Radyoguhdarên hêja, her cejneke dînî ya gelê me menîke wê ya taybet heye. Cejna Cemaya Şîxadî ku mezintrîn cejne li cem êzdîyan bi sedan salan li Lalişa Nûranî hatîye pîroz kirin. Lalişa Nûranî ji bo gelê me pîrozgeha herî zyaretî ye. Li gor bawerîya ola êzdîyan Şêx Adî hemendemê de di gelîyê Lalişê de ji hemû jiyana civakî xwe dûr xistîye û wê demê felsefe û bingeha êzdîyatîya niha efirandiye.
Di êzdîyatîyê da bi hatina zanyar-mîstîk Şêx Adî bin Misafir di sedsala XII da felsefeke kûr geş bû [1073 (1078) – 1162]. Êzdîyan ew wek Xwedê û Tawisî Melek di xulkê Şêx Adî da dît û ji ber vê yekê ew di sêgoşeya (trîada) pîroz da cî digire – Şêx Adî, Tawisî Melek û Siltan Êzîd. Ji ber vê egerê tekstên êzdîyan yên pîroz de ew wek Xwedê tê ditîn (Xwedê di xulkê Şêx Adî de). Şêx Adî di 90 salîya xwe da qedem guhastîye û sindrûka wî li perestgeha Lalişê da ne. Şêx Adî hêzên ezdîyan yên belavbûyî li dora xwe civandin û perestgeha wan ya kevnar Laliş, a ku ketibû destê biyanîyan, li wan vegerand (Pîr Dîma).
23 meha îlonê bi salnivîsara rojhilatî, yan jî bi salnameya Grîgorî hersal ji 6 cotmehê heta 13 cotmehê cejna Cemaya Şîxadî ye û rojên çûyina ber Lalişê ne. Tê hesibandin, ku rojên vê cejnê bi qedemguhastina Şêx Adî ve girêdaye, ango wan rojan Şêx Adî terka vê cîhanê kirîye û hewreman û şagirtên wî hatine xatirê xwe jê bixwezin. Bi temî û wesyatên Şêx Adî êzdîyan heft rojan şîna Wî kir û di gelî de veşartin. Ji wê rojê û şûnva her sal ser heft rojan êzdî tên Lalişê û ziyaretî dibin, rêûrismên dînî tên derbazkirin. Êvaran qewal şîreta li hazira dikin, rêya rast didin pêşîya êzdîyan, qewla dixwînin û têkstên pîroz şirove dikin. Paşê qewal dest bi lêdana def û şibaban dikin û bi deng û awazê mîstîk, bi kubreke xweş qewla distirên.