HER ROJ GUHDARIYA STRANEKE KURDÎ BIKE!

HER ROJ GUHDARIYA STRANEKE KURDÎ BIKE!

Pêşnîyareke xweş ji nivîskarê malperê

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Divê her roj her Kurdek guhdariya straneke kurdî bike.
Lewra ev e dused sal in ku Zimanê Kurdî xwe wek qoncên Dara Mazî kemandiye û zimanên li hawîrdorê jî bûne wek êgir dixwazin ku bişewitînin, lê dikin û nakin pê nikarin, îcar diqelînin, dipijînin, dikelînin, diperitînin, dihelizînin, dizinzilînin û peyv, term û hevokên wî tev serobin dikin, rêbaza rêzimaniya wî averê dikin, lê dîsa jî nikarin bikin tune. Ji ber ku navê her tiştî bi çend bêjeyên cuda cuda têne gotin û avakirina her hevokekê bi sê-çar qalibên cuda tê bikaranîn, naveroka termên wî jî dewlemediyeke bê serûpa ye. Ji ber hindê çendî ku dişêlînin, dişelihînin, diçoqînin, diçirpînin û didizin jî, dîsa têr û sertêra Kurdan jî û ya wan jî dîmîne.
Bereketa Xwedê li stranbêj û çîrokbêjên Kurd be ku ew bi sedê salan e peyvên kevnare bi kar tînin, hevokên mêjûyî dibêjin, naveroka gelek rûdanên ku nayên zanîn bi stranî tînin bîra nivşên niha. Ji ber van giringiyên li jorê, pêdivî ye ku her ciwanekî/e Kurd, her roj li straneke kurdî guhdarî bike.
Dema guhdarkirinê jî divê di destan de xameyek û li berê kaxezek hebe. Çi peyveke ku wateya wê nizanibe jî, divê binivîse û piştre ji hinekên zana bipirse ka wateya wê peyvê çi ye.

Eger meriv her roj li straneke klasîk a kurdî guhdarî bike, bêguman di mejiyê meriv de bingeheke berfireh, dewlemendiyeke têr û dagirtî, bîreweriyeke lezgîn û kûr diafire.

Mejî jî herwekî gewdeyê merivan e, eger gewde bi xwarinê neyê têrkirin, bi dermanên leşsaxiyê neyê darûkirin, ger bi şûştinê neyê aramkirin, bêguman wê di demekurteke ne dirêj de, bi nexweşiyên pirtexlît dorpêç bibe. Xwedîkirina mejî jî eger bi xwendin, guhdarkirin û sêwirandinê neyê parastin, wê bişemixe. Mejî, di radeya yekemîn de bi guhdariya li stranên kurdî, ya çîrok û meselokan û wekî din geş dibe. Xasma jî mejî bi stranan dewlemendtir dibe, rihê wî mejiyî geştir dibe, bevzê wî jî xweştir û baştir dibe.

Di sedsala bîstî de Kemalîzmê bi sedan berhemên kurdî kiriye tune, bi dehan pirtûkxaneyên Kurdî şewitandine, lê kiriye û nekiriye nekariye Zanîngeha Stranên Kurdî birûxîne. Ji ber ku ev zanîngeh, di binê aramî û êminatiya Xwedayê mezin de tê parastin. Çewa ku gotiye: HER ZIMANEK, HER ÇANDEK AYETEK JI AYETÊN MIN E.

Îcar ewên ku Ziman û Çanda Kurdî qedexe kirine, yan tune hesibandine, pirsa pêşî ku li goristanê ji wan bête pirsîn ev e:
– Çima te Ayetên Xwedê qedexe kirine?
– Çima te ew mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin, haşa û mandela kirine?
Îcar kî ji wan leheng be, kî bi xwe dipesine, bila şerê Xwedê bike!

Xwedayê mezin kesî şaş neke, dema şaş kir bila fehş neke, dema fehş jî kir bila bi erdê ve kaş neke, dema kaş kir jî bira berkaş neke.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev