Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – V

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – V

                    Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin,

bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa pêncan bixwînin. 

Omitê Mistefê

D. Mîrateya nivîskî û devkî ya mantiqa kurdan

                      Di zimannasiya hevçerx de şaxa “pragmatîk”ê lûtkeya zanistên zimanî ye û lêkolînên wê li dora “naveroka gotin”ê digerin; bi vî awayî hinek pirsên wekî “gelo naveroka gotinê çawa beşdarî wateyê dibe?”, “mirov di danûstandinên civakî de zimên çawa bi kar tîne?” “têkiliya di navbera wergirê gotinê û gotina wergirtî de çawa ye?” tên bersivandin. Bi gotineke zelaltir, pragmatîk hem şaxeke hêmanasiyê (semiotics) ye ku li ser “têkiliya di navbera nîşane yan jî biwêjên zimanî û bikarhênerên wan de” xebatan dimeşîne; hem jî şaxeke zimannasiyê ye ku li ser  “têkiliya hevokan bi hawîrdora lê qewimî” dixebite.[51] Ji vê şîroveyê dixuye ku têkiliyeke xurt di navbera mantiqê û pragmatîkê de heye; ji ber ku mantiq bingehê bikaranîna rast a zimên e, ramanên rast  jî encameke bikaranîna rast û durist a zimên in. Îcar pragmatîk jî hema hema li ser vê mantiqa analîtîk tê avakirin.

Ji aliyekî din ve, karakterê mantiq û felsefeyê yê ku li ser hemû beşên zimannasiyê tê avakirin, di pêvajoya dîroka xwe ya dirêj de hertim ne wekî hev bûye. Di heyama Aryaya beriya îslamê de felsefe yan jî hişmendî (di kurdiya kevn de: “xired” a bi wateya “sofia”yê) bi tevahî bi dîn û ayînê re eleqedar bûye; ev taybetmendiya dînî-ayînî ya hişmendiyê ne tenê di şaristaniya Aryayê de, her wiha di şaristaniyên din ên mezin ên Asyayê (yên wekî Hindistan û Çîn-Maçînê) de jî tê dîtin. Berevajî Yûnanistana sedsalên 6-5an a beriya zayînê, çanda aryayî ya serdema Hexamendişan metnên felsefî yên ji ayînê veqetandî hilneberandine; aryayiyan hem bi awayekî giştî di nava nivîsarên dînî yên wê serdemê de nîqaşên bingehîn ên felsefî li ser mijarên curecureyî gerandine, hem jî ji metafizîkê bigire heta gerdûnnasiyê (kozmolojî) û ji wir jî heta qiyametnasiyê (eskatolojî) li ser gelek babetan axivîne. Ev rastiya zanistî jixwe di tekstên kevnare yên “Gata”yan de,[52] her wiha di metnên ciwantir ên “Dînkerd”ê[53] de jî bi aşkerayî tên dîtin. Nivîsên zerdeştî yên herî zêde bi mantiqeke taybet a felsefî hûnayî vedigerin dawiya serdema sasanî û destpêka serdema îslamî ku mînaka wê ya sereke “Bûndahişn” e;[54] îcar “Bûndahişn”a ku hinek lêkolîner wateya “afirandina seretayî” didinê, di rastiyê de ji peyvên aryayî yên “binyadê hişîn”ê hatiye bidestxistin û hema hema tê wateya “mantiq”ê. Ev berhema kevneşopî xebateke pehlewî ya sereke ye û li ser bingehê nivîsarên zerdeştî hatiye berhevkirin; lê di heman demê de kurtedîrokeke efsanewî ya bûyerên heyama Medî/Keyanî û Aryanşehrê (Îranşehr) ye.[55] Di serdema sasaniyan de li ser felsefeya siyasî û exlaqî jî xebat hatine meşandin; di vê çarçoveyê de wêjeyeke bi navê “tacname”yê peyda bûye ku bandoreke berbiçav li ser felsefeya pratîkî ya serdema îslamî jî kiriye.[56] Pirtûka “Tacname”yê ya wêjeya sasanî de -mîna piraniya navên pirtûkên wê serdemê- berhevokeke rêzikname, ferman û pendnameyan e; li ser kar û barên çîna şahan, jînenîgariyên wan, çanda giştî ya şahaniyê, şêwazên kevneşopî yên rêveberiyê, rê û resmên padîşahiyê, dîroka padîşahên berê û kevneşopiyên wan ên pratîkî zanyariyan belav dike. Li gorî hinek zanyaran, naveroka van pirtûkan ewqasî berfireh e ku mijarên wekî stêrnasî û pêşbîniya stratejîk jî di nav xwe de dihewîne; hêjayî gotinê ye ku her şahekî tacnameyek daye amadekirin ku îro wekî doktrînên taybet ên serokan tê zanîn.[57] Divê bê zanîn ku dînê Maniyî (Manîheîzm) duyemîn dînê mezin ê Aryayê ye ku dîroka wê vedigere serdema beriya hatina îslamê û ramanên wî yên derbarê gerdûnnasî û destpêka afirandinê de pir zengîn in; her wiha nêrînên wî yên derbarê qencî-xerabî, dîn-exlaq û çendek kêşeyên felsefî û dînî bandor li ser ramyarên serdema filetiyê û misilmantiyê jî kiriye. Cihê baldariyê ku rojhilatnas Prods Oktor Skjærvoyî derbarê Manî û pirtûka wî ya bi navê “Erjeng”ê (“Erteng”) de lêkolîneke berawirdkirî ya hêja amade kiriye; li gorî zanyariyê wî yên ji gelek çavkaniyên bingehîn berhevkirî, mêjûya rast a jidayikbûna Maniyî 14ê Nîsana 527an e û ji binemaleke xanedana eşkaniyên kurd e. Maniyê ku li Mardînûya peravên Dijle û Ferêt hatiye dinyayê, kurê Pategê Eşkanî ye[58] ku li gorî dîroknasên ereb û Şahnameya osmanî, tevahiya xanedanên Aryayê ji heman malbatê bûne û li gorî Şahnameyê jî tevahiya xanedanên şahan kurdnijad bûne. Di nava metnên “Erjeng”ê yên resen de beşên ku rasterast bi mantiq û felsefeyê re eleqedar hindik in; lê çendek bermayeyên wê yên berdest di nava rewşenbîrên misilman û fileh de bi sedsalan bûnê keresteyê nîqaşan û wekî nirxeke felsefî hatine hesibandin.

Wekî ku berê jî hate gotin, kurd û aryayiyên din hê di destpêkê de dînê îslamê naskiribû û beriya ku şûr bigihêje qirikê baweriya îslamê di nava kurd-aryayiyan de belav bûbû; Gavanê Kurd (Caban Es-Sardî El-Kurdî), Rûzbe Xweşnûdanê Espehanî (Selmanê Farsî), Pîrozê Deylemî (Fîrûz Ed-Deylemî) û Salimê Sitexrî (koleyê azadkirî yê Ebû Huzeyfeyî) beşdarî damezrandina pergala îslamî bûbûn. Her çi ku Bazanê Sasanî ye, wî ji du aliyan ve pergal nas kiribû; ji ber ku wî hem wekî nûnerê Aryayê li Yemenê liv û tevgera dînê nû şopandibû hem jî piştre bûbû misilman û wekî endamekî wê pergalê nûnertiya dînê nû kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokî-hedîsî Bazanê kurê Sasan neviyê Behramê Çopîn ê kurd e; navê wî yê dirêj Bazanê kurê Sasan kurê Bilaş kurê mîr Gamasp kurê mîr Pîroz kurê mîr Yezdê Gird kurê Behramê Gor (Çopîn) e. Bazan bi fermana Xosro Anûşî Rewan wekî mîrê Eden, Sana û derdora wê yên Yemenê û beşeke başûrê Erebistanê hatibû destnîşankirin; lê belê di sala şeşan a koçî de (627 z.) misilmantî qebûl kir û bû rêhevalek ji rêhevalên Pêxemberê Îslamê -silav lê bin-. Bi rastî çîroka misilmanbûna wî û misilmanên din ên kurd/aryayinijad nîşan dide ku bîr û baweriya îslamê hê di destpêkê de bijiniye nava hemwelatiyên Aryayê û desthilatdariya wê ya navendî Şahînşahiya Sasanî.[59]

Di serdema dagirkeriya ereban a li erdnîgariya Aryayê de Dibistana Ronahiyê (“El-Medreset’ul-Îşraqiyye”) ya ku ji aliyê zanayê kurd Şêx Şehabedînê Sorewerdî ve hatiye pêşxistin, behsa kevneşopiyeke felsefî ya li Aryaya beriya îslamê dike; pêşengên dibistanê navê “felsefeya şahane” (“el-hikmet al-xusrewaniyyah”) danîbû ser vê kevneşopiyê û dibe ku sedemeke kuştina wî jî ev ramanên wî yên neteweperwer bûn.[60] Dîsan dibe ku ji ber vê yekê fîlozofên misilman ên paştir cil û bergên pesinandî yên vê dibistanê sipartibûn têgeheke zimanî û navê wê wekî “felsefeya fehlewiyatê” guhartibû. Ji ber ku wê heyamê çi tiştê ku derheqê Aryayê, ziman, ayîn û çanda wê de bihata nivîsandin û bi zimanek ji zimanên aryayî bihata tomarkirin, navê wê yê naskirî “fehlewiyat” (pehlewîkî) bû.[61]                     

 

  1. Mantiqa kurdî di navbera “Islah’ul-Mentiq” û “Neqd’ul-Mentiq”ê de

                      Berhema Ebû Henîfeyê Dîneweriyî ya bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê neketiye ber destê me; lê belê xebata qerase ya seydayê wî Ibn’us-Sikîtî ya bi heman navî li ber destan e û wisan xuya dike ku “mantiqa erebî ya pêşîn” bi rêbaz û pirsgirêkên fesahet û belaxetê, ango rewanbêjiyê re mijûl bûye. Di rastiyê de hem di serdema nezaniyê (cahiliyet, serdema berî îslamê) de hem jî di serdema belavbûna îslamê û destpêka xilafetê de ji kesê xweşaxêv û rastaxêv re “fesîh” û “belîx” dihate gotin; lê belê bi belavbûna mantiqa yûnanî re peyva “mintîq”ê (kesê ku li gorî rêbazên mantiqê nîqaşan dimeşîne) jî kete nava zimên. Lewre mirov dikare bibêje ku kurdên misilman ên pêşîn jî li ber bayê zanistên erebî bi mijarên fesahet û belaxetê re eleqedar bûbûn; her çiqas mebesta wan a rasterast ne fesahet û belaxeta zimanê kurdî be jî, bikaranîna zimanê kurdî wekî amûreke têgihiştina zimanê erebî zanyarên kurd neçar dikir ku her du zimanan berawird bikin, bi qasî erebî kurdî jî bizanibin ku wergereke devkî ya baş bikin. Divê bê zanîn ku bi vegirtina Arya, beşeke xaka Bîzansê û beşeke xaka Romayê (Endelûs û Îtalya) re ereban dest bi terikandina hinek taybetmendiyên xwe yên zimanî û çandî kir; wekî nimûne: wan pergala siyasî-leşkerî ya Aryayê bêjing kir û guhaste nava sazûmana xwe ya hozdariyê, jimareyên xwe (yên wekî 1, 2, 3, …) bi jimareyên hindî (yên wekî ١، ٢، ٣ ، … ) re guhert. Ji aliyekî din ve guherîna dengnasî, peyvnasî û hevoknasiya erebî pirsgirêka herî mezin a serdema paşîn a xilafetê û heyamên emewî û ebasî bû; lewre xelîfeyê çarem Eliyê kurê Ebû Talibî dest bi parastina reseniya zimanê erebî kir û rêbazên pêşîn ên rêzimana erebî danîn. Ji bo heman mebestê di heyama emewiyan de jî rastnivîsek ji bo Quranê hate têkûzkirin û çanda wê bi awayekî fermî hate parastin; ji ber ku di heyama pêşîn a nivîsandina Quranê de tenê 14 tîpên alfabeya erebî hebûn, xalên li ser tîpan tunebûn û carinan 4-5 tîp bi heman şêwazî dihatin nivîsandin (mînak: tîpên destpêkê yên “ba”, “ta”, “sa”, “nûn” û “ya”yê bi kêrtikekê dihatin nişandan). Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku di serdema “Islah’ul-Mentiq”ê de zimanê kurdî jî wekî “hevalê parê” yê zimanê erebî dihate bikaranîn; dema ku mantiqê şûnpêya xwe li nava çand û zimanê erebî xurt kir, hemwelatiyên kurd ên dewleta erebî jî di bin siha wê guherînê de bala xwe da ser hatî-çûyiyên mantiqa yûnanî.

Bêguman ev guherîn û terikandina fesahet-belaxeta erebî ya kevneşopî bi serbestî sînorên dewleta erebî derbas nekirin û negihişt dil û hinavê zimên; kesên mînanî Ibn Teymiyeyê Heranî (1263-1328) yê kurdnijad li hemberî bayê mantiqa yûnanî li ber xwe dan, bertek û rexneyên tund pêşkêş kirin ku nimûneya herî berbiçav a berxwedana wî “Neqd’ul-Mentiq”a wî ye. Wî di xebat û fetwayên xwe de çand, ziman û mantiq-felsefeya wekî amraza dagirkeriyê bi nav dikir; lewre bi tundî hem li dijî materyalên çandî-zimanî yên rojavayî derdiket hem jî rexne li pûtperestiyê û dînê filehiyê digirt. Bi rastî dibe ku ev liv û tevgera wî xwe disparte sedemkareke mafdar a wê rojê jî; ji ber ku Kurdistan û tevahiya cîhana îslamî di bin gef û êrişên tatarên pûtperest û filehên rojavayî yên xaçperest de dinaliya. Divê bê zanîn ku beriya Ibn Teymiyeyî çendek zanayên misilman bikaranîna mantiqê wekî “peywira dînî” didît ku pêşengekî wan jî Xezalî bû; lê Ibn Teymiyeyî ev angaşta wan nepejirand û li hemberî wan radiwestiya. Di destpêkê de wî pêwistiya mantiqê pûç kir û diyar kir ku ev zanist mirovî nagihêjîne “baweriya pêwist”; lewre wî “fitreta mirovî ya durist” û “wijdana dînî” bi ser vê zanistê re girtin û çanda yûnanî (bi her du lingê wê yên pûtperest û fileh) dûrî kar û xebatên pratîkî yên misilmanan hesiband. Li gorî wî, mantiqa feylesofên yûnanî, sofiyan, zanayên “ilmê kelamê”, cihû û filehan mijara “berawirdkirin”ê (qiyas) berevajî dikin ku di rastiyê de hêz û qabiliyeta qiyasê ya mirovî pêwistiyê bi perwerdehiyê nabîne; ji ber ku “bingehê zanista ku tê de teqezî tuneye hîç û pûç e”. Şêx Mustefa Ebdurraziq derbarê vê bertek û berxwedana Ibn Teymiyeyî de dibêje ku “heke berxwedana li dijî mantiqa yûnanî li ser rêbaza Ibn Teymiyeyî bihata berdewamkirin, dê mîrateyeke ramanî ya gelekî pêşketî derketa holê”. Wisan dixuye ku Ibn Teymiyeyî hem bal kişandiye ser pêwistiya çavkaniya zanistê hem jî mantiqa yûnanî wekî xebateke mirovî ya bê sînor û çavkanî hesibandiye; her wiha li hemberî wê zanistê çavkaniyên sereke yên wekî “Quran, sunet, icma’ û qiyasa fitrî” danîne; lewre bi teqezî gotiye ku duristî û aramiya hişê mirovî bi hînbûna mantiqê pêk nayê, dermanê sereke yê aloziya ramanî ya yûnanî “pejirandina tewhîdê” (baweriya bi yekîtiya Xwedê), “baweriya bi tevahiya pêxemberan” û “baweriya bi roja dadweriyê ya qiyametê” ye.[62]

Hêjayî gotinê ye ku Dîneweriyî bi “Islah’ul-Mentiq”ê hewl daye ku movika pişta zimên bi keresteyên navzimanî xurt bike; Ibn Teymiyeyî jî bi çavkaniyên dînî xwezaya zimên parastiye û bi “Neqd’ul-Mentiq”a xwe bereyeke têkoşer û berxwedêr li dijî mantiqa yûnanî ya hawirdekirî ava kiriye. Lêkolînerê iraqî Dr. Elî El-Werdî jî di lêkolîna xwe ya li ser “Mantiqa Ibn Xeldûnî” de balê dikêşe ser çendek zanayên ku li dijî mantiqa arîstoyî rawestiyane û derbarê taybetmendiya berxwedêr a Ibn Teymiyeyî de wiha dibêje: “Cudahiya sereke ya di navbera Xezalî û Ibn Teymiyeyî de ew e ku gava gel ji ramanên Xezaliyî vekişiya, bêhêvî bû û jiyana tenahiyê hilbijart; lê belê Ibn Teymiyeyî heta dawiya temenê xwe bi wêrekî li dijî şaşiyan rawestiya, beşdarî têkoşîna gel bû, ji bo dermankirina derd-kulên wan ên rojane zend-bendên xwe hildan, sala 702an a koçî li hemberî êrişên moxolî/tatarî şer kir û dijminên xwe têk birin. Di serdema Ibn Teymiyeyî de rexneya mantiqê gihişte lûtkeyê; wî -wekî Xezaliyî- tenê rêbazên hişmendiyê û sedemkariyê (eqlaniyet û sebebiyet) rexne nekirin, wî bingehên mantiqê yên berawirdkirin û encamdayînê jî pûç kirin. Li gorî wî di ramanên mirovîn de rastiya kesekî nedişibihiya rastiya kesekî din; wekî mînak: rêbazên dermankirinê yên pizişkî li ba hemû pizîşkan ne yeksan e, rastiya pizîşkekî li ba yekî din şaşî ye.”[63]

 

  1. Awirek li bingehê zimanî yê mantiqa kurdan a kevneşopî

Mantiqa kurdan a gelêrî-kevneşopî hê di zaroktiyê de bi awayekî devkî li bin hişê zarokî tê çikilandin ku ev mantiq jî bi awayekî xwezayî li ser bingehên zimanî-çandî tê avakirin; dema ku zarok hê nizane biaxive jî, çendek şablonên dengî di ber guhên wî re tên derbaskirin. Bi gotineke din, newayên kurdî yên ahengdar bi riya xweşgotinok û loriyan li ber zarokî tên xweşkirin; piştre ji bo zarokan ji demeke kurt zimanekî hêsan ê yekkîteyî tê afirandin û dema ku maweya bikaranîna vî zimanî diqede jî tê qedexekirin. Wekî mînak: piştî peyvên “da” (dayê) û “ba” (bavo), pêwistiyên zarokî yên xwarinê bi peyvên “pifo” û “toto” tên dabînkirin; gava zarok li ser çendek fermanên baneşanî yên wekî “ep” (bixwe) “çûç!” (rûne), “tiş!” (bimîze), “kix!” (qirêj) tê perwerdekirin, êdî têkiliya wî ya bi derdorê re dest pê dike. Piştî vê pêngavê jî bi vî zimanê hêsan hevok tên afirandin û her ku diçe rêjeya peyvan tê zêdekirin (“ep ke!” “çûç ke!”, “tiş ke!”, “kix e!”… “pifo ep ke!” “vira çûç ke!”, “ewa kix e!”). Divê bê zanîn ku piştî avakirina danûstandineke zimanî û hînbûna bilêvkirina rast “maweya bikaranînê” ya vî zimanê taybet diqede. Lewre di gotineke pêşiyan de hatiye ku “wexta zarok bû digot ‘hêk’, niha mezin bûye û dibêje ‘qaqê’”; di rastiyê de bi vê gotinê şêwazê axaftinê yê kesekî gihiştî tê rexnekirin ku di zaroktiya xwe de peyv wekî mezinan bi lêv kirine û di mezinahiya xwe de jî vegeriyaye xisletên zaroktiyê. Gava zarok digihişte “asta axaftina rast” leza zimên bi riya zûgotinokan dihate zêdekirin; wekî mînak: bi riya hinek mamikên wekî “hêklo mêklo, çarim çêklo, hestiyê kewê, ber bêderê, kew firî, mamo dirî”[64] hêza jiberkirin û zû axaftinê ya zarokî dihate perçînkirin.

                      Li gorî vegotinên Mele Mehmûdê Bazîdiyî, zarokên heyama wî di destpêkê de li ser xwendina Quranê dihatin perwerdekirin û dûvre hînî zimanê erebî dibûn;[65] bêguman di hînkirina zimanê erebî de “rêbaza jiberkirinê û wergerandina li ser kurdî” dihate bikaranîn, lewre zarokê kurd bi perwerdehiyeke berawirdkirî dest bi xwendinê dikir. Divê bê gotin ku di serdema Ehmedê Xaniyî de jî heman şêwaz dihate bikaranîn û çendek materyalên perwerdehiya berawirdkirî peyda dibûn; ji xwe di Nûbihara Biçûkan de jî derbas dibe ku “wekî ji Quranê xilas bin, lazim e li sewadê çavnas bin”, ango piştî hînbûna Quranê ya rasterast (bêyî hînbûna wateya naveroka wê) serdema xwendin-nivîsandina zarokê kurd dest pê dikir.[66] Wisa dixuye ku kurdên serdema navîn bi alîkariya zimanê erebî fêrî “sewad”ê (xwendin-nivîsandin) dibûn û bi zanistan re dibûne çavnas.

                      Dibistanên serdema navîn wekî “medrese”yan dihatin binavkirin; xwendekarê medreseyê tenê bi perwerdehiya li ser zimanê erebî û zanistên dînî mijûl dibû; lê li hinek medreseyên navdar dîrok, bîrkarî, endazyarî, pizişkî, dermansazî û kîmya jî dihatin xwendin. Perwerdehiya li medreseyê li ser du qonaxên bingehîn dihat parevekirin: Di qonaxa yekem de xwendekar bi navê “suxte”, di ya duyemîn de jî wekî “misteîd” dihatin naskirin. Suxteyan li ber destê misteîdan dixwend û guhdariya wan dikir; lê misteîdan hem suxte perwerde dikirin hem jî ligel karên xwe yên rojane dersên rûbirû ji seydayên xwe werdigirtin.[67] Zeynelabidîn Zinar di berhema xwe ya bi navê “Xwendina Medresê” de diyar dike ku piştî pejirandina dînê îslame ta çarêka sisiyan a vê sedsala bîstî jî, xwendekar ji astên şagirtî, feqîtî, talibtî û meletiyê re derbas dibûn; her wiha kurdan hertim giraniya xwe dabûye ser xwendina dînî û di medreseyên xwe de bi piranî zarokên xwe li ser zimanê erebî dane xwendin. Her çiqas ew xwendina Quranê, ya “serf û nehw”ê, ya “şerîet”, “hedîs”, “mantiq”, “felsefe”, “cebir” û hwd bi zimanê erebî dihatin kirin jî, dersdaran metnên heyî bi giştî werdigerandine zimanê kurdî û bi zimanê kurdî ders didane şagirdên xwe yên kurdziman. Her wiha çend pirtûken ku xwerû bi zimane kurdî  bûn jî wekî ders didane xwendin. Divê bê aşkerakirin ku nivîskarên piraniya wan pirtûkên dersê yên bi zimanê erebî zanayên kurd bûne; ev rastî jî nîşaneya wê yekê ku hewesa mele û feqiyen kurd zêde ji pirtûkên nivîskarên ereb re çênebûye. Ji aliyekî din ve, medreseyên Kurdistanê ji duh heta îro zimanê kurdî di rewşên ewqasî zehmet de bi serbilindî parastiye û li peşberî pişaftinê li ber xwe daye.[68]

                      Di medreseyên kurdan ên kevneşopî de êpêcek berhemên li ser mantiqê derdikevin ber çavan ku mîrateyeke bi zimanê erebî ya kurdan e; her çiqas heta niha li kurdî nehatibin wergerandin jî, divê ev xebat di çarçoveya “mîrateya çandî ya kurdan” de bên nirxandin û senifandin. Mirov dikare nimûneyên herî naskirî yên vê mîrateyê wiha rêz bike: Ebû ‘Eliyê Dînewerî (m. 289 k./901 z.) “Islah’ul-Mentiq” (El-E’lam, 1/107), Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k./893-902 z.) “Islah’ul-Mentiq” (El-E’lam, 1/123), Ibn Teymiye (661-728 k. / 1263-1328 z.) “Neqd’ul-Mentiq” (Şezerat’uz-Zeheb, 6/80-86; El-E’lam, 1/144), Seyfedînê Amedî (551-631 k./1156-1233 z.) “El-Meaxiz’ul-Celiyyetu fî’l-Muaxezat’il-Cedeliyye”, “El-Xeraib we Keşf’ul-Ecaib fî’l-Iqtiranat’iş-Şertiyye”, “Şerhu Kitab’il-Cedeli li’ş-Şerîf El-Meraxî”, “Rumûz’ul-Kunûz” (Meşahîr’ul-Kurd, 1/74; Şezerat’uz-Zeheb, 5/144-145), Ibn Heyder (m. 1151 k./1738 z.) “Hewaşin fî’l-Mentiq (El-E’lam, 1/37), Tahayê Goran (1231-1300 k./1816-1883 z.) “Şerh’ul-Qism’is-Sanî min Kitab’it-Tehzîb fî’l-Mentiq” (Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/433), Ûsivê Goran (m. 1000 k./1592 z.) “Risaletun fî’l-Mentiq” (Xulasat’ul-Eser, 4/58), Ûsivê Soran (m. 1002 k./1594 z.) “Haşiyetu Şerh’il-Qutbi li’ş-Şemsiyye”, “Haşiyet’ul-Fenarî li Qewli Ehmed” (Meşahîr’ul-Kurd, 2/228; El-E’lam, 8/252), Mela Eliyê Goran (m. 1094 k./1683 z.) “Haşiyetun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeh li’l-Qutb” (Xulasat’ul-Eser, 3/4;Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/762), Evdirehmanê Amedî (m. 1190 k./1776 z.) “Şerh’ul-Wuldiyyeti fî’l-Mentiq” (Mu’cem’ul-Muellifîn, 5/146), Evdiselamê Mêrdînî (1200-1259 k./1786-1843 z.) “Xulasat’ul-Mentiq” (Mu’cemu Musannifî’l-Kutub’il-Erebiyye, 273), Mihemedê Amedî (sedsala 12an a koçî/ 18an a zayînî) “Seyf’un-Nutqi fî Ilm’il-Mantiq” (Hediyyet’ul-Arifîn, 2/333; Mu’cem’ul-Muelifîn, 10/201),  Şêx Meirûfê Nûdehî (1166-1252 k./1753-1838 z.) “Feth’ul-Mewaqifi fî ‘Ilm’il-Mentiq” (El-E’lam, 7/105; E’lam’ul-Kurd, 30), Ozman Sidqiyê Gordimî (m. 1296 k./1879 z.) “El-Wafiyetu fî’t-Tesrîfi we’n-Nehwi we’l-Mentiq” (Mu’cem’ul-Muellifîn, 6/256), Evdirehmanê Qeredaxî (1838-1917) “Tuhfet’ul-Lebîb fî’l-Mentiq” (E’lam’ul-Kurd, 119), Şêx Nûredînê Şîrvanî (1285-1361 k./1867-1936 z.) “El-Felsefet’ul-Ilmiyyeh”, “El-Felsefet’ul-Exlaqiyyeh”, “El-Felsefet’ul-‘Ulya”, “El-Mentiq’ul-Cedîd”, “El-Mentiq’ul-Qedîm” (E’lam’ul-Kurd, 122-227; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-Iraqiyyîn, 3/410), Mihemedê Îspîrî (1133-1194 k./1721-1780 z.) “El-Fewaid’ul-Îsbîriyyeh” (El-E’lam, 7/156), Şêx Tahayê Sindî (sedsala 13-14an a koçî) “Şerhu Tehzîb’il-Mentiq” (Meşahîr’ul-Kurd, 1/275-276), Şêx Emerê Merdoxî (1302-1355 k./1885-1936 z.) “El-Haşiyetu ‘ela Kitab’il-Burhan li’l-Kelbûnî”, “Haşiyetun ‘ela Risalet’il-Meqûlat” (El-E’lam, 5/65; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-‘Iraqiyyîn, 2/244), Evdilkerîmê Mideris ê Şehrezorî (1323-1415 k./1901-2005 z.) “El-Miftah”, “El-Wereqat”, “El-Ezîze”, “El-Wecîhe”, “El-Meqalat fî’l-Meqûlat’il-Eşre” (Tarîxu ‘Ulemai Bexdad, 442-444; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-Iraqiyyîn, 2/314).[69]

 

Nîşeyên gotarê:

[51] Merriam-Webster (2022), Definition of pragmatics, https://www.merriam-webster.com/dictionary/pragmatics; dema gihiştinê: 21.09.2022; her wiha bnr.: Jacob L. Mey (1993), Pragmatics: An Introduction, Blackwell: Oxford.

[52] Jean Kellens, “AVESTA i. Survey of the history and contents of the book,” Encyclopaedia Iranica, III/1, r. 35-44; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/avesta-holy-book; dema gihiştinê: 22.09.2022; 04:23.

[53] Philippe Gignoux, Denkard, https://www.iranicaonline.org/articles/denkard; dema gihiştinê: 22.09.2022; 04:26.

[54] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[55]D. Neil MacKenzie, Bundahišn; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/bundahisn-primal-creation; dema gihiştinê: 22.09.2022; 02:13.

[56] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[57] Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://fa.wikifeqh.ir/تاجنامه; dema gihiştinê: 22.09.2022; 02:48.

[58] Prods Oktor Skjærvø (2006), An Introduction to Manicheism; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://archive.org/details/skjaervo-2006-intro-manicheism/page/24/mode/2up; dema gihiştinê: 22.09.2022; 04:05; her wiha bnr.: Werner Sundermann (2009), “Mani,” Encyclopædia Iranica; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  http://www.iranicaonline.org/articles/mani-founder-manicheism; dema gihiştinê: 22.09.2022; 04:08.

[59] Ji bo zanyariyên zêdetir li ser Bazanê kurê Sasanî bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/باذان_بن_ساسان; dema gihiştinê: 25.09.2022; 08:39.

[60] Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabuddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire, r. 32-34.

[61] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[62] Ibn Teymiyye (1951), Neqd’ul-Mentiq, Metbe’et’us-Sunnet’il-Muhemmediyyeh: Qahire, r. 16-17.

[63] Dr. Elî El-Werdî (1994), Mentiqu Ibn Xeldûn, Daru Kûfan: London, r. 57.

[64] Editoryaya Beşa Çandê, Zûgotinok, bnr.: https://xwebun1.org/zugotinok-14/; dema gihiştinê: 21.08.2022; 05:11.

[65] M. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag, r. 18; ji bo nusxeyên înternetî bnr.: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/3ZF1QGWPVH.pdf û https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/TX73BNYK5Z.pdf; dema gihiştinê: 21.08.2022; 05:27.

[66] Ehmedê Xanî (1986), Nûbihara Biçûkan, Weşanên Roja Nû: Siwêd, r. 7.

[67] Evdillah Merdûx (1997), The Madrasa in Sunni Kurdistan, https://iranicaonline.org/articles/education-vi-the-madrasa-in-sunni-kurdistan; dema gihiştinê: 21.08.2022; 06:05.

[68] Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm.

[69] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *