
Berevkar: Têmûrê Xelîl
…bi bawerîya bingehvanê edebîyata ermenîyan Xaçatûr Abovyan, kurd cindîyên (comerdên) Rohilatê ne.
…keça kurd Dîlba (Dilbihar Demîrdag) sala 1997an li Swêdê hatîye îlankirinê stêrka here mezin ya sazbendîya pop-rockê. Ew berî wê herwiha bûbû artîsta jin ya here baş li Swêdê.
…akadêmîkê bi nav û deng Îosîf Orbêlî, ku herwiha bingehvanê kurdzanîya Sovyeta berê bû, gotîye, ku di Rohilatê da sê helbestvanên mezin hene: Şota Rûstavêlîyê gurc, Fîrdûosîyê faris û Ahmedê Xanîyê kurd.
…Mustefa Barzanî di 2-salîya xwe da ketîye hebisa Dîyarbekirê, di 16-salîyê da serhildana Şêx Mehmûd da serleşkerê 300 pêşmergeyan bûye, 42-salîyê da bûye serleşkerê komara Mehabadê li Kurdistana Îranê, 43-salîyê da PDK Îraqê damezirandîye. Ew herwiha tevî şoreşên Şêx Seîdê Pîran û Şêx Ahmedê Barzanî bûye.
Riataza.com