
-Ez benî, ji ber çi kurdên Kurdistanê ji kurdên Awropayê aciz in?
-Ji ber ku kurdên Awropayê ji kurdîtîya xwe dertên.
-Lê awropî çima ji kurdên Awropayê aciz in?
-Ji ber ku ew nabine awropî.
-
• •
-Ez benî, hinek kes dibêjin, ku kurmancîya kurdên Sovyeta berê nivîşkan e, ango wek kurmancîya kurdên Kurdistanê ne zêde dewlemend e. Tu ser vê meselê çi difikirî?
-Belê, ew kes rast dibêjin: ji ber ku kurdên kurmancîaxêv yên Kurdistanê du kurmancîya zanin – yek kurmancîya rast, yek jî ya şaş. Lê kurmancîya kurdên Sovyeta berê yek e, ew jî ya rast e.