Pirsa we û bersîva me – 6

Pirsa we û bersîva me – 6

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşeke nû vekirîye bi navê ”Pirsa we û bersîva me”. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.
Redaksyonê vê carê 2 pirsên kurt sitendine. Rêvebira beşê Nura Şane 2 bersîvên kurt amade kirine.

Pirsên xwendevanan û bersîvên Nura Şane

Pirs1. -Ferqa di navbera xwendevanên ne baş û nivîskarên ne baş da çi ye?

Bersîv1: -Xwendevanên ne baş dixûnin, lê nanivîsin. Nivîskarên ne baş dinivîsin, lê naxwînin.

Pirs2: -Hinek kurdên me hene, ku bi roj di rêstoranan da firaqa dişon, an jî karê paqijayê dikin, êvaran jî dinivîsin. Bi bawerîya te, ew firaqşo ne, an nivîskar in?

Bersîv2: -Ewên, ku berhemên hêja dinivîsin û ji bo xwedîkirina mala xwe bi mecbûrî firaqa dişon an paqijîyê dikin, ew nivîskar in. Lê ewên, ku karê wan firaqşûştin û paqijî kirin e û ji bo navekî derxin “pirtûkan” dinivîsin, ew firaqşo û paqijvan in û ji berhemên wan bîna xwerinên ne xweş û gemarîyê tê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev