barên we bêxiyanet pêk bîne, jê re alîkariyê bikin. Ne ji ber çavnebarî û çikûsiyê li dijî wî derkevin, ne jî -Xwedê neke- li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.
  6. Cihên ku min derbarê wan de li vê wesiyetnameyê nivîsandine (mizgeft, nexweşxane û dibistanan) serwet û samanên we ne ku divê hûn bi awayê herî kêrhatî mifayê jê wergirin.
  7. Heta ku hûn ji dagirkeran rizgar bibin, divê hûn dest ji xebat û tekoşînê venekişînin. Malê dinyayê ne tu tiştek e. Ger welatê we hebe û serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we dê hebe. Hem mal hem serwet hem dewlet hem rûmet hem jî niştimanê we dê hebe.
  8. Ez ne bawer im ku ji bilî heqê Xwedê heqên din li ser min hebin; lê belê digel vê yekê jî, heke kesekî dît ku mafekî wî li ser min heye, bila ji mîratgirên min bixwaze û wergire.

                      Heta ku hûn destên hev negirin, hûn ê bi ser nekevin. Sitem û zoriyê li hev mekin; ji ber ku Xwedê dijminê sitemkaran e.

                      Hêvîdar im ku hûn ê van gotinên min bipejirînin. Bila Xwedê li hemberî dijminan pîroziyê bibexşîne we. Wekî Se’dî jî kerem kiriye:

 

Muradê ma nesîhet bûd û guftîm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Mirazê me şîret bû û me got, 

Me hûn spartin Xwedê û em çûn.[27]

 

Nîşeyên gotarê:

[23] Scott Douglas Jacobsen (2018), Kurdish culture like any other cultures in the world is patriarchal; ji bo tevahiya hevpeyvînê binêre: https://cultureproject.org.uk/kurdish-culture-like-any-other-cultures-in-the-world-is-patriarchal/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 02:01.

[24] Sabah Mofidi (2020), Kurdistan on the path of a historical evolution (from the Xenophon’s report); bnr.: https://cultureproject.org.uk/kurdistan-on-the-path-of-a-historical-evolution/; dema gihiştinê: 14.08.2022; 17:41.

[25] Nebez Semed (2016), Kurdish language and sexism, https://cultureproject.org.uk/kurdish-language-and-sexism/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 02:12.

[26] Seîdê Kurd (1908), Ey gelî kurdan, hejmara yekem a Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi: Sitembol.

[27] Behzad Xweşhalî (1380 k.h.), Qazî Muhemmed o Cumhûrî der Ayineyê Isnad, Çapê Firdewsî: Hemedan, r. 264-267; ji bo wergereke wesiyetnameyê ya nepîşeyî û nepisporane bnr.: Mehmet Fatih Bariş (2012), Wesiyeta Qazî Mihemed, bnr.: http://www.bizimgazete63.com/?Syf=22&Mkl=412274; her wiha deqa bi kurdiya soranî li ser vê girêdankê ye: https://www.kurdhsk.com//بەشێکی-گرینگی-وەسیەتنامەکەی-پێشەوا-ق/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 04:50

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *