Parzînkirina Don an Zeytên rewikî yên xam

Parzînkirina Don an Zeytên rewikî yên xam

Muhemed Şerîf Cilînî

Li jêr kurteyek kurt a parzînkirina zeytên rewikî yên xam, ji ber bi dehan rûpel pêdivî ne ku hûrgiliyên pêvajoya hilberînê şîrove bikin.

Zeytên rewikî yên xam ên ku ji dendikên gelemper têr zeyt têne derxistin, ên wekî zeytên: pembo, gulên berbiroj, nokên soya, navikên garis, xurmên zetînî û zeyta pir tirşî ya Kuspa zeytûnan, ku di nav de ji sedî rêjeyên cûrbecûr qirêjî û hêmanên nexwestî yên wekî bermayiyên navikên guvaştî hene (hûrikên Kuspê) – benîştokan (fosfatîd) – tirşiyên azad (asîdên azad) organîkî – hêmanên rengînkirinê (gosîpola ya jehrî, nemaze di zeyta dendikên pembo de – keskerîn (klorofîl) – gêzerîn (beta -karoten …) – hilberên oksîdankirina gilîserîdan (glycerides) di dema pêvajoyên guvaştin û vegirtina zeytê de – rewa an teratî û mûmên organîk.

Ji ber vê yekê, zeyta xam divê were parzînkirin, da ku bi kêrî xwarinê bibe, bi awayê kîmyewî an bi bi awayê fîzîkî, an jî li gorî her du rêbazan bi hev re. Parzînkirina kîmyewî, bi gelemperî li gorî van pêngavên jêrîn pêk tê:

1.Pêngava vegirtina benîştokan û tirşiyên azad (asîdên azad) organîkî, dawerviran û beşek ji rengînkirinan ji zeytê, bi dermankirina zeytê bi tirşa (asida) fosforî ya bi tîrbûna (%75-85), bi rêjeyek ji (1-2) lître ji bo tonek zeyta xam, ji bo vegirtina benîştên di zeytê de veqetîne û dûv re dermankirina zeytê bi aviya hîdroksîda sodyûmê (Sodium Heydroxide) ya ku jê re soda kaustîk tê gotin, bi pila(12-20) baume li gorî pîvana pileyan (baume), ango hebûna kaustîkê di avê de (8.00-14.35) % e, li gorî coreya zeytê, tirşbûna azad û rengê wê, bi germahiyek ku ji (70-75), ji bo asîdên azad ji zeytê veqetîne, û bibe sabûna xav, bi vê pêvajoyê zeyteke şêrîn bi dest dikeve û berhemeke bi navê sobstok (soap-stock) ya ku pêk tê ji sabûna berhevdana asîdên azad bi soda kaustîk re û ava bi kaustîkê re pêk tê, sobstok ji zeytê tê vebirajtin di vebrêkereke ku li gorî hêza Centrifugal dixebite bi leza (5000-6000) tor / xulekê de, tê zanîn ku zeyta pembo tenê tê dermankirin bi kaustîkê re bi du pêngavan.

Di zeyta şîrînkirî de hinek sabûna vebuhiştî dimîne, lê pir kêm e, û ji bo ku rêjeya sabûna vebuhiştî di zeytê de dakeve ji 100 beşan ji milyonê kêmtir be, ew divê bê şûştin bi tevlihevkirina wê bi ava germ re ya germahiya wê nêzî (80-90) pila be, bi rêjeya avê di navbera (10-15)% ji giraniya zeytê, ava germ wê piraniya sabûnê vebuhêje, av û zeyt bê tevlîhevkirin di tevlîhevkereke bi lezeke bilind û paş re zeyt ji ava şûştinê tê vebrajtin bi vebrêjerekê de, li gorî hêza Centrifugal dixebite bi leza (5000-6000) tor di xulekê de û paşê zeyta şuştî di amûra zuwakirinê de di bin valahiyê de (vakuumê) tê zuwa kirin derbasî pêngava din bibe.

2.Pêngava spîkirinê

Di vê pêngavê de, zeyta şîrîn, şuştî û zuha kirî bi axeke çalak tê tevlîhevkirin, ew ax axa Kîla ber çeman e, ku bi asîdên kanazî hatiye çalakkirin û ev ax dikare hêmanên rengîn û bermayiyên sabûnê yên di zeytê de di encama pêvajoya şîrînkirinê de û hem jî kompleksên iyonên kanzan ên ku bi zeyta xam re hene, vebigire û bi mije, rêjeya axa spîkirinê di navbera (5-10) kg ji bo tonek zeyt, bi vî awayî rengê zeytê xwezayî dihilberîne, ev pêvajo pêk tê di amûra spîkirinê de, di bin valahiyê de (vakuumê) pileya wê an pestîn nêzî (70 mm), û di germahiya (100-105) pilan de, heyamê vê pêvajoyê di navbera (30-40) xulekan de, li goreya coreya zeytê û pileya rengê wê li ser nêrdewana pîvana Lovîbond ve ye, paş re zeyt di Parzûnên girtî de bi tevneke kanzî pir hûr tê parzinandin û bi vî hawî zeyt rengê xweya xwezayî distîne.

3.Pêngava hilkişîna mûmên organî:

Ev pêngave tenê ji bo zeyta gulberojê – Garis – zeyta kuspa zeytûna û carinan jî ji bo zeyta kunciyan tê sepandin, pêvajo pêk tê bi sarkirina zeyta spîkirî heya pileya di navbera (5-10) pileyan û hêdî hêdî û di navberek (10-14) demjimêran de, nerasterast bi tevliheviyek avî ya êtilîn gilîkol bi rêjeya (70%) ava paqij û (30%) êtilîn gilîkol, ku rê li ber qeresandina avê bigire dema ku germahî dadikeve jêrî (-5 pile). Sê kg axa parzûnê bi navê Bentonîtê ku hêdî hêdî tê tevlîkirin bi tevlîkereke bi leza (15-20) tora di xulekê de û dûv re jî zeyta sarbûyî tê parzûnkirin.

Di derbarê zeyta xurmên zeytînî de (Palm), pêvajo bi navê zivistankirin tê binav kirin û mebest ji bo vegirtina Sityarîn (stearin) e ku bi rêjeyeke bilind tê de heye, da ku ew di çêkirina rûn an margarînê de were bikar anîn û ji pêvajoyê zeyta qewirandinê ya bi navê Palm Olye’în (palm olein) tê hilberandin.

4.Pêngava kişandina bêhnê:

Mebest jê ew e ku zeyta spîkirî ji hêmanên ku dibin sedema bêhn û cêja nexweş pak bibe, pêvajo pêk tê di amûra bi navê bêhnkêşk, bi gurrîna keldûmana avê ya zuha û biraştî, bi rêjeya (5-10) kg ji keldûmanê ji bo tonek zeyta spîkirî û di germahiyên heya (240-260) pilan de û di bin pileya valahiyê de (3-5) mm, ji ber ku keldûman ku bi alîkariya vakuumê piraniya asîdên zeytê û hêmanên ku dibin sedema bêhn û cêja nexweş, oksîdanên dibe ku di dema pêvajoyên li gorî pêngavên berê de çê bûne, bi xwe re dibe, paş re zeyt di bin valahiyê de heya germahiya xwezayî tê sar kirin, bi vî rengî zeyteke bi çêj û bêhn xweş û tirşiya ne bêtirî ji (0.08 %) tê bi destxistin û bi vî hawî bi kêrî xwarinê dibe, ew li gorî pêdiviyên bazarê tê dagirtin di şûşan û tenekan de.

Derbarî parzûnkirina fîzîkî, ku rêbazek nû ye ku hîn di astek fireh de belav nebûye, bi gelemperî ji bo zeyta xurma, zeyta Kuspa zeytûnan tê sepandin, pêvajo ji pêngava duyemîn ya rêbaza kîmyewî de dest pê dibe, bi tevlîkirina tirşiya Fosforîk beriya axa spîkirinê di pêngava duyemîn de û pêngavên mayî wekî di rêbaza parzînkirina kîmyewî de têne kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *