”MILETÊ TAÛS”: NAVLÊKIRINA 5000 SALÎ – Beşa pêşin

”MILETÊ TAÛS”: NAVLÊKIRINA 5000 SALÎ – Beşa pêşin

Me ev gotara delal ya nivîskarê malpera me Torinê Torinî wextekê di malpera xwe da çap kiribû. Lê dema Torinê Torinî pê hesiya, ku UNESCOyê di derbarê Newrozê da biryar da û ew wek ”kevneşopîya manewî ya here kevn a cîhanê” bi nav kir, careke din li gotara xwe vegerîya, ew bi malûmatîyên balkêş û hewaskar va dagirt û ji me ra şand. Em wê careke din çap dikin, ji ber ku ew di dîroka gelê me da bûyereke dîrokî ye. Ji ber ku gotar mezin e, em wê dikine du beşan û beşa pêşin îro çap dikin, beşa din jî emê sibê çap bikin.

Torinê Torinî, lêkolîner

Çendekê berê (30. 11. 2016) UNESCO di derbarê Newrozê da biryar da û ew wek ”kevneşopîya manewî ya here kevn a cîhanê” bi nav kir.

U dîhar bû, ku ”xweyî – xudanên” Newrozê usa jî dagirkerên Welatê me yên ji rast û bestên dûre – deraz hatî ne. Erê, vana ro nava rojê Newroza me jî zevt kirin, talan kirin. Gava dagirkeran dîtin, ku nikarin Newrozê bidine qedexe kirinê, ew kirin ya xwe. Lê dagirker û peyayên wana bira pak bizanibin – Newroz ji destpêka dirokê da tevî gên, xeyset, stran, bir – bawerî, mîfologîya û kanîyên me hema ji çîyayên me xuliqî ye – derketîye, eva 5000 salan zêdetire, li ser axa ARATTA – KURDISTANÊ wek cejna DÛMMÛZÎ – TAÛS tê pîroz kirinê û wê tevî her bahareke welatê me hey jî bê pîroz kirin.

Di hêleke dinê va dagirkeran tevî axa me hiş – sewdayê me jî dagir kirine, dîrok û çanda me ya ku nikarbûne bikin ya xwe, hema bi destê me çendik çend caran dane guhastinê û hê jî didine reş kirinê…
Agirê Newrozê (Destanên sûmeran da usa jî derbarê Bilûr, Meşk û Agirên pîroz yên Dûmmûzî ê piştovanê siruşta welatê çîyayî da têne gilîkirinê)

”MILETÊ TAÛS” – NAVLÊKIRNA 5000 SALÎ

Rizgarkirina Kurdistanê ne tenê rizgarkirina axa wê
Ji leşkerên zevtkaran e. Rizgarkirina Kurdistanê
usa jî paqişkirina wêye ji ziman, nav, cand, bîr-
bawerî û gend – gemara dagirkeran.

”Merivên Aratta yên li ser merivên dinêra,
Meriv yên ku Dûmûzî bijart ji merivên dine”

Ji destana şûmeran ya ”Ênmêrkar û serekmagê Arattayê”

Aratta (Oro –et – to) gorî zanebûnên heyî bajar – dewleta here kevnare li ser erdnîgarîya Kurdistanê. Sûmeran Aratta ”welatê xweyê kanonên pîroz””,welatê çêkira û osta””,welatê royê,”,welatê nemiran””,welatê yêra cema (li cem hev civîn – berev bûna) Xweda” nav kirine (hê jî Cemaya Mer – Xwedawendan li Lalişa Nûranî tê pîroz kirinê). Lê Dûmûzî ê piştovanê Arattayê, bi nêrîna min, hema Melkekî Taûs e. Badilhewa nine, ku îro jî êzdî mînanî bav û kalên xwe yên li Arattayê xwe ”miletê Melekî Taûs” nav dikin (”milet ” bi ramana civaka dînî – ayînî tê dîtinê).

Mejûyên gelek kurdên dînguhartî bi dewran bi arava dîn – îdêologîyayên zevtkaran hatine şûştinê. Ew li cand û dîroka wana kirine neyar – dijmin. Lê kurdên li ser dinê kal û bavan mayî di bin zulm – zorê da ber xwe dan, çiqwas karibûn dîrok û çanda netewa kurd parastin. Şîn û şayan da, gava nave Melekî Taûs tê hildanê, êzdî bi çûk û mezinan va, dibek hema mînanî arattîyên pêşîyên xwe, bi rêzdarî radibine li ser pîyan”,Melekî taûs, tu yî xweyê me” bi lêv dikin, bi destên xwe li rûyê xwe danînê xeleqa goveka royê disêwrînin û hewara xwe li Melekî Taûs dadixin.(Telebextra evan deman peyva ku pir zêde kurd dîsa tînine li ser zar – ziman peyva ”hewar” e. Berê her tiştî pêwistîya kurda bi hewara xwehesîna êtnîkî û hestên hemkurdîtîyê heye. Yektî pey vanara xwe bi xwe wê bê…).

Hine kes bin tesîra ”Meshefî reş” ya cîhana zanyarîyê ra dîhar da Melekî Taûs û Azazîl dikine yek. Lê li ber çevane, ku nivîskarê ”Meshefî reş” ne êzdî bûye. Tenê kesê ne êzdî dikarîbû roja çarşemê ya Melekî Taûs cî guhastî roja yekşemê bikira. Tenê kesê ne êzdî dikarîbû dewsa Mêr – Melekên êzdîtîyê yên biyanîyan bida rêzê û gele tiştên pîroz wek reng – awazê şîn yê ezmanê Mala Xwedê û yê banê zikûratên kevnare li êzdîyan bida heram kirinê. ”Meshefî reş”(ya bi meva dîhar) reşkir – feşkira ayîna êzdîye. Badilhewa nine, ku ew nivîsara li aliyê Lalişa Nûranî da jî wek pirtûka pîroz nehatîye dîtinê, nehatîye nas kirinê.

Sofî û derwêşên wek xudanê ”Meshefî reş” gorî felsefa sofîtîyê (her kes dikare bigihîje dereca Xwedê û Xweda jî dikare li nav her merî da bişive) xwe dewsa Mêr – Melekên ezdîtîya kevnar raber kirine, navên wana danîne li ser xwe. Awa pantêona êzdîtîyê ya kûr – Manda (welatê Manda), ûrartûyan, mîtanîyan û yên daha kevnare ber bi hildanê, tunebûnê va çûye. Evan sofî û derwêşan, bi mecbûrî yanê jî bi meremkivşî, usa jî lêgênd – efsenaya derbarê Xwedê, Azazîl, Adem û genimê wî da ya biyanîyan navê Melekî Taûsva girêdane. Awa ev lêgênda ya ku bi kokêva dûrî bîr û bawerîyên êzdîtîya xalise, hindava xwe da bûye belake serê êzdîyan.

Gorî bîr – bawerîyên êzdîyên Serhedê kal – bavên êzdîyan berî Adem hebûne. Xwedayê Adî – Xaldî (bi sanskrîtî ”ADYA,”,ADΔ Xwedayê li ser Xweda ra, Yekê jorîn dide kivşê. Peyva ”jor” gava bi çep tê xwendinê, dibe ”roj”) Adem çê kirîye, ku ew nobedarîyê li baxcê bihuşta kurda ya adan bike (Binhêre : ”Anahît”, N12, s. 1899, bi ermenî). Bi rastîyê jî, gava Mêr – Xwedawenda arîyan ya Arûrû (Oro – ro) bendê pêşin ji axê çê dikir, ne Ademê ji ber Adab bergirtî hebû (êzdî mînanî binelîyên Adîabênê xwe usa jî , ne ku ”adawî”, lê ”adabî” nav dikin), ne jî Hêwa ya ji ber xwedawenda hestûcebar (”jina bi parsû”) ya Nîntî bergirtî hebû… (Derbarê evan yeka da zanyarê polonî Zênon Kosîdovskî pirtûka xwe ya ”Gotarên Bîblîa” – êda bi hûrgilî nivîsîye).

Çawa şêx Şemsedîn ne Şê Şemsê Mêrê royê ye (Mêzopotamîya kevnare da – Şamaş), çawa şêx Hesen ne Şê Sinê Mêrê hîvêye (Mêzopotamîya kevnare da – Sûên, Sîn), çawa şêx Adî (şêx Şerfedîn) ne Xwedayê Adya (Xaldî) ye (”Şê Xadî şêxek çêkir, navê xweyî şeref lê kir, dor û bera dil ji lê kir”, ango şêx Adî ne Xweda ye. Ew xasek e, ku ji alîyê Xwedaê Şê Xaldî da hatîye çêkirinê ) usa jî Melekî Taûs ê Mêrê Steyra Serê Sivê ne Azazîle, ne Azraîle, ne Angra Manûye, ne jî yekî dinê ê duh na pêr li ber xwe derxistîye. Gava navên evên paşin cem êzdîyan tê hildanê, hêç kesek jî bo rêzgirtinê ranabe li ser pêîyan. (Profêsorê ji Almanîya – Karstên Kolpê jî mînanî gelek zanyaran li ser evê ramanêye, ku parêzîya Melekî Taûs ji kûraya hezarsalîyan tê). Sîmvola Melekî Taûs Teyr ê Batinîye yê ku destpêkê da li ser Dara Herherê – Heyheyê (Dara kosmîkîyê) danî bûye. Çawa meha tîrmeh bi navê Taûs ”tamûz” hatîye navkirinê, ûsa jî li ser xatirê teyrê sîmvola Melekî Taûs mirîşka sînema poçikdirêj ( Emînê Evdal lêkolînên xwe da mînanî temamîya êzdîyên Serhedê ev mirîşka hema ”sînema poçikdirêj” nav kirîye) ya ji der (ji Asîa Başûr ) hatî biyanîyan (parsûyan, sêmîtan ) ”tavûs” nav kirine û kirine sîmvola royê (”tavûs – ê felek”). Û şêxê şêx Menda Laffrêy Nebo jî bi xwe mikur tê, bi zar û lutfê xwe dibêje, ku mirîşka sînema poçikdirêj sîmvola dînê êzdî ya nuhe alîyê wî da hunartî da sîmvola Şê Şems e.

Lê hine êzdîyên nuh pêketî û nedîtî yên ku bin defa dijminên kurda da direqisin û dixwazin neteweke nuh û dînekî nuh çê bikin – bisêwrînin (maf destxistin tiştekî dinê ye, netewçêkirin lap tiştekî dinê ye), bi nezanî bi helandarîya zaneyên neyar, yên mînanî Garnîk Asatryan, Melekî Taûs û mirîşka sîmvol dikine yek, Melek Taûs ”melek mirîşk” (Սիրամարգ հրեշտակ) nav dikin, awa Melekî Taus û navê Wî ên dîrokî didine hildanê, li dewsê mirîşkê daydinin, ewê bona xwe dikine pût – senem, fêtîş û dîrok û çanda gelê me ya 5000 – 6000 salî jî ro da ber didin. Alîkîva G, Asatryan Melekî Taûs li ber çevên êzdîyan reş dike – dike mirîşk, mirîşkê jî dike sîmvola şeytan. Alîyê dinêva dîroknvîs A, Movsîsyan li Dûmûzî xwedî derdikeve û dibêje, ku Dûmûzî wekîl – kurê Xwedayê Ênkî ê piştovanê Dicle û Ferat e. Navê netewa hay jî nave Ênkî tê, awa ”gelê Dûmûzî” ermenî bi xwe ne. Û ser da zêde dike ”biyanîyan heta sedsalên 19 – 20 – an ermenîyên roparêz şemsîya, ango ên royê nav dikirin”. Ne kêm, ne zêde… (Çiqasî jî hine mollên kurd xwe pê çend qalib sawûn sawûn bikin, xwe ji ereban musilmantir raber bikin, çiqasî jî hine ne ku êzdî lê yazîdî yên ”sur pê ketî” (wek ku nivîskar Têmûrê Xelîl nav li wan kirîye) pê çend avên çemê Ava reş xwe ji kurdîtîyê bişon – veşon, yeke rojekê ji rojan helandarê wê kurdîtîya wana bidne rûyê wana. Hilbet heger heta ewê rojê ew netewguhartî nebin…).

(dûmayîk sibê dikarin bixwînin)

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev