
Herêma Toskana ya Îtalyayê, ji bo tekoşîna wî ya Daiş û terorê, herwiha ji bo hewldanên wî yên aştî, demokrasî û mafê mirovan, Xelata Pegasûsa Zêrîn da Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî.
Xelatdayîna li Toskanayê duh pêk hat. Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK-ê Kosret Resûl Elî bi merasîmekee taybet, xelata xwe stand.
Li gorî ragihandina çapemeniya kurd di merasîmê de Serokê Herêma Toskanayê Enrico Rossi û endamên rêveberiya herêmê amade bûne.
Di merasîma xelatdayînê de li ser Kosret Resûl Elî sînevîzyonek hatiye nîşandayîn.
Kosret Resûl Elî di merasîmê de axiviye û gotiye: “Ev xelat encama xebat û qurbanîdana gelê kurd e. Ev ne xelateke şexsî ye, xelata hemû kurdan û pêşmergeyan e.”
Xelata Pegasusa Zêrîn her sal li herêma Toskanayê ji bo kesayetiyên cîhanî ku dibin parêzvan û piştgirên azadî û mafên mirovan.
Sala 1993-ê ev xelat dikeve destê Serokê Rûsyayê Mîhail Gorbaçov. Her wiha 8-emîn Serokê Yekîtiya Ewropayê Jack Dilos, Serokwezîrê Îsraîlê Îsak Rabîn, Serokê Filîstînê Yaser Erefat û gelek siyasetmedar, feylesof û kesên xelata Nobelê wergirtine jî layîqî vê xelatê hatine.
Kosret Resûl Yekemîn serkirdeyê kurd e ku vê xelatê werdigire. Kosret Resûl 64 salî ye û ev 48 sal in di nava karê siyasî de ye. Resûl ji salên 1980-yan ve di nav şoreşa çekdarî de kesayetiyekî naskirî ye. Piştî raperîna 1991-ê, di kabîneya duyemîn de bûye Serokê Hiikûmeta Herêma Kurdistanê. Ji sala 2005-ê ve jî cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Resûl di operasyonên li dijî Daişê de jî wekî nûnerê Barzanî, serpereştiya şer kiriye.