Modernîzm (Nûjenparêzî)

Modernîzm (Nûjenparêzî)

Ali Gurdilî

Modernîzm, wekî tevgereke ramanî di nîvê Sedsala 19 an de li Fransayê derketiye holê, kêm zêde di navbera salên 1884 – 1915 an de wekî ramaneke serwer, hebûnatiya xwe domandîye. Sedemê derketina holê ya tevgera Modernîzmê ev bû ku awa yan terzê jiyana rojane ya kevin, kevneşopiya edebî û hunerî û hemû organîsyonên civakî yên berê, wateya xwe wenda kirine û li cîhanê divê kultureke nû were afirandin, bû. Modernîzm ji felsefeyê heta ekonomiyê, pirsyarîkirineke nû diparêze.

Bi vî awayî, wê hêmanên kulturê yên kevin, bikaribin bi yên nû re werin guherandin. Ango wê ûnsûrên çanda nû, xwe berdin dewsa yên kevin. Dîsa li gor ramana Modernîzmê, nûjeniyên ku di Sedsala 20 an de derketine holê nûjeniyên mayende ne û ji ber ku ew nû ne, ew baş in û spehî ne jî. Lewma jî divabû ku civak, nêrînên xwe yên li ser cîhanê biguherînin û li gor qaîdeyên nêrîna nû/nûjen, carekê dinê werin lê rikibandin. Herweha dîsa mirov dikare bibêje Modernîzm, di wateya awa/stîla ku kevneşopiyên navdar dişkêne de jî hatiye bikaranîn.

Bi rêya vê stîla nû, wisa hatiye xwestin ku bila formên kevin yên berê ji holê werin rakirin û formên nû, xwe berdin dewsa wan. Hinek zanyaran jî Modernîzma ku di Sedsala 20 an de hatiye dîtin, wekî Modernîzm û Postmodernîzmê kirine du beş û wekî du tevgerên cuda lê vekolane. Hinek zanyaran jî, dabeşkirineke bi vî rengî qebûl nakirine û li gor bîr û baweriya wan jî, ev du xal jî tenê du xwiyakirinên tevgera Modernîzmê bûn.

Heke mirov bixwaze, mirov dikare behsa çend taybetmendiyên xweser yên Modernîzmê/Ramana Modern bike:

– Modernîzm, di wateya di ramanê de vekirîbûn, ji desthilatan serbixwetî û di wateya ramanên herî nû yên ku hatine vegotin de tê  bikaranîn.

– Di vê tevgera ramanî de, di dewsa Xwedê de mirov wek navend têne dîtin.

– Modernîzm, rûyê xwe ji irf û adetên kevneşopî re ba dide.

– Modernîzm, di zanistê de ezmûnperest e û serwerîya aqil diparêze.

– Modernîzm, hewl dide xwe da ku bikaribe bandûra fîlozofên kevin ya ku li ser pêşveçûna ramanê heye, kêm bike.

– Modernîzm, dixwaze ku mirov derfetên ramana azad bidest bixin.

– Modernîzm, xwezayê weke qadeka lêkolînê dibîne û xwediyê nêrînek/terzeka mekanîk e.

– Modernîzm, hawirdorê wekî qada serweriya mirov dibîne.

-Modernîzm, dilêrîna exlaqa ku di bin bandûra ol de bi pêş dikeve red dike.

– Modernîzm, dilêrîneke exlaqê ya serbixwe dipejrîne ku di vê dilêrîna exlaqê de hilbijartinên azad yên mirovan girîng têne dîtin.

– Modernîzm, di dilêrîna xwe ya dewletê de dixwaze ku laîq be.

– Modernîzm, ramana dewleta razber/nedîtbar red dike.

-Modernîzm, ramana netewe dewletê diparêze.

-Modernîzm, carinan jî tê wateya ”di jiyana rojanê de cîbicîkirina zanistê” jî. Ji ber vê çendê jî, ji aletên ku di encama rêbazeke zanistî de têne hilberandin, yên ku van haletan bikar tînin û ji warên ku lê ev alet têne bikaranîn re jî, nûjen/modern tê gotin.

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev