Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VII

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VII

Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin,

çbi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa heftan bixwînin. 

Omitê Mistefê

                      3.4. Dibistana Heranê ya Rexneyî

                      Heran an jî Aran (bi yûnaniya kevnare: “Κάρραι/Karraî”; bi latînî: “Carrhae”) bajarekî bakurê Kurdistanê ye; roja îroyîn yek ji navçeyên başûrê rojhilata Rihayê ye û bi qasî 44 kîlometroyan jê dûr e. Ev dever xwediyê dîrokeke gelekî kevnare û zengîn e; şûnwar û bermahiyên wî yên dîrokî hê jî peyda dibin, bi taybetî jî bi malên xwe yên mîna kewarên mêşhingivan navdar e. Li gorî serjimariya sala 2008an gelheya bajêr ji 61 hezarî zêdetir e.[97] Bajarê Heranê di destpêkê de wekî koloniyeke bazirganiyê ji hêla bazirganên sumerî yên ji Rihayê ve hatiye damezirandin (sedsalên 25-20an BZ); lê belê hanzûka bûye navendeke çandî, bazirganî û ayînî ya devera Mezra Botan. Heran di serdema qralê aşûrî Adad-Nirarî I (1305–1274 BZ) de hem paytext hem jî parêzgeha duyem a piştî paytexta aşûrî ya bi navê Aşûr bûye; her wiha piştî hilweşîna Împaratoriya Aşûrî jî vegeriyaye paytexta dawîn a Aşûristana Nû (612-609 BZ). Piştî hilweşîna Aşûristana Nû jî serdemên wekî Babîliya Nû (609-539 BZ), Hexamendişî (539-330 BZ), Makedonî (330-312 BZ) û Seleukî (312-132 BZ) derbas kirine. Di serdema kevnare ya klasîk de Heran pir caran di navbera împaratoriyên Roma û Partî (Eşkanî) de bûye sedema şerên berdewam û mîrateya pêşbaziya li ser Heranê derbasî serdema Sasanî jî bûye. Wekî mînak: di sala 53an BZ de artêşên Şahînşahiya Eşkanî (Partî) û Komara Romayê li ser Heranê hilbaskîne hev û di vî şerê dijwar de serdarê aryayî Rustaham Sûrena bi 10 hezar leşkerî êrişek li dar xistiye; fermandarê romayî Marcus Licinius Crassusî jî artêşeke 120 hezar leşkerî amade kiriye, lê artêşa eşkanî gurzekî wisan xurt li serê romayiyan xistiye û derseke leşkerî ya nejibîrkirî daye wan ku ev şer bûye destpêka şerên 700 salî yê di navbera Arya û Romayê de.[98] Hinek çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku Heran hertim navendeke pûtperestiyê bûye û lewre hem berî îslamê hem jî piştî belavbûna îslamê rastî êriş û talanan hatiye. Wekî mînak: zivistana 639-640î artêşa Xilafeta Reşîdûn bi fermandariya Iyad b. Xenm Heran dorpêç kiriye û pûtperestên bajêr li ser radestkirina aştiyane ya bajêr danûstandin kirine;[99] lê belê her çawa hebe, Heran di serdema îslamî de miameleya bajarekî giring dîtiye û vegeriyaye navendeke zanistî. Hêjayî gotinê ye ku Mizgefta Heranê ya ku di serdema xelîfeyê duyem Umer de hatiye jenîn, di pêvajoya dîrokî de bûye zanîngeha yekem a Mezra Botan û Anatolyayê. Divê bê gotin ku di serdema navîn de Heran du caran bûye paytext: Mîrgeha Emewiyan (744-750) û Mîrgeha Numeyriyan (990-1081); lê di sala 1260î de ji hêla moxolan ve hatiye dagirkirin û hilweşandin. Tevî ku tengasiya avê dikişand jî, Heran di serdema Eyûbiyan de jî bajarekî giring bûye; Siltan Silhedînî Mizgefta Mezin a Heranê berfireh kiriye û birayê xwe Mîr Adilê Yekem wekî parêzgarê bajêr destnîşan kiriye. Piştî Mîr Adilê Yekem kurê wî yê Mîr Kamil bûye desthilatdarê bajêr û wî jî bi mirina xwe re desthilatdarî radestî birayê xwe Mîr Eşref Mûsa kiriye. Piştî mirina Mîr Eşref Mûsayî giringiya bajêr her ku çûye kêm bûye û sala 1237an ji aliyê Xwarezmiyan ve hatiye dagirkirin; lê keleh ji aliyê Salih Eyûb ve hatiye parastin û xurtkirin, dîsan jî mîrê eyûbî piştî demeke kurt neçar maye ku dev jê berde û bi Xwarezmiyan re li hev bike. Li gorî bendên peymanê divê eyûbî û heraniyan alîkariya leşkerî bidaya Xwarezmiyan ku li dijî mîrê Mûsilê Bedredînê Lûlû şer dikirin; her çawa hebe, mîrê Helebê yê eyûbî Nasir Ûsiv sala 1240î Heran ji destê Xwarezmiyan derxistiye û ew ji deverê qewartine.[100]

Ji dîroka bajêr diyar e ku niştecihên Heranê ne dûrî rexne, bertek, serhildan, peymangirêdan û şeran bûne; bêguman vê taybetmendiya bajêr bandor li ser hizirîn û mantiqa akincihan jî kiriye. Îcar Zanîngeha Heranê jî wekî navendeke zanistî hertim di nava nîqaş, hilberîna ramanan û bertekên zanistî de bûye; stêrka vê zanîngehê di heyama belavbûna mezheba henbelî de (dawiya sedsala 9an) çirûsiye û stêrkeke esmanê wê jî Ibn Teymiyeyê Heranî (661-728 k./ 1263-1328 z.) bûye ku bi xebatên xwe yên dînî-ramanî “Dibistana Heranê ya Rexneyî” damezirandiye. Bi rastî Ibn Teymiyeyî -di piraniya 65 sal temenê xwe de- ne ku tenê bertek nîşanî mantiq û felsefeyê daye; lê belê wî hemû bîr û baweriyên cihêreng nepejirandine, bi xebatên xwe (yên ku hejmara wan ji 70î zêdetir e) şaşiyên wan şirove kirine û pirsgirêkên heyama xwe bersivandine. Bêguman Ibn Teymiye zanayekî dînî ye û bi çarçoveya zanistên xwe yên dînî li bûyer, raman û encaman nihêriye; lewre di berhema xwe ya bi navê “Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn” (“Rexneya Mantiqnasan”) de ji vê dîmenê pirseke wiha pêşkêşî mantiqnasan dike: “Xwedê ji heyama Nûh Pêxemberî û pê de pirtûkên pîroz dişîne û teraziya hizirînê jî di wan pirtûkan de bi cih kiriye; lê Arîstoyî ev ramanên bi navê mantiqa yûnanî sêsed sal beriya Îsa Pêxemberî nivîsandine. Wisan e, ew şaristaniyên beriya wî çawa bêyî pîvan û teraziya hizirînê dijiyan?”[101] Divê bê zanîn ku di dîroka mirovahiyê ya piştî Arîstoyî de tenê Ibn Teymiyeyî mantiqa yûnanî rexne nekiriye, lê ramyarên rojavayî yên wekî Bertnard Russel û John Stuart Mill jî ramanên Arîstoyî dane ber rim û gurzên rexneyê; îcar -li gorî hinek lêkolîneran- divê mirovahî sipasdarê Ibn Teymiyeyî be ku dergehê rexneya zanistî ya iqnaker vekiriye û mirovahî hînî nîqaşên sûdmend û berhemdar kiriye.[102] Hêjayî gotinê ye ku ramanên Ibn Teymiyeyî yên derbarê mantiq, felsefe û bîrdoziyên derveyî îslama kevneşopî hem demeke dirêj li “Dibistana Heranê ya Rexneyî” hatine nîqaşkirin û hînkirin hem jî ji wê serdemê heta roja îroyîn bandor li tevahiya cîhana îslamê û çendek ramyarên rojavayî kiriye.  

                      3.5. Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê

                      Bajarokê Qeredaxê yê başûrê Kurdistanê ji aliyê erdnîgariyê ve di navbera Silêmanî,  Çemçemal, Şehrezûr û Derbendîxanê de ye; ji aliyê îdarî ve jî bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve ye û navendeke serdema kevneşopî ya hîndekariya zanista mantiqê ye. Bajarok xwediyê girîngiyeke dîrokî ya taybet e; ji ber ku li qûntarên çiyayê Qeredaxê wêneyekî nîgarkirî yê qralê akadî Naram-Sînî (2218-2254 BZ) hatiye vedîtin ku serkeftina xwe ya di şerekî li dijî dagirkeran de bi ahengekê pîroz dike. -Ji ber daristanên zêde û geliyên kûr- kêş û hewaya wî zivistanan sar in û havînan hênik û nerm in; li gorî nexşerêya Lijneya Amaran a Wezareta Plandanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (sala 2018an), van dawiyan hejmara niştecihên devera Qeredaxê nêzikî 11 hezar kesî ye.[103]

Bêguman rola Mîrgeha Babaniyan a di damezrandin û lênêrîna dibistanên devera Qeredaxê de pir giring e; ji ber ku babaniyan cara pêşîn li Qeredaxê dibistaneke zanistî ya mezin ava kiriye, sala 1163 k./1746 z. Şêx Evdiletîfê Merdoxî (m. 1213 k.) wekî serokê zana û şêxên vê medreseyê destnîşan kiriye, pêdiviyên vê xwendingehê bi kirêya zeviyên çandiniyê û bexşîşên gelek gundan peyda kiriye. Her wisan babaniyan Medreseya Mela Emerê Qeredaxî jî li Qeredaxê damezirandiye û xebatên wê yên perwerdehiyê heta sala 1256 k./1819 z. berdewam kiriye. Li milê din, babaniyan tenê medrese ava nekirine, her wiha pirtûkxaneyeke gelekî hêja jî li Qeredaxê damezirandiye û berhemên destnivîs ên giranbiha û kêmpeyda tê de civandine; lê mixabin di heyama dagirkeriya ingilîzan a sala 1919an de hatiye şewitandin û beşeke biçûk a vê mîrateyê hatiye rizgarkirin.[104]

Gava mirov li dîroka Qeredaxê dinihêre, xuya dibe ku di warê zanistî de xwediyê pêgeheke xurt e, ji serdema destpêkê ya îslamê û pê ve saziyên çandî û zanistî lê hebûne; lewre çendek zanyarên ji vî bajarokî hem medreseyên xwe vekirine hem jî li ser şopa Dibistana Bexdayê ya Hikmetê berhem dane. Wekî mînak: Mela Mihemedê Qeredaxî (1213-1281 k./1796-1864 z.) yek ji wan zanayan e ku ji welatê xwe re xizmet kiriye û li ser mantiqê berhemeke bi navê “Teliqatun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeh” nivîsandiye; Silêman Paşayê Babanî jî wekî xelateke xizmetheziya wî medrese û mizgeftek jê re ava kirine (sala 1266 k./1849 z.). Dîsan Şêx Evdirehmanê Qeredaxî (1253-1335 k./1838-1917 z.) kesayetekî navdar e û li ser mantiqê berhemeke bi navê “Tuhfet’ul-Lebîbi fî’l-Mentiq” nivîsandiye. Hêjayî gotinê ye ku “Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê” rengvedaneke kurdî ya “Dibistana Bexdayê ya Hikmetê” ye û daye ser şopa Îmam Xezaliyî.

3.6. Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman

Lêkolînerê bazîdî û pisporê li ser dîroka Bazîdê Mihemedê Xwedêdayî (Mehmet Gultekin) diyar dike ku di çavkaniyên heyama Romayê yên berî zayînê de navê “Bazîd”ê wekî Basenia û Basean dihate nasîn; her wiha di hin nexşeyan de navê “Batazia”ê jî derbas dibe. Erdnîgarê ereb Şerîf El-Idrisî di sedsala 12an de navê “Badjasis”ê, qasidê qralê Îspanyayê Clavioyî di sala 1403an de peyva “Vazît”ê û gerokê brîtanî Sir Thomas Herbertî jî di seyahatnameya xwe ya sala 1627an de navê “Baezd”ê bi kar tînin. Zanayê navdar Mela Mehmûdê Bazîdî jî di nîveka sedsala 19an de bajêr wekî “Bazîd” bi nav dike; lê belê wekî sancaqekê jî qala navê “Bayazîd”ê dike. Ji aliyekî din ve, hema hema hemû nimûneyên zargotina herêmê û tevahiya gelê Serhedê jî navê bajêr wekî “Bazîd” bi lêv dikin. Ji wêneyên şkeftan û kelefeyên hin avahiyan eşkere dibe ku dîroka kevneşopî ya herêma Bazîdê digihêje hezaran salên beriya zayînê. Li gelek cî û warên wekî Teperiz, Kêrtekela, Şorik, Arzep, Ziyaret, Kelareşk, Kelasor û yên mayîn hê hê jî şopên avahî û kelehên ku beriya 2-3 hezar salan hatine avakirin diyar in. Gelek çavkanî destnîşanî dikin ku dîroka kurdên herêma Bazîdê û koka kevneşopiya çanda wan digihêje heyamên kevnare yên serdema Medan. Li gorî nivîsên Strabonî, niştecihên doraliya çiyayên Araratê “Kardû” ne. Li gorî Moses von Choren jî, piştî hilweşandina dewleta Medan û kuştina qral Ejdeha (Astyages), jina wî û bêtirî 10 hezar xizmên wî li derdorên Araratê li deverên wekî Dambat, Nexşciwan û aliyê Basean/Bazîdê hatine bicihkirin. Kurdnasê navdar Mînorskî jî van bûyerên dîrokî piştrast dike û kurdan wekî bineliyên devera Araratê bi nav dike. Li gorî lêkolîneke Max Büdinger a derbarê dîroka Împaratoriya Romayê de, herêma Bazîdê ji sedsala 1em a piştî zayinê û pê ve warê kurdan bûye. Serbazê romayî yê bi navê Corbulo dema ku bi artêşekê êriş biriye ser mîrê ermenî yê bi navê Tiridates û gihiştiye nêzikî Elaşgirê, riya xwe guhertiye û bi ser Milazgirê re çûye aliyê Aryayê, nexwestiye rastî kurdên Bazîdê were. Di heyama belavbûna îslamê ya sedsala 7an de artêşên ereban gihiştine devera Araratê û li wir rastî kurdan (El-Ekrad) hatine. Her wisa gelek çavkanî radigihînin ku di serdema navîn de jî bineliyên Bazîd û tevahiya Serhedê bi nifûseke berfireh kurd bûne, di bin desthilatdariya bav û kalên Silheddîn Eyûbî yên Şedadî de serwerên xaka xwe bûne. Ji sala 1054an û pê ve komên selçûqî hatine herêmê; di sala 1071an de wan bi hevkariya kurdên şedadî û mîrên mayîn ên Serhedê bandora bîzansiyan şikandine û heta destpêka sedsala 10an wan li tevahiya herêmê serwerî kiriye. Herêma Bazîdê jî wekî piraniya Kurdistanê û Anatolyayê di nîvê duyem ê sedsala 14an de rastî êrişên Tîmûrê Leng hatiye; di salên 1386 û 1395an de du caran ji aliyê artêşa moxolî ve hatiye dagirkirin. Qasidê qralê Îspanyayê Clavio yê ku di sala 1403an de hatibûye Bazîdê, di bîranên xwe de agehiyên gelekî balkêş û kêrhatî dide. Ev keleha kevnare ya ku di heyama Ûrartûyan de hatibûye jenandin û li gorî çavkaniyan gelekî xurt-parastî bûye, piştî mirina Tîmûrî di meha gulanê ya sala 1421an de ji aliyê artêşa moxolî ya bi bin fermandariya Şahrûh de hatiye dagirkirin. Herêma Bazîdê ji sala 1467an û pê ve pir caran ketiye bin serweriya qereqoyunî, aq-qoyunî û sefewiyan; lê ji sala 1502an şun de tevahiya Kurdistanê ji aliyê sefewiyan ve hatiye dagirkirin, di encamê de şerek di navbera artêşên osmanî-sefewî de derketiye û beşeke mîrên kurd alîkariya osmaniyan kiriye. Piştî şerê osmanî-sefewiyan, Sultan Selîmî çend malbatên serwer ên bazîdî digel şerkarên wan hildane terkiya xwe û ew wekî serwerên Gurgumê/Mereşê destnîşan kirine. Piştî şerê Çaldiranê yê di navbera Qanûnî Sultan Suleyman û Şah Îsmayîl de, Dewleta Osmanî bi mîrên kurdan re peymanekê girêdide ku li ser wê bingehê her mîrektiyek wekî herêmeke xweser girêdayî dewletê be û bi vê peymana ku di Qanunnameya Humayûnê de jî cih girtibû, Bazîd dibe herêmeke xweser a bi destnîşana sancaqa “yurtluk ve ocaklik” (ango war û ocaxa bav-kalên niştecihan). Ansîklopediyeke almanî vê statûya Bazîd û mîrektiyên wekî wê yên di bin banê Dewleta Osmanî de wiha şirove dike: “Li Kurdistanê sancaqên wekî Bazîd, Mûş, Wan, Colemêrg, Amêdî, Silêmanî, Qereçolan û Zaxoyê hene. Dewleta navendî ji van tenê serwerê Wanê tayîn dike. Pêkhateya her sancaqekê gelek eşîrên ji vê neteweyê ye û ji aliyê mîrekî ji wan ve tê birêvebirin. Ev sancaq tenê di dema şeran de alîkariya dewleta navendî dikin; lê di dema aştiyê de jiyana xwe ya tam serbixwe didomînin.” Hinek çavkaniyên osmanî û bi taybetî jî Şerefname neqil dikin ku piştî sala 1578an eşîra Zîlanê, binemalên Besyan û Bociyan ber bi Bazîdê ve tên, keleha wê zeft dikin û Şehsiwar Beg dibe mîrê herêmê; ji wê demê û pê ve binemala vî mîrî heta nîvê duyem ê sedsala 19an li Bazîd û sancaqên wê serweriya herêmê meşandiye.[105]

Derbarê damezrandin û pêşxistina “Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman” de, gelo mirov dikare bibêje ku zanyarên Bazîdê îlham ji “Destana Memê Alanî” girtiye ku piştre bi destî Ehmedê Xaniyî wekî “Mem û Zîn”ê helbestkî hatiye hûnandin? Bi rastî pirseke wiha bêwate û dûrî pêvajoya dîrokê ye; ji ber ku pêkhatina bûyer û çîroka vê destanê pêrgî serdema Eyûbiyan tê û jixwe pergaleke wan a perwerdehiya yekgirtî jî hebûye. Ji aliyekî din ve, çîrok dibêje ku “gava Mem digihêje temenê xwendinê, bavê wî seydayekî duwanzdeh-ilmî jê re destnîşan dike û wî dide perwerdekirin”; ev agehî bi xwe jî dibêje ku hê wê çaxê perwerdehiyeke li ser duwanzdeh ilmên bingehîn hebûye û Mem jî di vê ezmûnê re derbas bûye. Li gorî lêkolînerê kurd Şakir Epozdemirî bernameya perwerdehiyê ya “zanayê duwanzdeh-ilmî” di serdema Împaratoriya Eyûbiyan de cara yekem li tevahiya cîhana misilmanan hatiye sepandin; li gorî gotina wî, “piştî ku Silhedînê Eyûbî bûye desthilatdar pergaleke perwerdehiyê ya yekgirtî ya bi navê <Tewhîd’ut-Tedrîsat>ê damezrandiye; bi vî awayî li ser bingehê mezheba Îmam Şafi’iyî zanistên îslamî dane xwendin û ahengek di navbera xwendekaran de pêk aniye. Di vê pergalê de 12 zanist hatine xwendin û xwendekar li pêşberî dîwaneke mamosteyan ketine ezmûnan. Ev pergala eyûbiyan ji wê serdemê heta roja îroyîn di hemû medrese û hucreyên dînî yên Kurdistanê de hatiye şopandin.”[106]

Gelê kurd ê ku endamekî cîhana îslamî ye, di warê mantiqê de xwediyê mîrateyeke gelekî zengîn e; lewre lûtkeya zanyariya dînî ya kurdan bi têgiha “melayê duwanzdeh-ilmî” hatiye pênasekirin. Ev têgih di hinek guhartoyên “Destana Memê Alanî” de jî dibihure ku Memî li ber destê zanayên herî pilebilind ên heyama xwe xwendiye ku wekî “melayê duwanzdeh-ilmî” hatine pênasekirin. Li gorî Zeynelabidîn Zinarê Amedî ji bernameya perwerdehiyê ya medreseyên Kurdistanê re “pirtûkên rêzê” dihate gotin û bi rêzbendî nêzikî sed pirtûkî dihatin xwendin; lê wî tenê kariye navê 89 pirtûkên rêzê berhev bike û li gorî dabeşkirina şaxên xwendinê şirove bike. Perwerdehiya ku ji elifbêka erebî hetanî dawiya xwendina rêzîn dihate dayîn, piranî li ser zimannasiya erebî ne ku hejmara wan digihêje 36an; ji wan 12 pirtûk li ser huqûqa îslamê, 13 pirtûk li ser hedîsan û 3 pirtûk jî li ser siyerê  (jînenîgariya Pêxemberê Îslamê -silav lê bin-) ne. Kesê ku tevahiya pirtûkan dixwend, ast û xisleta meletiyê bi dest dixist û jê re “melayê heft-‘ilmî” yan jî “meleyê duwanzdeh-‘ilmî” dihate gotin.[107] Rast e, bingehên “Dibistana Bazîdê ya Duwanzdeh Ilman” di heyama Ehmedê Xanî (1650-1706) de derketibû asteke bilind; lê di serdema Îsmayîlê Bazîdî (1654-1709) û Murad Xanê Bazîdî (1736-1778) de çanda gelêrî ya kurdî jî hatibû berhevkirin û zimanê kurdî ji bo destpêka pexşanê hatibû guncandin. Lewre Mele Mehmûdê Bazîdiyî li ser bingehê van xebatan pexşana kurdî derxistibû asteke pêşketî; her çiqas piştî wî Mele Mihemedê Celalî dîsa vegeriyabû zimanê erebî yê medreseyên klasîk jî, Xelîfe Ûsivê Bazîdî yê şagirtê wî şêwazê mamosteyê xwe terikandibû û hemû berhemên xwe yên helbestî û pexşanî bi kurdî nivîsandibûn; lewre mirov dikare bibêje ku wî guhartoyeke kurdî ya bernameya erebî ya medreseyan ji bo gel amade kiriye û hewl daye ku tevahiya bernameya zanistên îslamî wergerîne kurdî. Her çi ku Mele Mûsayê Celalî (1938-2021) ye, wî jî hem berhemên kurdî nivîsandine (her çiqas li gorî berhemên wî yên erebî rêjeya wan kêm be jî) hem jî gelek berhemên erebî amade kirine (hejmara berhemên devî devî 40î dike). Li aliyê din, Mele Mûsayê Celalî nûnerê dawîn ê seydayên nivîskar û xwedî-medrese yên Bazîdê ye ku hema hema di her mijarê de qelema xwe livandiye. Di çarçoveya vê gotarê de berhema wî ya bi sernavê “Mecmû’at’ul-‘Ulûm” (“Berhevoka Zanistan”) gelekî giring e û wî di vê xebata xwe ya bi terzê kevneşopî de 14 zanistên kevneşopî yên medreseyên Kurdistanê kurteve kirine ku nîvê wan derbarê ziman û ramanê de ne; lê divê bê gotin ku wî hinek zanist ji hev veqetandine. Wekî mînak: wî zanistên rewanbêjiyê (belaxet) ji hev veqetandine; ji ber ku bi kevneşopî “ilmê beyanê” (“rewanbêjî”), “ilmê me’aniyê” (“watenasî”), “ilmê bedî’ê” (“xweşaxaftin”) di bin sîwana “ilmê fesahet û belaxetê” de dihatin fêrkirin. Îcar wî ev zanistên bi hev re eleqedar wekî zanistên serbixwe amade kirine; her wiha hem zanistên zimanasiyê yên “ilmê serfê” (“peyvsazî”) û “ilmê nehwê” (“rêziman û rastnivîs”) hem jî zanistên ramanî yên “ilmê mentiqê” , “ilmê wedi’ê” (têgihsazî), “ilmê munazarayê” (şêwazên lec û nîqaşan) ji hev veqetandine, lewre hejmara van zanistan derketiye çardehan. Zanistên ku di vê berhevokê de bi kurtî hatine şirovekirin, bi rêzbendî wiha ne: “serf” (“peyvsazî”), “nehw” (“rêziman û rastnivîs”), “mantiq”, “wedi’”(têgihsazî), “munazara” (şêwazên lec û nîqaşan), “beyan” (“rewanbêjî”), “me’anî” (“watenasî”), “bedî’” (“xweşaxaftin”), “‘eqaîd” (“bingehên baweriyê”), “tefsîr” (“rêbazên şiroveya Quranê”), “usûl’ul-hedîs” (“rêbazên hedîsnasiyê”), usûl’ul-fiqh (“rêbazên mafnasiya îslamî”), “tesewif” (“sofîgerî”), “tecwîd” (“rastnivîs, rastxwendin û dengsaziya Quranê”).[108] Hêjayî gotinê ye ku Seyda Mele Mûsayî ev xebata xwe li gorî zêdebûna zanistên îslamî rojane kiriye û hewl daye ku kilîla her ilmê bide destê xwendekarên xwe û wan bi mîrateya çandî ya kevneşopî re bike çavnas.

Nîşeyên gotarê:

[97] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Herran; dema gihiştinê: 09.09.2022; 01:46. 

[98] Donald Frew (1999), “Harran: Last Refuge of Classical Paganism”, The Pomegranate: The International Journal of Pagan Studies, 13 (9): 17–29; doi:10.1558/pome.v13i9.17; her wiha bnr.: https://www.academia.edu/17141871/Harran_Last_Refuge_of_Classical_Paganism; dema gihiştinê: 10.09.2022; 14:44.

[99] Mikhail A. Vedeshkin (2018), “Bribe and Punishment: To the Question of Persistence of Pagan Cults in Late Antiquity”. Schole. 12 (1): 259-275; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://philpapers.org/archive/VEDBAP.pdf; dema gihiştinê: 10.09.2022; 14:55.

[100] Ji bo şopandina zanyariyên derbarê Heranê de bnr.: https://en.wikipedia.org/wiki/Harran; dema gihiştinê: 10.09.2022; 21:55.

[101] Muhemmed Husnî Ez-Zeyn (2008), Ibn Teymiyyetu we Menhecuh’ul-Fikrî, El-Mekteb’ul-Islamî: Beyrût, r. 236; her wiha bnr.: Ibn Teymiyyeh, Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn, r. 14-15.

[102] Efaf El-Xemrî (2001), Mentiqu Ibni Teymiyyeh, Daru Quba: Qahire, r. 12.

[103] Enes Mihemed Brahîm, Qezay Qeredax; ji bo agehiyên zêdetir bnr.: http://chawykurd.com/details.aspx?=hewal&jmare=5783&Jor=65&Jor2=4; dema gihiştinê: 09.09.2022; 21:34.

[104] Umîd Necmedîn Cemîl El-Muftî, Et-Tibyanu fî Beyan’in-Nasixi we’l-Mensûxi min’el-Quran; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://ketabonline.com/ar/books/91737/read?part=1&page=16&index=4625616/4625617; dema gihiştinê: 10.09.2022; 02:21.

[105] Umîd Demîrhan (2021), “Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî”, kovara Bernagehê; ji bo xwendina gotarê bnr.: https://www.bernamegeh.org/umid-demirhan-awirek-li-diroka-welaten-mela-mehmude-bazidi-u-lev-tolstoyi/; dema gihiştinê: 10.09.2022; 22:09. 

[106] Şakir Epozdemir (2017), Medreseyên Kurdistanê, Weşanxaneya Nûbiharê: Sitembol.

[107] Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm, r. 63-100; her wiha bnr.: Martin van Bruinessen (1998), “Medrese education in northern Kurdistan” by Zeynelabidîn Zinar, translated and annotated by Martin van Bruinessen, Les Annales de l’Autre Islam 5.

[108] Mele Mûsa Celalî (1434 k. h.), Mecmû’at’ul-Ulûm, bi sererastkirin û lêkolîna Mele Evdiselamê Bêcirmanî, Ihvan Neşriyat: Sitembol.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *