Xaylaza Reşîd dixweze sala we bi şahî dest pê bibe

Xaylaza Reşîd dixweze sala we bi şahî dest pê bibe

Ji van helbestên helbestvana me ya delal Xaylaza Reşîd bêhna evîntîya kurmancîyê tên, evîntîya helal, zelal û delal.

KAR XEZAL…

Kar xezalek li çiyêye

Çev qerimîn li rê ye

Kengê wê lawik bêye

Bireve here pêşiyê ye…

 

Wê silavke bi dil û can

Wê bê lolo ez qurban

Bêyî te tune tu jîyan

Dinya bo min tarîstan.

 

Emir bêyî te vala bû

Qey bê kes lê tune bû

Gul û bilbil nekeniyan

Mirazê dil neqediyan.

 

Baxçe bi min bê deng bû

Kulîlk xeyîrî bê reng bû

Were bêhna min teng bû

Êvar bû. pir dereng bû..

 

XÊLIYA SPÎ

Xêlîke spî anîn

Niçê heyvê ve danîn

Heyvê ew xêlî hilda

Jor de ewra ve berda.

 

Horî jêrê bendê bûn,

Ew xêlî revandibûn,

Ew xêliya qerqaş birin,

Keçek Esmer wer kirin.

 

Xêliya Esmerê nîbû,

Dilek zû ve bendê bû,

Ew dil neliya û girî,

Horiya xêliya wê birî.

 

HUB NİFİR E…

Xew min tune,

Ne roj ne jî şev,

Nizanim çiye mehne,

Bijang nayêne hev.

 

Hesek wê vaye,

Wa hese ser min,

Destek wê vaye

Li nav guliya min.

 

Kesek dikene

Dilê min revî

Dilê min dijene

Wek teyrok, tevî.

 

Dilêm zû kuta

Ber dilê te de

Dam ber mêkuta

Te mecal neda.

 

Bi ramûsanêd xwe

Te ez mor kirim,

Bi peyvên şîrin

Te ez kor kirim.

 

Dinya wê pêk ve

Ber pîyê min da ne,

Tariyê de şemal

Qey bê guldane.

 

Kefa destê te

Belgiyê qudmîne,

Defa sîngê te

Baharek xirmîne.

 

Pê tilî pêçiya

Biryam rast dikî,

Qesta bi van mehniya

Gerdenam maç dikî.

 

Ev gaz gerdene

Baxçê sûr kirî,

Bêhn bike vejene

Ça hirçek tirî.

 

Wê demê naha,

Ji te helal be,

Dîyariya baha

Ça lal û durr be.

 

Hub lal û durr e,

Hube dinya ron

Lê hub nifir e,

Qîr e, teniya don.

 

Xewa min tune

Ne roj, ne jî şev,

Nizanim çiye mehne,

Bijang naêne hev. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev