”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 72

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 72

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Îraîda Anatolevna Smîrnova (1928-2010) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Îraîda Anatolevna Smîrnova (1928–2010)

Zimanzana Rûsîyayê, zaneya di hêla lêkolînên li ser rêziman, fonetîka û dîalektologîya zimanê kurdî da.

Îraîda Anatolevna Smîrnova li bajarê Sîçêvskê, herêma Smolênskê, Rûsîyayê ji diya xwe bûye. Di salên 1946-1951ê da li fakûltêya Rohilata Nêzîk ya Înstîtûya Moskvayê ya Rohilatzanîyê xwendîye, meslekê “welatzan di hêla Afxanistanê da” sitendîye, çend ziman û zaravên rohilatê zanibû: afxanî (pûştû), farisî, tacîkî, kurdî (kurmancî).

Piştî temamkirina Înstîtûyê Îraîda Anatolevna çend salan wek berpirsyar li Weşanxaneya Dewletê ya ferhengên bi zimanê biyanî û miletîyê xebitîye. Di salên 1957-1960î da li aspîrantûra li rex Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya YKSS bi pêşekê “fîlologîya kurdî” bi serokatîya serekê Koma Kurdzanîyê Q. K. Kurdoyev xwendîye. Sala 1960î li Înstîtûyê wek karmenda zanyarîyê xebitîye. Bi pêşnîyara Q. K. Kurdoyev beşeke xebata amadekirina ferhenga kurdî-rûsî sipartine Î. A. Smîrnovayê. Sala 1962an Î. A. Smîrnova cîguhastî Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Zimanzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya YKSS bû (ji sala 1991ê da – Înstîtûya lêkolînên lîngwîstîyê ya AZR – Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê).

Sala 1964an Î. A. Smîrnova dîsêrtasyona xwe ya namzetîyê bi sernavê “Avakirina lêkerên dijwar yên zaravê zimanê kurdîya xwerû – soranî” parast. Sala 1982an Î. A. Smîrnova layîqî dereceya zanyarîyê ya doktora zimanzanîyê bû, têma dîsêrtasyona wê ha bû: ”Kategoriya hejmara navan di zimanên îranî yên nûdemê da (forma kemal û fûnksyonê)”.

Î. A. Smîrnovayê çend gotarên derheqa zaravên kurdî mukrî, zaza û seneyî da bi mêrê xwe K. R. Eyûbî ra tevayî nivîsîye, ku bi esilê xwe va kurd e. Kerîm Eyûbî li bajarê Îranê Mehabadê ji diya xwe bûye, sala 1946an mihacirî YKSS bûye, li wir aspîrantûra li rex Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZ YKSS temam kirîye.

Î. A. Smîrnovayê xebateke redaktorîyê-zanyarî ya giring kirîye di hêla amadekirina tekstên pîroz yên dînê Zerdeştîyê û berhema bêhempa ya edebîyeta Îrana kevinare “Avesta”yê da ya bi wergera C. S. Sokolovayê. Di vê berhemê da, ku sala 2005an ronahî dît, cara pêşin di ulmê Rûsîyayê da perçeyên “Avesta”yê bi tîpguhêzî û bi wergera rûsî hatine çapkirin.

Î. A. Smîrnova xudana ji bîstî zêdetir berhemên zanyarî yên bingehîn e.

 

Berhemên sereke yên Î. A. Smîrnovayê

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Курдский диалект мукри. Л., 1968. 

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Морфологическая структура слова в курдском языке (глагол и существительное) // Морфологическая структура слова в индоевропейских языках. М., 1970.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Фонетика курдского языка (диалект мукри) / АН СССР, Ин-т языкознания. Л., 1985.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. К вопросу о диалектном составе курдского языка // Лингвистические исследования. М., 1986.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. К происхождению глухих придыхательных в курдском языке (курманджи) // Лингвистические исследования. М., 1987.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Особенности отражения древнеперсидского вокализма в курманджи // Лингвистические исследования. Л., 1988.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. К этимологии личных и указательных местоимений в курдском языке // Лингвистические исследования. М., 1990.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. К реконструкции общекурдского вокализма // Диахрония языковых систем. Тверь, 1992.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. К типологии исторического развития форм времени в курдском языке // Лингвистические исследования. СПб., 1993.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Курдский диалект заза. М., 1998.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Историко-диалектологическая грамматика курдского языка. СПб., 1999.

 

Смирнова И. А. Категория числа имени в курдской классической поэзии XVI–XVII вв. СПб., 2000.

 

Смирнова И. А., Эйюби К. Р. Курдский диалект сынэи. СПб., 2001.

 

 

Lîtêratura hatîye bikaranîn

 

Милибанд С. Д. Востоковеды России: ХХ — начало ХХI века: биобиблиографический словарь: в 2 кн. Кн. 1. М., 2008. rûpel. 74.

 

Wêne: ev berhema delal Îraîda Smîrnovayê bi mêrê xwe – Kerîm Eyûbî ra tevayî amade kirine.   

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *