Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VI

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VI

Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin,

bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa şeşan bixwînin. 

Omitê Mistefê

  1. Dibistanên mantiqnasiyê yên kurdan

                      Lêkolîner Şakir Epozdemir dibistanên kevneşopî yên kurdan wekî “medreseyên mîran” û “medreseyên neqşebendiyê” polîn dike; lê belê gava mirov li gorî pêvajoya dîrokî û hînkirina zanistên mantiq-ramyariyê van dibistanan bisenifîne, çendek dibistanên sereke derdikevin ber çavan: “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê”, “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî”, “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê”, “Dibistana Heranê ya Rexneyî”, “Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê” û “Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman”. Bêguman van dibistanan ne tenê fêrkarî û hîndekariya zanista mantiqê kirine; her wisan berhemên li ser mantiqê jî hilberandine, hinekên wan dijberiya mantiqê kiriye û bi vî awayî vegeriyane dibistanên rexneyî.

Heke ev dibistan li gorî pêvajoya dîrokî bên senifandin, Dibistana Dînewerê li pêş hemûyan e ku dawiya serdema emewî û destpêka serdema ebasî temsîl dike; di vê pêvajoyê de berawirdkirina zimanê erebî yê hevpar (ji bo tevahiya misilmanan) bi zimanê yûnanî re dest pê kiriye, geşedana zimanê erebî di bin ronahiya xebatên wergerandî de teşe girtiye û kurdan jî di perwerdehiya wergerkî ya wê çaxê de ji bo zimanê xwe “faydeyeke devkî” ji wan werger, berawirdkirin û hilberînan wergirtiye. Di serdema Dibistana Sorewerdê de pêla neteweperweriyê ya pêkhateyên Dewleta Ebasî xurt bûye ku ereban ev pêla neteperweriyê wekî nijadperestiya pêkhateyan (“şu’ûbiye”) bi nav kiriye; di qonaxê de her pêkhateyekê hewl daye ku tayê teraziya zanistan ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî takêş bike. Lewre di ber bayê vê pêlê de Şehabedînê Sorewerdiyî jî ji mantiqa yûnanî û kevneşopiya aryayî dibistaneke serbixwe ava kiriye û navê wê felsefeya îşraqî/xusrewanî daniye. Mixabin dibistana wî ya îşraqî/xusrewanî rastî fetisandin û tepeserkirinê hatiye; her çiqasî berhemên hêja pêşkêş kiribin jî, ramanên wî yên neteweper ji aliyê eyûbiyan ve bi dilxweşî nehatine pêşwazîkirin û poşmaniya desthilatdaran a piştî kuştina wî jî bi kêrî tiştekî nehatiye. Wisan dixuye ku mantiqa arîstoyî, bi taybetî jî “Îsagocî”ya Ebheriyî di serdema Dibistana Sêwazê de bi kêfxweşî hatiye pêşwazî kirin; lewre hanzûka li tevahiya Anatolya û Kafkasyayê belav bûye, piştre derbasî Trakya û Balkanê jî bûye. Di serdema Dibistana Heranê de cîhana misilmanan, bi taybetî jî Kurdistan û Arya rastî êrişên tatar û xaçperestan hatiye; di vê pêvajoyê de damezirînerê ramanî yê dibistana rexneyî Ibn Teymiyeyî li dijî hemû raman û bîrdoziyên ne-erebî û der-îslamî şerekî dijwar daye destpêkirin, bi taybetî jî li dijî fileh û çanda yûnanî bertekeke tund nîşan daye. Wisan dixuye ku sedema sereke ya tundiya Ibn Teymiyeyî ew bûye ku çanda yûnanî û nûnerên wê yên xaçperest wekî dagirker hesibandine, ew wekî êrişkarên li ser çanda îslamî pênase kirine û hewl daye ku wan bi tevahî bide rawestandin; her wiha civakê vegerîne ser bingehên wehy, şiroveyên nebewî û kevneşopiya dînî-ramanî ya berî pêla mantiq-felsefeyê avakirî. Di serdema Dibistana Qeredaxê de medreseyên Kurdistanê yên di navbera osmanî-sefewiyan de parçekirî hewl daye ku bi mezheba şafiî û rêbaza Xezaliyî kevneşopiya eyûbî vejîne; bi vê taybetmendiya xwe ji osmaniyên henefî û sefewiyên şiî veqete, her wiha ramanên Sorewerdî û Ibn Teymiyeyî jî bêlayane û wekî mîrateyeke çandî biparêze. Di serdema Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman de damezirînerê wê Mela Mûsayî hem dest avêtiye mîrateya zanyarên bazîdî yên beriya xwe, hem xwestiye rûgeha medreseyan vegerîne ser pergala kevneşopî ya kurdan, hem jî naveroka dersan siviktir û zengîntir bike; lewre têgiha “melayê duwanzdeh-ilmî” kêm dîtiye û bi du zanistên nû (tecwîd û tesewif) têgiha “melayê çardeh-ilmî” guncayî dîtiye.

3.1. Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê

                      Li gorî Ferhenga Dêhxudayî “Dînewer bajarekî devera Cebelê, ango Kurdistanê ye ku nêzikî Qormisînê (Xormisînê) ye; gelek kesên navdar ji vê deverê ne. Dûrahiya wê ji Hemedanê bi qasî bîst û çend fersexan e û bi qasî çar menzilan jî dûrî Şehrezorê ye. Heke rûberê Hemedanê bikî sê paran, Dînewer bi qasî du parên wê ye; êpecek cureyên mêwe, sewze û rehekan lê peyda dibin û erdnîgariyeke avdar e. Niştecihên Dînewerê ji yên Hemedanê comerdtir in; Evdilahê Dînewerî (Ebû Muhemmed Ebdullah b. Muhemmed b. Wehb b. Bişr b. Salih b. Hemdan Ed-Dînewerî, miriyê sala 308an k.) xelqê vî bajarî ye. Li gorî Ansîklopediya Îslamî, di çavkaniyên suryanî de navê wê <Dînhewer> e û avakirina bajêr vedigere serdema beriya îslamê. Ev bajar di serdema xelîfeyê duyem Emer kurê Xetabî de yek ji bajarên herî zengîn ên devera Hemedanê dihat hesibandin û di şerê Nehawendê yê sala 642an de radestî misilmanan bûbû. Di serdema Muawiyeyî de wekî ku Nehawend bi navê <Maha Besrayê> (Mah’ul-Besra) dihat naskirin, Dînewer jî wekî <Maha Kûfeyê> (Mah’ul-Kûfe) dihat binavkirin (Divê bê zanîn ku peyva “Mah”ê tê wateya “Mad”ê û bi vî awayî bajarên Kûfe û Besrayê bajarên sereke yên erdnîgariya Medyayê bûne.[70]). Guy Le Strange dinivîse ku bi qasî bîst û pênc kîlometroyan li rojavaya Kengawerê bermahiyên Dînewera kevnare hene ku di sedsala çaran a koçî de paytexta xanedaneke serbixwe ya biçûk a bi navê Mîrgeha Hesnewiyeyê bûye û serokê wê yê kurd sala 369 k./979 z. miriye. Mîrgeha Hesnewiyeyê bi qasî 50 salî li wê deverê desthilatdarî û serwerî kiriye; dema ku ereban Arya zeft kiriye, saman û dahatên vê deverê jî ji bo alîkariya xelqê Kûfeyê û xanenişînên wê dihate terxankirin, lewre serdemekê navê Mah’ul-Kûfeyê li wî bajarî û navçeyên wê hatiye danîn. Ibn Hewqel di sedsala çaran a koçî de qala Dînewerê dike; rûberê wê bi qasî sêyeka Hemedanê û xelqê wê ji yê Hemedan têgihiştîtir dide nasîn. Meqdisî jî radigihîne ku <bazar û baxên wê yên baş ji her aliyî ve dorpêçkirî ne û mizgefta wê ya mezin yek ji avahiyên serdema Hesnewiyan e ku li çarşiya wê ya sereke ye; li banê mizgeftê gunbed û şaneşînek heye ku min ji wê avahiyê çêtir nedîtiye>. Dema ku Hemdulahê Mustewfiyî pirtûka xwe di sedsala 7an de nivîsandiye, Dînewer hin niştecih li bajarê kevnare hebûne; kêş û hewaya wê nerm bûye û wekî welatekî avdar gelek cureyên gênim û tiriyan lê hêşîn dibûne. Bajar di heyama emewî û ebasiyan de şên û zengîn bûye; lê piştre ji aliyê Tîmûrê Leng ve bi tevahî hatiye wêrankirin.”[71] Ev bajarê ku heyameke dirêj bûye navenda desthilatdarî û zanistê gelek zanyar derxistine ser dika dîrokê û perwerde kirine.

Îcar serdema “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê” vedigere heyama Ebû ‘Eliyê Dînewerî (m. 289 k./901 z.) û Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k./893-902 z.) ku her duyan jî bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê berhem nivîsandine; her çiqas berhemên her duyan negihiştibin destê me jî, xebata mamosteyê Ebû Henîfeyî yê bi navê Ibn’us-Sikîtî nîşan dide ku xîmê vê ekolê li ser pirsgirêkên dengnasî, peyvnasî, rîşenasî û watenasiyê hatiye avakirin. Wisan e, dibistana Dînewerê jî rengvedaneke kurdî ya dibistanên Besra, Kûfe û Bexdayê ye; her wiha pirsgirêkên civaka ebasî ya wê serdemê çareser dike ku rastî pêleke feramûşbûna zimanî hatibû. Ibn’us-Sikît di beşa yekem a vê xebatê de behsa çend mijarên zimanê erebî dike û li ser rayek, kêş û watenasiya lêkerên erebî radiweste. Di beşa duyem û sêyem de jî li ser mijarên ferhengsaziyê disekine û di cihên tenîsk de gavan diavêje nava zimannasiya erebî; -bêyî ku termînolojiyekê diyar bike-, rêbazên dengnasiyê nîqaş dike û mînakên xwe ji ayet, hedîs, gotinên pêşiyan ên ereban û helbesta erebî werdigire, wihareng e çewtiyên zimanî yên berbelav sererast dike. Her çiqas mebest û taybetmendiya sereke ya “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê” parastina zimanê erebî ji pêlên guherandin û pişaftinê be jî, kurdan ji van xebatan sûd û nimûne wergirtiye; bi sayeya van xebatên zanistî li dijî pişaftinê li ber xwe daye û zimanê kurdî parastiye.

                      3.2. Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî

                      Bajarokê Sorewerdê jî di Ferhenga Dêhxudayî de derbas dibe ku gundekî navçeya Qeydarê ya bi ser Zenganê ve ye; navenda wê navçeyê jî dikeve nava gelî û qûntarên başûrî yên çiyayê Qeydarê. Ev dever ji 25 wargehên mezin û biçûk pêk tê û roja îroyîn nêzîkî 12 hezar akincihên wê hene; navenda vî gundî bajarokê Kersefê ye û berê bajarekî biçûk bûye.[72] Lê belê Wikipediyaya farsî diyar dike ku Sorewerd bajarokekî bi ser bajarê Xodabandeyê yê parêzgeha Zenganê ye, gelheya wî bêhtirî 7 hezar kesî ye û bi qasî 24 klometroyan dûrî bajarê Qeydarê ye. Sorewerd ji aliyê erdnîgariyê ve dikeve başûrê bajarê Germavê û rojavaya bajarê Bîcarê yê Kurdistanê. Xelqê Sorewerdê misilmanên şiî ne û bi tirkiya azerîkî diaxivin. Sorewerd heta sala 1387an k.h. gund bûye û piştre wekî bajarok hatiye pejirandin. Ji navdarên Sorewerdê çar nav li pêş in: Şehabedînê Sorewerdî (549-587 k./ 1154-1191 z.): feylesofê navdar ê bi nasnavên “Şêxê Îşraqê”, “Şêxê Kuştî/Meqtûl” û “Şêxê Şehîd”; Şehabedîn Emerê Sorewerdî (542-632 k.): yek ji navdartirîn şêxên sofîtiyê; Eb’un-Necîbê Sorewerdî (563-490 k.): yek ji şêxên sûfî yên sedsala 6an a koçî, hiqûqnas û şîretbêjê mezheba şafiî; Ehmedê Sorewerdî (645-741?): yek ji xweşnivîsên navdar ên serdema îlxaniyan û şagirtê Yaqûtê Muste’samî ye. Ji destkariyên deverê xalîçe û carcîm navdar in; her wiha keledoş û avgoşt jî du xurekên wê yên naskirî ne.[73] Li aliyê din, Wikipediyaya erebî jî diyar dike ku Sorewerd bajarokekî nêzikî Zenganê yê bakurê rojavaya Îranê ye di nava sînorên herêma Medyaya kevnare de ye. El-Istexrî (m. 346 k.), Ibn Hewqel (m. piştî 367 k.), Yaqût El-Hemawî (m. 626 k.) û Ebû’l-Fîdayî (m. 732 k.) ragihandiye ku Sorewerd dikeve devera El-Cibalê/Kurdistanê; rojhilat û başûrê Kurdistanê nêzikî sêyeka çar parên vê devera çiyayî pêk tînin û Sorewerd jî li rojavaya vê herêmê ye ku dikeve bakurê Şehrezorê yê li ser sînorên Herêma Kurdistana Iraqê yên bi Îranê re. Ibn Hewqelî di pirtûka xwe ya bi navê “Sûret’ul-Erd”ê (r. 314) de Sorewerda ku dişibihe Şehrezorê wiha pênase kiriye: “Ji aliyê lawanî û konfora jiyanê, pêwendiyên piralî û bedewiya şûnwarê ve devereke bibereket e, di rewşeke xweşhal de ye, xwediyê dîmeneke xweşik e û kurd lê serwer in.” Gelheya wê ji 6 hezar kesî zêdetir e.[74] Ji aliyekî din ve, Ansîklopediya Îslamê agehiyên berfirehtir dide û kurdbûna vî gundî dipeyitîne: “Erdnîgarên misilman ên serdema navîn <Sorewerd>ê wekî bajarokekî parêzgeha Cîbalê, ango Kurdistanê bi nav dikin ku dikeve başûrê Sultaniyeya li ser riya Hegmedan-Zenganê. Li gorî Istexriyî, ev rê bihura herî kurt bûye ku ji Kurdistanê diçûye Azerbeycanê û bi gelemperî di heyama aştiyê de dihate bikaranîn; lê di heyamên aloziyên siyasî de rêwiyan li şûna wê riya dirêjtir a bi ser Qezwînê re hildibijartiye. Ibn Hewqel di bareya her du riyan de agehiyeke berovajî vê yekê nivîsandiye: <Ji ber ku kêş û hewaya Sorewerdê her wekî deverên bilind sar bû; ji bilî dexl û hin mêweyên hûrik, ji aliyê çandiniyê ve ne adan bû û zêde berhem jê nedihat>. Di sedsala 10an a ku Ibn Hewqelî ev agehî nivîsandine, Sorewerd bajarokekî kurdan bûye ku endamên mezheba xaricî lê dijiyan; ev bajarê bi dîwaran dorpêçkirî piştre ji aliyê moxolan ve hatiye wêrankirin û piraniya niştecihan ji bajêr koçber bûne. Hemdullahê Mustewfî Sohrewerda sedsala 14an tenê wekî gundekî biçûk bi nav dike ku çendek gundên tataran jî li dorberên deverê hebûne.”[75] Ji zanyariyên berdest wisan dixuye ku Sorewerda serdema kurdan bi çalakiyên sofîtiyê ve navdar bûye û vê rewşê bi qasî çend sedsalan berdewam kiriye.

Îcar damezrînerê “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî” yek ji mezintirîn feylesofên dîroka Kurdistanê Şehabedînê Sorewerdî ye ku “hikmeta xusrewanî ya Aryaya kevnare” vejandiye; her wiha demeke dirêj li ser rêbaz û hûrgiliyên mafnasiyê xwendiye û helbestvan jî bûye. Şêxê Îşraqê çendek dîtinên nû li mantiqê zêde kirine ku di mantiq û felsefeya “Gerokan” (“Peripatos”/“Meşşaiyyûn”)  a yûnanî de nayên dîtin. Ew van dîtinên xwe wekî “rêbazên ronîkirinê yên mantiqê” bi nav dike; lê belê wî beşên mantiq û felsefeya Gerokan jî qebûl kiriye û di beşa yekem a pirtûka “Hikmet’ul-Îşraq”ê amaje bi wê yekê kiriye. Wî di destpêka çendek pirtûkên xwe de (“El-Mutarahat”, “Et-Telwîhat”, “El-Lemehat” û “Hikmet’ul-Îşraq”) behsa mantiqê kiriye; di her sê pirtûkên pêşîn de bi awayê kevneşopiya Gerokan mijarên mantiqî nirxandine, lê di “El-Mutarahat”ê de mijarên wî yên mantiqê cihêreng, berfirehtir û xwedî aliyekî dîrokî ne. Ji aliyekî din ve, ew di her sê pirtûkên pêşîn de bi Gerokan re li hev dike, lê armanca wî ya ji “Hikmet’ul-Îşraq”ê ew e ku rêbazên mantiqê bi awayekî pir kurt rave bike; her wiha wî ramanên Ibn Sînayî yên derbarê “hikmeta rojhilatî/aryayî” de derxistine ber bazara rewşenbîriyê û bi vê taybetmendiya xwe bûye vejînerê “sofîgeriya aryayî” û afirînerê “hikmeta xusrewanî”.[76] Bêguman Sorewerdî serokê platonîstên cîhana misilmanan e; lê wî bi xwe navê felsefeya xwe daniye “hikmet’ul-îşraq” (bi kurdî: “şarezatiya ronahiyê/felsefeya ronakbîriyê”, bi latînî: “aurora consurgens”), wateya “hilhatin û çirûsîna rojê” lê bar kiriye û bi vê taybetmendiya xwe, hêja ye ku wekî “pêşengê misilman ê rewşenbîrên kurdan” were binavkirin. Divê bê gotin ku ev ramana wî ne felsefeyeke platonî ya taybet e; lê belê pêkhateyeke ramanên Platon, Arîstoteles, Neoplatonîstan, Zerdeşt, Hermes, efsaneya Thoth û ramanên sofiyên misilman ên pêşîn e.[77] Di vê çarçoveyê de dibistana îşraqî ne saziyeke perwerdehiyê ya gelemperî ye; lê dibistaneke rewşenbîriyê ya gerdûnî ye ku pêşengî li gelek ramanên sofiyane û rewşenbîrane kiriye. Ji ber ku “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî” hem aliyekî felsefeyî hem jî aliyekî sofiyane dihewîne; li milê felsefeyî, bi çalakî û qabiliyetên hişê mirovî bawer dike, lê hişê mirovî wekî çavkaniya yekane ya zanînê nabîne. Li milê sofîtiyê jî, ev dibistan baweriyê bi “keşf” (“vedîtina bi riya îlhamê”), “şuhûd (“têgihiştina bi riya dilî”) û “hikmet’ul-işraq”ê (“felsefeya ronakbîriyê”) tîne, wihareng vê baweriyê jî wekî asta herî birûmet û herî bilind a zanînê dipejirîne.[78] Di encamê de mirov dikare bibêje ku Sorewerdiyî gazî berhevkirin, bêjingkirin û nirxandina “hikmeta zewqî ya îşraqê” û “hiqmeta lêkolînî ya yûnanî” kiriye; her wiha bi helandin û bihujandina her du felsefeyan ramaneke xwedî-esalet sêwirandiye. Li gorî bîr û baweriyên wî, kesê ku li bilindkirina asta ramana mirovî digere, divê hem ramana xwe li ser bingehê zanist û felsefeyê ava bike hem jî di dil û hişê xwe de asta xwe ya giyanî berz bike ku bigihêje armanca xwe ya dawîn.[79]

                      3.3. Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê

                      Ji destkeftiyên arkeolojiyê diyar dibe ku di sedsala 17an BZ de beşa başûrî ya Sêwazê di nava sînorên Hîtiyan de bûye û di serdema Dewleta Hîtiyan a Dereng de bi navê xwe yê “Tilgarimmu” hatiye naskirin. Sêwaz di sedsala 8an BZ de ji aliyê Kîmerî û Sakayiyan ve hatiye dagirkirin; lê di destpêka sedsala 6an BZ de ketiye bin desthilatdariya Medan (695-550 BZ) û di nîveka heman sedsalê de jî ketiye bin desthilatdariya Hexamendişan (550-332 BZ). Piştî demeke kin a desthilatdariyê, di nîvê duyemîn ê sedsala 4an BZ de bi Padîşahiya Makedonî ya Îskenderê Mezin ve hatiye girêdan (332 BZ); lê di sala 17an  PZ de tevî hemû Kapadokyayê Sêwaz jî ketiye bin desthilatdariya Komara Romayê (395 BZ). Di vê serdemê de ji bo demine kurt Sêwaz ketiye destê Eşkaniyan (Partan) û Sasaniyan; lê di serdema Bîzansiyan de devereke parêzgeha Ermenîstanê û di sedsala 12an de jî parêzgeheke bi navê xwe yê niha Sêwaz bûye (395-1152 z.).[80] Li gorî pisporê dîroka Bîzansê A. H. M. Jonesî, cara pêşîn ev bajar ji aliyê fermandarê romayî Gnaeus Pompeius Magnus ve bi navê “Megapolîs” hatiye damezrandin; lê piştî belavbûna filetiyê (xrîstiyaniyê) keşeyekî bi navê “Sebaste” li vê deverê jiyaye û navê wî li ser bajêr maye.[81] Îcar Qeyserê bîzansî Justinianê Yekem di sedsala 6an de li dora bajêr bedeneke (dîwar) zexm daye lêkirin; her wiha Ferhenga Oxfordê ya Bîzansê jî diyar dike ku di sala 908an de ji aliyê îdarî ve rewşa Sêwazê  “devera sînorî ya xurtkirî” (bi latînî: “kleisoura: qereqola devera dûr”) bûye û di sala 911an de wekî parêzgah (theme) hatiye destnîşankirin.[82] Çavkanî dibêjin ku Qeyser Basilê Duyem di destpêka salên 1020î de li şûna devera Vaspûrakanê herêma derdora Sêwazê bexişandiye Qral Seneqerîm Ardzrûniyê ermenînijad; piştî vê bûyerê bi hezaran hevalbendên wî yên ermenînijad li bajêr bi cih bûne.[83] Diyar e ku xurtkirina bedenên bajêr û damezrandina wê wekî parêzgah têra parastina wê nekiriye; ji ber ku ev bajar, ango qereqola dûr a bîzansî sala 1059an ji aliyê tirkan ve hatiye talankirin.[84] Di meha tebaxê ya heman salê de leşkerên mîrên cuda li ber bajarê bêdîwar kom bûne û di destpêkê de dudil bûne ku dest bi talanê talan bikin; ji ber wan qubeyên çend dêrên xiristiyan ên bajêr wekî konên kampên leşkerî hesibandine. Dema ku wan fêm kiriye ku bajar bêparastin e, wan bi qasî heşt rojan Sêwaz agirdadayî kiriye; beşeke mezin a akincihên wê qetil kirine û gelek kes jî dîl girtine.[85] Sêwaz piştî şerê Melazkurdê yê sala 1071ê ketiye destê Xanedana Danişmendî (1071-1174) ku dîroknasê bîzansî Nicetas Choniates mîrê yekem ê vê xanedanê Danişmend Qazî wekî endamekî xanedana eşkanî ya kurd pênase dike.[86] Ji aliyekî din ve, “Danişmendname” ya wê serdemê diyar dike ku navê wî yê rastîn Mîr Ehmedê Meletî ye, navê bavê wî Eliyê Mizrabî ye û diya wî keça serwerê Meletiyeyê Mîr Emer e; dema ku bi Siltan Turasanê neviyê Betal Qaziyî re dibe heval, hem ji wî fêrî şûrbaziyê dibe hem jî li ba zanayan zanistên îslamî dixwîne. Bi vî awayî di demeke kurt de dibe alim û ji ber vê sedemê navê wî danîne “danişmend”, ango “zana”.[87] Di sala 1174an de bajar ji hêla mîrê selçûqî Kiliçarslanê Duyem ve hatiye dagirkirin û digel paytext Konyayê wekî paytextê duyem hatiye bikaranîn. Divê bê gotin ku di serdema Selçûqiyan de Sêwaza li ser riya hevrîşimî vegeriyaye navendeke giring a bazirganiyê; her wiha lê kelehek hatiye jenîn û saziyên perwerdehiya îslamî (mizgeft û medrese) hatine avakirin. Her çiqas sûrên bajêr di sala 1221ê de ji aliyê Siltan Elaedîn Keyqubadê Yekem ve hatibin tamîrkirin jî, piştî demeke kurt êrişên moxolan dest pê kiriye û di heyama şerê Kosedaxê yê sala 1243an de Sêwas jî tevî axa selçûqiyan ketiye destê moxolan. Ji jînenîgariya Esîredînê Ebheriyî dixuye ku di serdema êrişên moxolan de li Şamê bûye; di heyama selçûqiyan de çûye Sêwazê û dersên mantiqê dane. Bêguman wî di vê geşt û gerê de “Îsagocî”ya xwe jî daye nasandin û ev xebata wî piştre bûye pirtûka dersê ya danişmendî, selçûqî û osmaniyan. Ji bo ku pirtûka “Îsagocî”yê ya Ebheriyî bandoreke xurt li ser medreseyên Sêwazê û beşeke Kurdistanê kiriye, ji wir jî derbasî Konyaya Anatolyayê bûye, her wiha piştre li Trakya, Balkan û Kafkasyayê jî belav bûye.[88] Em ê jî di çarçoveya vê gotarê de tenê behsa “Îsagocî”yê û nivîskarê wê Şêx Esîredînê Ebherî û taybetmendiyên “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê” bikin.

Îcar “Îsagocî”ya Porphyriosî berhemeke derheqa mantiqê de ye ku sedsalên 4-5an ji yûnanî bo latînî û suryaniyê hatiye wergerandin; piştî dused salî jî li zimanê erebî hatiye wergerandin û li cîhana misilmanan kevneşopiyeke îsagociyan dest pê kiriye. Piştî serdema Helenîstîk û Patrîstîk li  ser vê berhemê gelek lêkolîn, kurtasî û şirove hatine amadekirin; di pêvajoya dîrokê de digel “Organon”a Arîstotelesî bûye yek ji metnên giring ên lêkolînên mantiqê. Her wisan di nava misilmanan de jî zanayên wekî El-Kindî (m. 866 z.), Ehmed b. Et-Tayyib Es-Seraxsî (m. 896 z.), Ebûbekr Mihemed b. Zekeriya Er-Razî (m. 925 z.), Ebû’l-Ferec b. Et-Tayyib (m. 1020 z.), Meta b. Yûnus (m. 940 z.), Ibn’ul-Xemar (m. 942 z.), Farabî (m. 950 z.), Ixwan’us-Safâ, Ibn Sîna (m. 1037 z.) û Şêx Esîredînê Ebherî (m. 663 k./1265 z.) li ser “Îsagocî”yê lêkolîn, kurtasî û şirove nivîsandine.

Li ser hûrgiliyên jînenîgariya damezrînerê “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê” Şêx Esîredînê Ebheriyî çend ewrên gurgurok hene. Divê bê gotin ku carinan dereweke li ser navê zanistê bi salan dezgehên zanistî mijûl dike; mijara nijada Esîredînê Ebheriyî û jînenîgariya wî jî babeteke hêjayî zelalkirin û lêkolînê ye ku me rastiya wê derxistiye ber ronahiyê. Wekî mînak: Mehmet Sadettin Aygenê tirknijad bajarê “Ebher”ê yê naskirî wekî gundekî Afyonê yê bi navê “Eber”ê dide nasandin û rasterast wî dike tirknijad.[89] Îcar gava mirov li çavkaniyên kurd, aryayî û biyaniyan  dinihêre, derdikeve holê ku bajarekî kurdan ê resen e, di serdema selçûqiyan de rastî pişaftinê hatiye û roja îroyîn êdî cil û bergekî azerî wergirtiye. Di rastiyê de Esîredînê kurê Emer yek ji zanyar û feylesofên navdar ên sedsalên 6-7an k./ 12-13an z. ye . Li gorî hinek çavkaniyan, li Ebhera di navbera Zengan, Qezwîn û Hemedanê de hatiye dinyayê, lê belê ramana serdest ew e ku her çiqas binemala wî ji Ebherê be jî li Mûsilê ji dayik bûye; di zarokatiya xwe de fêrî zanistên bingehîn ên zimanî-ramanî û yên îslamî bûye. Lêkolîner Huseyîn Sariogluyî gotiye ku nasnava wî ya wekî “Semerqendî” nîşan dide ku ew bi xwe yan jî bav û kalên wî bi eslê xwe ji Semerqenda Asyaya Navîn hatine, bi ihtîmaleke mezin ji hoza Ebherê ne;[90] di rastiyê de kevneşopiya nasnavan a wê serdemê nîşan dide ku nasnava “El-Ebherî” li pêş “Es-Semerqendî” hatiye bikaranîn û ev jî tê wê wateyê ku demekê li wir jiyaye, ne ku bi eslê xwe ji wir e. Ji ber ku bajarê Ebherê di dirêjahiya dîrokê de wekî bingeha hozeke kurd a resen e; çavkaniyên berdest destnîşan didin ku Ebher di serdema sasaniyan de ji aliyê Xanedana Mihranî ve hatiye rêvebirin û navdarekî vê hozê jî Behramê Çopîn ê kurd e.[91] Lewre bi ihtimaleke mezin Şêx Esîredînê Ebherî kurd e; ji ber ku xêncî wî herî kêm pênc zanayên kurd ên bi nasnavên “El-Ebherî” hene ku Salih Şêxo El-Hesinyaniyî navên wan di ferhenga navdarên kurd (“Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan”) de kişandine û ev zanyarî  ihtimala navbihurî xurttir dikin: Ebdulwahid b. Hesen b. Mihemed El-Ebherî (sedsala 4 k./10 z.; r. 285), Ceifer b. Mihemed b. Hisên El-Ebherî (m. 428 k./1036 z.; r. 138), Hisên b. Ebdurrezzaq b. Hesen El-Ebherî (sedsala 5 k./11 z.; r. 166), Ebdulmuhsin b. Ebî’l-Emîd b. Xalid El-Ebherî (556-624 k./1151-1225 z.; r. 280), Ebdulwasi’ b. Ebdulkafî El-Ebherî (599-690 k./1202-1291 z.; r. 287).[92] Îcar derbarê astên perwerdehiya Ebheriyî de agehî kêm in; tê texmînkirin ku wî perwerdehiya seretayî li Mûsilê dîtiye û paşê ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye navendên zanistî-çandî yên li Xoresan, Bexda û Hewlêrê. Li gorî Ibn Xelikanî, Ebheriyî di xortaniya xwe de ji bo hînbûna mantiq, felsefe, fiqh û tefsîra Quranê li ber destê zanayekî kurd ê mûsilî Şêx Kemaledînê Ûnis (m. 639 k./1242 z.) xwendiye, piştre li Medreseya Bedriyeyê ya Mûsilê wekî alîkarê wî kar kiriye; lê belê hinek çavkanî diyar dikin ku ketiye xizmeta Îmam Fexredînê Raziyî (m. 606 k./1210 z.), pêşiyê bûye bûye şagirtê wî û sala 1248an jî li Medreseya Şerefiyeyê ya Bexdayê ders dane.[93] Her wiha bi Xoce Nasiredînê Tûsî re bûye hevnas, her duyan ji hev re name şandine û Tûsiyî gelekî pesna wî daye.[94] Her çiqas Ebherî li Mûsilê jiyabe û navdar bûbe jî, sala 626an k./ 1228an z. li Hewlêrê niştecih bûye; her wiha sala 651ê koçî çûye Şamê, bûye hevnasê Mîr Mihyedînê kurê Şemsedînê Cizîriyî, çendek berhemên xwe diyariyî wî kirine û rastî eleqedariya vî mîrê kurd hatiye. Divê bê gotin ku Ebherî hem li Anatolyayê geriyaye hem jî çendekê li Sêwazê jiyaye; lê belê di dawiya temenê xwe de vegeriyaye welatê xwe û sala 663an k./1265an z. li Şebisterê miriye.[95] Wî derbarê felsefe, bîrkarî û endazyariyê de çendek berhem nivîsandine; her wiha li ser mantiqê jî du xebatên wî yên wekî “Îsagocî” (Destpêka Mantiqê) û “Et-Tehzîbu fî’l-Mentiq” hene.

Hêjayî gotinê ye ku “Îsagocî”ya Ebheriyî bi watenasiyê (delaleta peyvê) dest pê dike û wateyê li ser sê beşan pareve dike: “wateya giştî”, “wateya parkirî” û “wateya pêwist”. Wekî mînak: her peyveke hevoka “Mirov zindiyekî hişmend e.” wateyekê dide. Li vir wateya peyva “mirov”î giştî ye, ji ber ku hemû cureyên mirovan dikevin ber vê peyvê; lê belê wateya peyva “zindî” parkirî ye, ji ber ku ev taybetmendî di navbera mirov û ajelên zindî de hatiye parvekirin, bi gotineke din hem mirov hem jî ajel zindî ne û dikevin ber vê pênasekirinê. Her çi ku wateya peyva “hişmend”î ye wekî pêwistiyeke mirovbûnê ye ku tenê nifşê mirovan xwediyê hişekî (ne ku mêjiyekî) û şiyanên hizirînê ye. “Îsagocî” piştre cureyên peyvan şirove dike; li gorî wê peyv an “xwerû” ne yan jî “pêkhatî/hevedudanî” ne. Wekî mînak: peyva “mirov”î xwerû ye, her parçeyek an jî kîteyeke wê delaletî ser tevahiya peyvê nake; lê belê herî kêm parçeyekî peyva “mêrkuj” a pêkhatî û her du parçeyên peyva “pîremêr”î ya hevedudanî watedar in. Peyvên xwerû jî di navbera xwe de dibin du paran: “giştî” û “taybet”; dîsan gava tu dibêjî “mirov” ev peyv xwediyê wateyeke giştî ye û hemû cureyên mirovan dikevin ber vê peyvê (mirovê pişthotik, çêrmsor, qemer, çavbeloq…), lê gava tu dibêjî “Memê Alan” ev peyv xwediyê wateyeke taybet e û ji cureyên mirovan tenê kesekî bi vî navî dikeve ber. Wihareng e peyvên giştî jî dibine du paran: “wateyên gewherî” û “wateyên destkeftî”; sîwana peyvên gewherî cureyên rastiyekê dihingêvin, wekî mînak peyva “zindî” hem mirovan hem jî ajelan dihingêve û destnîşan dike. Berevajî vê yekê, wateya peyva “zarşirîn”ê di bin sîwana xwe de ji zindiyan tenê delaletî ser mirovî dike ku şiyana axaftina xweş aydî wî ye.[96] Bêguman di gotarekê de em ê nikaribin tevahiya pirtûka “Îsagocî”ya Ebheriyî wergerînin kurdî û nîqaş bikin; lê belê em dikarin beşên vê xebatê bi rêzbendî wiha berpêş bikin: “wateyên bêjeyan”, “cureyên bêjeyan”, “pênc rêbazên giştî yên peyvnasiyê”, “ferhengsazî: pênaseya şîroveker”, “pêşniyar: hevoknasî”, “nakokbarî”, “çepkirin û vajîkirina hevokan”, “cureyên berawirdkirinê”, “birhan: isbatkirin û piştrastkirin”, “cedel: rêbazên lec û nîqaşê”, “xitabet: axaftinên navdaran”, “helbest”, “muxalata: rêbazên berevajîkirin û çewtkirinê”. Wisan dixuye ku “Îsagocî”ya Ebheriyî di nava misilmanan de bûye bingehê gelek zanistên metodolojiyê yên din jî.

Nîşeyên gotarê:

[71] Dêhxuda, Ferheng, bi sernavê Dînewerê; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://dehkhoda.ut.ac.ir/fa/dictionary/155940/دینور; dema gihiştinê: 07.09.2022; 00:03.

[72] Muhemmed Mihryar (1379 k.h.), “Suhr, Suhran, Suhr û Fîrozan, Suhrewerd”, Vîjenameyê Isfahan, r. 36-37; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://ensani.ir/file/download/article/20110209120309-%C2%A0%20(168).pdf; dema gihiştinê: 07.09.2022; 01:43.

[73] Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/سهرورد; dema gihiştinê: 09.09.2022; 13:45.

[74] Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/سهرورد; dema gihiştinê: 09.09.2022; 13:45.

[75] C. E. Bosworth, E. van Donzel, W. P. Heinrichs &  G. Lecomte (1997), Encyclopaedia of Islam: A dictionary of the geography, ethnography and biography of the Mohammedan peoples, Brill: Leiden, c. 9, r. 777-778; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://archive.org/details/EncyclopaediaDictionaryIslamMuslimWorldEtcGibbKramerScholars.13/09.

EncycIslam.NewEdPrepNumLeadOrient.EdEdComCon.BosDonHeinLec.etc.UndPatIUA.v9.San-Sze.Leid.EJBrill.1997./page/n1/mode/2up; dema gihiştinê: 07.09.2022; 03:04.

[76] Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt), c. 2, r. 114.

[77] Muhammedreza Feşahî (2008), Aristoyê Bexdad: ez eqlê yûnanî be wehyê quranî, Intişaratê Karvan: Tehran, r. 33.

[78] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: Suhrewerdî: Şehabê Cavîdanê Asmanê Hikmet o Felsefe, https://farsi.iranpress.com/iran-i88622-سهروردی_شهاب_جاودان_آسمان_حکمت_و_فلسفه; dema gihiştinê: 09.09.2022; 15:54.

[79] Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabuddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire, r. 32-34.

[80] Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Sêwas; dema gihiştinê: 12.09.2022; 00:02.

[81]Arnold Hugh Martin Jones (1971), The Cities of the Eastern Roman Provinces, Oxford University Press, r. 159.

[82] Alexander Kazhdan (edîtor, 1991), The Oxford Dictionary of Byzantium, Oxford University Press, r. 1861-1862.

[83] Mesrob K. Krikorian (1977), Armenians in the Service of the Ottoman Empire, 1860-1908, Routledge and Kegan Paul, r. 53.

[84] John H. Rosser  (2012), Historical dictionary of Byzantium,  Scarecrow Press: Maryland, r. 425.

[85] Speros Vryonis (1971), The Decline of Medieval Hellenism in Asia Minor and the Process of Islamization from the Eleventh through the Fifteenth Century, University of California Press, r. 155; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.scribd.com/doc/39065646/Vryonis-Decline-of-Medieval-Hellinism-in-Asia-Minor; dema gihiştinê: 12.09.2022; 04:28.

[86] Nicetas Choniates (1673), Historia (Histoire de Constantinople V), wergêr: M. Cousin, Paris; her wiha bnr.: https://iranicaonline.org/articles/danesmand-amir-gazi-taylu-gms-tigin-ahmad-or-mohammad-danesmand-d; dema gihiştinê: 12.09.2022; 01:10.

[87] Ahmet Yaşar Ocak (1993), Danişmendname, TDV Ansiklopedisi, c. 8, r. 478-480; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/danismendname; dema gihiştinê: 12.09.2022; 04:48. 

[88] Abdulkuddus Bingol (1994), Ebherî Esîruddîn, TDV Islam Ansiklopedisi, c. 10, r. 75-76; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://islamansiklopedisi.org.tr/ebheri-esiruddin; dema gihiştinê: 12.09.2022; 02:04.

[89] M. Saadettin Aygen (1985), Büyük Filozof Esirüddin Ebherî, Afyon, r. 6-7.

[90] Huseyin Sarıoglu (2007), Abharī: Athīr al‐Dīn al‐Mufaḍḍal ibn ʿUmar ibn al‐Mufaḍḍal al‐Samarqandī al‐Abharī, bnr.: https://link.springer.com/referenceworkentry/10.1007/978-0-387-30400-7_9; dema gihiştinê 01.09.2022; 04:21.

[91] Ji bo dîroka Ebherê bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/ابهر; ji bo dîroka Mihraniyan bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/خاندان_مهران; dema gihiştinê 01.09.2022; 04:47. 

[92] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok

[93] Eichner, Heidrun (2008), “Al-Abharī, Athīr al-Dīn”, Encyclopaedia of Islam, http://dx.doi.org/10.1163/1573-3912_ei3_COM_26284; dema gihiştinê: 01.09.2022; 04:05.

[94] Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt), c. 2, r. 136.

[95] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/أثير_الدين_الأبهري; dema gihiştinê: 01.09.2022; 05:13; https://fa.wikipedia.org/wiki/اثیرالدین_ابهری; dema gihiştinê: 01.09.2022; 05:15.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *