Pirsa we û bersîva me – 7

Pirsa we û bersîva me – 7

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a nû a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Redaksyonê vê carê pirseke balkêş ji xwendevana xwe Sîsa Alan sitendîye. Me jî bersîveke wek pirsê balkêş amade kir.

Pirsa Sîsa Alan û bersîva me

Pirs: –Kurdên êzdî cejina me a gelêrî Newroz bi awayekî din û bi navekî din pîroz dikin. Gelo hûn dikarin ser vê meselê ronî bikin û me agahdar bikin?

Bersîv: -Bi hezaran salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê “Kiloçê ser salê” ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncşema sisîyan ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paşê ker dikin, dikine heft perçeyan, para Şems (Şêxê Şemsan), Malxwê male, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Ferxan, Xeta cot (bereketa axê) û hemû neferên malê didinê. Ew morî, an jî bişkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be, bi gotineke din, dewleta salê wê di serê wî da be. Lê eger para Xudayê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Memê Şivan, Gavanê Zerzan an jî Xeta cot bikeve, wê salê gorî wan wê debar, hasilet û rez pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kiloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev