Di çanda Kurdî de giringiya ”ASÛK”ê

Di çanda Kurdî de giringiya ”ASÛK”ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Çanda Kurdî pir dewlemend e, lê mixabin piraniya Kurdên Bakur, xasma jî ciwanên me pê nizanin.

Hin carên dema ez lêkolîn dikim, ez pêrgê tewrên balkêş dibim.

Yek ji wan balkêşiyan jî, Çanda Asûkê ye.

Asûk ji bo tewrek alîkarîyê tê gotin:

Li gundên ku ji bajaran dûr bûn, gundî salê du car diçûn bajarê nêzê xwe û pêdiviyên malê dikirrîn. Lê ji bilî wan herdu caran, di wê navê re yekcaran zilamên gundî diçûn bajêr.

Dema ku ew zilamê (mesela) bi navê HOKO diçû bajêr, hin malbatên gundî qewîtiyên xwe lê dikirin. Bi piranî pîrekên navsere pere didanê û digotin:

Mesela:

. Xezalê digot: Xalê Hoko, ji me re kêluyek şekirê çayê bîne. Û pere didanê.

. Fatê digot: Apê Hoko, ji me re kêluyek helawa Entabê bîne. Û pere didanê.

. Tûkazê digot: Kekê Hoko, kêluyek dema çayê ji me re bîne. Û pere didanê.

. Almastê digot: Biraziyê Hoko kêluyek simaq ji me re bîne. Û pere didanê.

Hoko jî, ji bo ku qewîtiyên gundiyan jibîr neke, li mala xwe ben an ta li tiliyên xwe girêdidan.

Bi piranî jina Hoko li gor jimara qewîtiyan tayik li tiliyên Hokoyî girêdidan.

Navê wî tayikî BENÊ ASÛKÊê bû, hinan jî digot: “Nîşana Asûkê.”

(Termînolojiya asûkê çi ye jî, nizanim.)

Hoko li bajêr ewqas tişt ji bo gundiyan dikirrîn, hin caran nikaribû qewîtiyên jina xwe jî bi cih anîba.

Ez dîdevanê Benê Asûkê me û min bi çavên xwe dîtiye.

Îcar dema ku meriv li van hawayên hanê disêwire, sedemê ku Neteweyê Kurd heta niha jî xwe ragirtiye, ev hawe alîkarî û fedekariya wan bûye.

Hêvîdar im ku ew fedekarî, yarmetî û hevkarî her berdewam bin.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *