
Ji jîyana kurdan ya rojane
Amadekar: Têmûrê Xelîl
-
• •
-Ez benî, ji kurdên Bakur kê bi tirkî dipeyive û kê bi kurdî dipeyive?
-Ew kes bi tirkî dipeyivin, yên ku bi tirkî nizanin. Û ew kes bi kurdî dipeyivin, yên ku tirkîya wan baş e.
-
• •
-Ez benî, ferqa di navbera xwendevan û nivîskar da çi ye?
-Xwendevan dixûne, lê nanivîse. Nivîskar dinivîse, lê naxwîne.
-
• •
-Van dawîyan hinekan erebeya min ya Yabanî dizîne û dibêjin, ku karê xwe pê dikin.
-Mala te ava be! Tu haj ji çi heyî! Hinekan zimanê me dizîne û hela bi wî zimanî rojnameya xwe derdixin. Tu jî dû çi ketî!
-Kî dizîne?
-Êzîdîyên, ku dibêjin “Em ne kurd in”.