WEZÎRÊ NADIRÎ: Jîyan û berhemên wî

WEZÎRÊ NADIRÎ: Jîyan û berhemên wî

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Wezîrê kurê Cebarê kurê Nadir, di 10ê gulana sala 1911an de li gundê Boralanê yê navçeya Qersê ya Kurdistana Osmanî hatîye dinê.  Li gor adetên kurdî di nav xelkê de Wezîrê Nadirî hatîye nasîn. Bav û diya wî ji aîleka kurdên koçer bûne. Dema ku bavê wî koça dawîyê kirîye temenê wî sê salî bûye. Li ser vê rewşa îdareya mala wan xera dibe. Nurana dayîka wî jineke xebatker bûye û di malên dewlemendan de bi karê paqijîya wan zarokê xwe xwedî kirîye. Salih û Yusifê birayên wî şivantî kirine, lê Şero biçûk bûye. Dayîka wî ew datîne li ber xwendina hicreya mizgeftan, midetek dixwîne û hînê tirkî û farisî dibe. Di xwendinê de zîrek bûye, di dersan de alîkarîya hevalên xwe yên hicreyê kirîye. Seydayên Wezîr jê hez kiriye, nêzîkî wî bûye. Kitêbên edebî û dîwanên şiiran kirine ber destê wî. Di dema xwendekarîyê de hewesa xwendina şiirê pê re hebûye û piştre meşqa nivîsandina wê kirîye.

Di sala 1925an de, piştî karesata îdamkirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî, qetilkirina kurdan ji alîyê Kemalîstan ve berdewam bûye. Di wê dema şûm a sala 1926an de hezar 700 malên eşîreta Brûkî, Şawlîkî, Beşkî û Banokî yên kurd û yên din ji destê hovîtîya tirkên Kemalîst koçber bûn û erdê xwe terk kirin û berê xwe dan Qafqasya Rûsyayê û serî li desthilata Sovyetê dan. Mala Wezîr yek ji wan koçberan bû.

Di sala 1928an de Wezîr bû xwendekarê qonaxa navendî ya li gundê Sêrderekê ya li navçeya Nexçewanê. Ev navçe komareka otonomî ya girêdayî Azerbaycanê bû û rûniştiyên wê bi piranî azerî, ermenî û hinek jî kurd bûn. Salekê di xwendegehê de xwendîye û vêca bûye mamosteyê xwendegeha gundê Şawlikê yê li wê navçeyê, piştre di sala 1933an de kargeriya wê xwendegehê sipartine wî. Di vî karî de gelek nemaye, di payîza wê salê de mala xwe birîye Êrîvanê û bûye mamosteyê teknîkomê û dersên zimanê kurdî gotiye. Di eynî wextî de bûye xwendekar. Di sala 1935an de di enstîtûya perwerdeyê ya Ermenî û Rûsî de bûye xwendekar û di sala 1939an de herduyan temam kirine.

Di sala 1940an de di Zanîngeha Êrîwanê de gotina dersên zimanê farisî pê sipartine. Dema ku mamoste bû di zanîngehê beşê xwendina bilind de xwe qeyîd kirîye û bûye xwendekarê doktorayê.

Nameya xwendina bilind amade kirîye, li ser bergêrîkirina nameya xwe bûye, lê mirinê muhletê nedayê û di roja 26ê kanûna pêşî ya sala 1946an de bi destê neyarên desthilata Sovyetê û dijminên kurd hatîye kuştin, bi vê kurdan ferzendekî din yê meydana edeb û rewşenbîrîyê ji destê xwe kirin.

WEZÎRÊ MAMOSTE Û REWŞENBÎR

Wezîr ji bilî zimanê dayîka xwe zimanê tirkî (azerî), farisî, rûsî, ermenkî û gurcî dizanî. Beşê zêde jiyana xwe bi mamosteyîya xwendina xwendegehên seretayî, navendî, amadeyî û zanîngehê derbas kirîye. Di karûbarên civatî û rewşenbîrî de çalak bûye. Di salên sihî yên sedsala 20an de komek gotar û nivîsên rengîn di rojnameya Rya teze ya kurdî de li Êrîvanê bi zimanê kurdî weşandine. Wezîr di nasandina kurdan ya hemî warekî de bi xwendevanên azerî û ermenî xwedîyê roleke giring bûye, ji bo vê mebestê gelek gotar bi zimanê ermenî di rojnameya Ermenîstana Sovyetê de û bi zimanê azerî di rojname û kovarên Azerbaycanê de weşandine.

Giringtirîn kitêba perwerdeyê ew e ku Wezîr ji bo xwendekaran nivîsandîye û ji alîyê wezareta perwerdeyê ya Ermenîstanê ve biryar li ser hatîye dayîn ku wekî kitêbeke çavkanî di xwendegehên kurdî de bê bikar anîn. Ev kitêb bi vê navê hatîye weşandin: “Zimanê Kurmancî –Zimanname, Rastnivîsar, Axaftina Xeberdanê. Ew ji alîyê Mînistirya Ronayî Ermenîstanê hatîye pesend kirin”, li Êrîvanê di sala 1947an de hatîye weşandin.

Wezîr yadeka pîroz û tijî ji soz û liv d nav dil û hinavê navenda rewşenbîrîya kurdên Qafqasyaya Rûsyayê de ji şair, nivîskar û xwendewaran re li pey xwe hiştîye, mixabin ew bi yad tînin û nefret li wan qatîlan dikin ku bûne sebebê nemana ferzendekî kurd ku hêşta pêwistî pê hebû.

WEZÎRÊ NIVÎSKAR Û ŞAIR

Eger Wezîr xwendewar nebûya cardin dibû şairekî millî yê nexwenda, lê ku bû xwendewar şiirên millî yên devkî wergerandine ser wan awa şiiran ku piştre jê re şiira klasîk hatin gotin.

Di nîvê salên sihî yên sedsala 20an de Wezîr du berhemên dahênrawî yên giring weşandin:

1-Komek şiir bi navê “Nûbar”ê amade kirîye, ev berhem ji bo dirûstbûna edebeka nivîskî ya bilind di nav kurdên wî welatî de cerabeka bi feyde bû, ku berîya wê edeba wan a nivîskî tunebû, belko xwedîyê edebeka millî ya devkî bûn.

2- Berhemeka din a giring a Wezîr, di sala 1935an de bi nav û nîşana “Reva Jinê, Piyes e Bona Tatronê Kurmanca Ji Çar Perde” hat weşandin. Ev berhem dramayeke şanogerî ye, bi navê li pey ketina jinê ya ji çar perdeyan pêk hatîye. Şair hewil dide neşirînî û nerêkîya vê rewşa eşîretî û paşvemayînê li ber çavê xelkê kurd reş bike. Ya rast, kurdên wî welatî di  dema jiyana nû de dest pê kiribû, mezintirîn desttengîya wan nexwendewarî û li pey ketina jinê bû, êdî ne tenê Wezîr belko bi giştî hereketê edebî yê nû qîmetekî zêde bi van awa pirsgirêkan dida û bi şiir û pexşan rengê xwe dabû edeb û şanoya kurdî.

Çalakîya edebî ya Wezîr di Şerê Cîhanê yê Duyem de di serê kopê de bû, şiirên zêde li dijî Nazîzm û faşîzmê yên vêxerê agirê şer nivîsandine, sitayîş li enîya sondxwaran kirîye, bi taybetî desthilat û leşkerê Sovyetê yê wî wextî. Nimûneya vê edeba bilind çîroka şiirî “Weten û Hiz Kirin” ya “Nado û Gulîzer” e. Ev çîrokeka şiirî ya dirêj e, bi xwe jê re “poyem” dibêje, ji deh beşan pêk hatîye. Berhemek e gelek helwêsta nazik a jiyana ferdî ya nav civatê û mirovatiyê pêşkêş dike.

Wekî ji navê berehemê tê dîtin, qehremanê serekî yê çîrokê du kesên kurd ên navê wan Nado û Gulîzer in. Êdî şair di xeyala şiira xwe de rê dide azadîyê ku di gerdûna dahênana edebî de hereket bike. Diyar e berîya hemî tiştekî Nado û Gulîzer dildar û dilber in, vêca dibin sembolên niştimanperwerî, cengawerî û dîroka şanazîyê, niyaza wan aştî û demokrasî ye. Di saya civata wekhevî de dikarin destê xwe têkin milên hev û bi azadî bijîn.

Wezîr di vî karê edebî de qîmetekî zêde bi wan bûyeran daye ku di dîroka kurdan de bûn sembolên şanazîyê. Şeref Xanê Bedlîsî, Ehmedê Xanî, Xanê Lepzêrîn û Melayê Cizîrî yad dike. Li gor wî kurd ne tenê xwedîyê kevnîyê ne. Di roja me ya îroyîn de kurdên hemî perçeyîn Kurdistanê li Tirkîyê, Îranê, Iraqê û Sûrîyê li welatê xwe, hemî rabûne pêyan, bi enîya demokrasîyê re û li dijî şerxwazên faşîst radiwestin.

Şair vegotina bûyeran bi gotinên nesteq, pendên pêşîyan û bîr û raya zanayan xemilandîye. Riayetê wê kirîye ku piranîya xelkê xwedîyê zimanê kurdî ji xwenda heta nexwendeyan gotinên wî fehim bikin û hişê xeyala wan bilivîne.

Wezîr pêşgotina çîroka xwe bi van rêzên şiirê dest pê dike:

 

Xulî dê ye bona her benîînsan

Her tişt jê ye û mirin her zeman

 

Welat bav e ne tenê firotin ne kirîn

Azayî nav e kultûr  boy tarîqa mêzîn

 

Derb ya dayan e hûn bikin bawerî

Nav boy gişkan e xof ku neke serkarî

 

Ew şêrê şêr mêrxasê pir navdar

Tarîqê da hubra zêrîn tê nivîsar

 

‘Esman ji wê da nizile boy seyrangê

Bi xûnê xemlandî ye ciyê cengê

 

Binêre stuxar li ‘egîtê min î bi ‘emel

Nadoyê kubarî bê xofî bê ‘ecel

 

* * *

 

Ba de‘wete hêsrê ‘ewra jî baran

Her şayê şînek heye her usan

 

Tim pêşê însan e hub û hez kirin

Şîn û şayî ji hev nayên kirin

 

Bi vê wêneya şiira sipehî û tijî mana, şair rê xweş dike ji bo behskirina liva dildarîyê li ba kur û keça kurd ên navê wan Nado û Gulîzer ku ew bûn sembolên dildarî û niştiman.

*     *     *

Wezîrê Nadirî yek ji rewşenbîrên berçav ê kurd ê welatê Qafqasya Rûsyayê bû. Asoya bîra wî fireh bû, karîna dahênana wî bi hêz bû, serî li siyaset û xebata niştimanperwerîyê re derdixist. Jiyana wî kurt bû, lê tecrubeyên wî zêde bû. Îdareya dayîk û bavê wî heta piştî hatina wî ya dinê jî baş bû û piştre ketin nav enîya feqîrîyê. Şûnewarê jiyana paşvemayî ya desthilata tirkên Osmanî di mejîyê wî de maye. Zilm û zorîya mirovkujîya tirkên Kemalîst ji bîra wan neçûye. Dilsozîya wê desthilata Qafqasya Rûsyayê ku ji terora tirkan kes û nasên wî rizgar kirin, li pêş çavê wî ye. Hemî ev sebeb bingehê ekola Wezîrê Nadirî bûne. Cerabeya vê jiyana tehl û nexweş, bi xwendina berdewamî û zanîna komek zimanên rojhilat û rojavayê, mamoste, nivîskar, şair û rewşenbîrekî kurd ê xwedîyê bi dîmen ê wekî Wezîrê Nadirî çêkirîye.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev