Li gorî encamên dawî Rûsyaya Hevgirtî ji sedî 54-ê dengan wergirt. Vladîmîr Putîn daxuyaniyek da û wiha got: “Em dikarin bi awayeke teqez bibêjin ku partî encameke baş bi dest xistiye.”
Li gorî encamên destpêkê Partiya Lîberalên Demokrat a Rûsyayê (LDPR) ku xeteke neteweperest dimeşîne û Partiya Komûnîst a Rûsyayê, her yek ji wan ji sedî 13 deng wergirtin.
Partiya Rûsyaya Adil jî bi qasî ji sedî 6 deng bi dest xist û bû partiya çaremîn. Ev her çar partî jî di Dûmayê de cîyê xwe girtin.
Vladîmîr Pûtîn piştî hilbijartinan tevî Serokwezîr Dmîtrî Mêdvêdêv serdana Partiya Rûsyaya Hevgirtî kir. Pûtîn li navenda partiyê wiha got: “Jiyan ji bo mirovan zor e, em dizanin ku gelek pirsgirêk hene ku nehatine çareserkirin. Dîsa jî me ev encam bidest xist.
Li Qrîma ku sala 2014an kete destê Rûsyayê jî ji bo Parlamêntoya Rûsyayê hilbijartin hatin kirin.
Ew ji malbeta kurdên êzdî ye ku li ser astê cîhanê û Rûsyayê di warê bîznêsê de navdar in. Siyasetmedar û karsazê kurd Zêlîmxan Mûsoyêv yek ji wan kesan e, ku alîkariyek mezin /bi tomerî 1 milion 800 000 dollar/ pêşkêşî koçberên Şengalê û beri wê jî xelqên Kobanê kirine. Malbeta Mûsoêv salên dirêj xizmeta çand û halxweşiya gelê xwe kiriye û di warê sîyasî, aborî û întelektûal da alîkarya bêhampe daye. Cîyê gotinê ye, ku Zelîmxan Mûsoev ne tenê siyasetmedar û karsazekî bi nav û deng e, ew her wiha keseki dilsoz û pêshewitîyê gelê xwe ye. Milet ji ked û emeka wî ya li ser gel tu caran jibîr nake. Hilbet serkeftina wî netîceya bawerî, qedir û hurmeta wî ye di nav hilbijarvanan da, ji ber ku ew bi salan borcê xwe yê parlamentaryê bi rûspîtî qedandiye. Bêguman mirovhizî, dilovanî û xemxurîya kek Zêlîmxan wiha bilind hate nirxandin û encamê hilbijartina wî jî li parlamêntoya Rusyayê de bû şadetîya avtorîtêta wî ya bilind di nava bijarvanên herêmeke Rûsîyayê a herî mezin.
Zelîmxan Mûsoêv yekemîn endam e di dîroka hilbijartinên Parlementoya Rûsyayê de ku serhev pênc caran û ji yek herêmê bi ser dikeve û dibe endamê parlamêntoya Rûsyayê.
Mûsoêv kesekî nêzîkî Serokkomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn e û endamê Serkirdayetiya Partiya Rûsîya Hevgirtî ye ku niha ew partî desthilat e, herwiha nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî.