
Yücel Aslan sala 1975 an li gundê Qirimqayê, navçeya Qereçanê, girêdayî bajarê Erzirumê hatiye dinê. Mala wana pirnefer e, ew ji 10 zarokan yê nehan e. Helbestvanê paşerojê rewşeke çetin da mezin bû û ji rûyê dijwarîyên aborî de bavê nikaribû kurê xwe bide xwendinê. Lê Yücel, ku ewqasî hewasa wî berbi zanebûnan hebû, xwexwa hînî nivîsar û xwendinê bû.
Yücel nêzîkî 25 salan e li Stenbolê dijî û karmendê kompanîa avayîçêkirinê ye, ya bi navê “YÜCEL YAPİ”.
Yücel Aslan zewicîye, 3 zarokên wî hene: dudu qîz in – Zelal û Dijle, law – Ferat. Ew zimanê kurdî, tirkî dizane, usa jî kurdîya bi tîpên erebî û rusî dizane biaxive û bixûne. Car-cara diçe cîyê bûyîna xwe û bi hewaskarîya mezin neferê mala xwe ra tevayî diçe zozanan. Wêderê ew nava tebîyetê digere û ji wê ruhdarbûna efrandarîyê distîne.
Fermo, çend helbestên Yücel Aslan bixwînin:
Êdî ez berê xwe nadim Erebistanê
Îro şûnva çûyîneke min e hecê hebe, min êdî biryara xwe daye
Ez ê şûna Erebîstanê, berê xwe bidim Kurdistanê
Ez ê şûna Mekkê, berê xwe bidim Şengalê
Ez ê şûna Medînê, berê xwe bidim Kobaniyê
Ezê şuna Girê Erefayê, berê xwe bidim Girê Zorava
Ez ê şûna Girê Mûzerifê, berê xwe bidim Girê Miştenûrê
Ez ê şûna girê Sefa û Mervêyê, berê xwe bidim Girê Spî
Ez ê şûna kevirê Hacer el Eswedê, serê xwe bidim ser kevirê çiyayên Kurdistanê
Ez xêr û xêratê xwe jî nadim erebê qilêrok û spîxur, ez ê bidin zarokên kurdan, yên sêwî ewên bê dê, bê bav ber dîwara mane
Ez ê şûna hêramê ereban yên delme direj, şal û şapikên kurmanciyê bidim ser bejna xwe
Ez ê şûna ava zemzemê jî, vexwim ava çemên Dijle, Ferat, Minzûr, Erez, Xabur û Mûradê, na na weleh ez ser wan çeman jî avê venaxwim, wê demê zarokên serê Çiyayê Şengalê û kal û pîrê Kobanîyê li ser xetê yê bikevin bîra min, hinek ji wan nêz da, hinek jî ji wana jî, tî mirin, ka wê demê ez ê çawa wê avê dilrihetî vexwim…
Ez dema vegeriyam jî kumik, tizbî, gustîl û xurmeya, heval û hogiran belav nakim
Ez ê ser rêya vegerê serîkî bidim bax û baxçeyên Efrînê
Westa xwe hildim di bin dara zeytûnê
Bidim destê xwe pirtûka Ehmedê Xanî a Mem û Zînê
Ez ê çiqilekî tenê jê biçirpînim, dua bikim êvara înê
Guman heye bi wê çiqilê aştî were ser rûyê vê dinê.
Zimanê kurdî
Tu çiqas şirîn î, çiqas xweş î
Mîna xalîçeke nexş bi nexş î
Mîna cihêzê qîzeke çavreş î
Mîna dayka min gul û geş î
Tu hem beybun î, hem binevş î
Tu mîna siwarekî kubarî keleş î
Tu mîna hespekî kihêlî reş î
Te ewqas tîr û kevan xwar in
Tu hîn dibezî, hîn dimeşî
Tu avêtin ji çapxana
Tu buyî benîştê devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zînê tu anî pirtûkxana
Herîrî tu kirî devê helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş
Dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca
Dayî nasîn bi nîşana
Qanatê Kurdo pesinê te da
Ba kurdîzana
Tu Gumrîye hatî xewna Hecîyê Cindî
Li sêwîxana
Ber sura Amedê gel kalemêra
Li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî
Li ser zimana.
Ez li Şengalê Êzdî me
Ez li Şengalê Êzdî me
Çîyayê Dêrsimê de Elawî me
Kerbelayê de Qizilbaş im
Kobanîyê de Kurdê reş im
Ber beyta Lalişê de Şêx Adî me
Kela Xoşabê de Mîr Hesenê Welî me
Şagirtê Medresa Sor im
Ez kurdekî Mehmûdî me
Ber sûra Dîyarbekirê şûrê destê
Badê Dostikî me
Li qeraxê Çemê Ridwanê rimê destê
Mîrzikê Zaza me, ez lawikê Xaltî me
Ser tixubê Îranê mawûzera destê
Simko yê Şikakî me
Ber gola Ûrmîyê Emirxanê lepzêrîn im
Pênûsa Elîyê Teremoxî yê ziman şêrîn im
Nobedarê doza Berzanîyê mezin im
Guhê keçên şervan de guhar
Zendê wan de bazin im
Ez gêrîla me hêvîyên min
Qasî Zagrosan mezinin
Ser vê axê ji nû ve şîn dibim
Ormixa ter û terazin im
Koka min ji dîrokê tê ez
Dewrêş im Edbên dibezînim…
Îşev
Ez îşev
Li gundê Elkurnayê de
Benda cotê keziyên te me
Nahêlim ew biherikin
Tengava şatulerebê
Ez ê îşev
Bi biskên keziyên te
Di kevnargeha dilê xwe de
Tevnekî darbixim
Neynûkên xwe bikim kergît
Pêçiyên xwe bikim bevş
Milekî xwe bikim dargur
Milê din bikim darpişt
Bedena xwe bikim sing
Li ser axa Kurdistanê
Ala sorbelek biçikînim..
Min dilê xwe îşev kir du rupêla
Yek ji xwe re veqetand, yek ji te re
Min te re xemiland
Bi helbestan, bi gula
Min re man çevên hêsir,
Destên vala…
Bêlla Stûrkî
Riataza.com